Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye

  • rojane
  • 13:17 10 Îlon 2022
  • |
img

 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan ên Amed, Êlih û Îzmîrê di vê hefteyê de jî aqûbeta windakiriyan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de li Amedê Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsiyan ku 27 sal berê li Êlihê hatibû binçavkirin û 27 sal in tu agahî jê nayên girtin. 

 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, di hefteya 709’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şeyhmûs Eroglû hat pirsîn ku di 21’ê îlona sala 1995’an di nîvşevekê de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibû binçavkirin û ev 27 sal in tu agahî jê nayên girtin. 
 
Çîroka Eroglû ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, serpêhatiya Eroglû wiha vegot: “Şeyhmûs Eroglû di sala 1930’an de li Mîdyad a Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî bû û 7 zarokên wî hebûn. Dema li gundê xwe dijiya, leşker û cerdevanan gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan. Gelek caran ew û birayê xwe ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji ber zextên heyî, malbata Eroglû neçar ma ku ji gund bar bikin. Çendek salan li Êlihê jiyan. 
 
‘DÊ LÊGERÎNA ME BIDOME’
 
Leşker û cerdevanan di nîvşeva 21’ê îlona sala 1995’an de bi ser mala Eroglû de girtin, binçav kirin û anîn Mêrdînê. Malbata Eroglû ji bo aqûbeta kurê xwe bizane, gelek caran serlêdan kir. Lê belê tu carî encamek ji van serlêdanên wan derneketin. Berpirsyaran ne serdegirtina malê û ne jî binçavkirina Eroglû qebûl kirin. Lê belê kesekê ku bi Eroglû re hatibû binçavkirin got; ‘Eroglû di bin çavan de ye. Gelek îşkence lê hatin kirin û piştre hate berdan.’ Dîsa şahidekê din got; ‘Li Mêrdînê hatiye berdan. Di wesayîta tîmên taybet de bû.’ Ji roja binçavkirina Eroglû heta niha tu agahî jê nayên girtin. Lê belê bi ser re çend sal derbas dibin bila bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin.” 
 
Beşdaran piştî xwendina çîroka Eroglû, çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 545’an de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cehdeya Gulistanê li dar xist. Rêxistinên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yunus Bagiş axivî û got ku bi ser qêrîn 3u hawara dayikan re bi dehan sal derbas bûn û wiha domand: “Çend mixabin ku tevî ewqas demê û guherîna desthilatdariyê jî tiştek neguherî. Ji ber ku zîhniyeta dewlet û rêveberiyê naguhere, tiştek naguhere.” 
 
Di çalakiya vê hefteyê de Xizmên Windakiriyan kujerên Hatîce Atalay pirsîn ku dema baxçeyê mala xwe av dida ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in lê windakirî li ku ne?” hatibûn vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hat pirsîn ku di 12’ê îlona sala 1994’an de hatibû binçavkirin û windakirin. 
 
Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Caner Canli serpêhatiya Bîlgîn xwend û hewldanên malbata wî ya ji bo aqûbeta kurê xwe vegot. 
 
Piştî xwendina serpêhatiya Bîlgîn, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist û daxuyanî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/09/2022
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan