Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku yên ku partiya wan sûcdar dikin bila di eynikê de li xwe binêrin û got: “Yên ku ne deng û wehdê wan hene, derdikevin hikmê xwe nîşanî me didin. Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîr neke.” 

 
Meclisa Partiyê ya HDP’ê ji bo ku polîtîka û nexşerêya xwe ya serdema nû ango pêşiya xwe diyar bikin, li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî û geşedanên dawî nirxand. 
 
Sancar bi mijara nîqaşên li ser HDP’ê tên kirin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ya yekemîn, şêwaza îktidarê ya nefretî û cihêkariyê li vî welatî rûxandinan çêkir. Ev li ber çavên gelên me tên kirin. A duyemîn, yên ku li dijî partiya me nîqaşan dikin û gotinan ji partiya me re dibêjin, çi kesayet, çi partî û çi sazî dibin bila bibin, em dibêjin bila beriya ku gotinên sûcdarî têkildarî HDP’ê tînin ziman, bila ewilî biçin pêşberî eynikê û li xwe binêrin. Bila baş li eynikê binêrin, piştî tabloya ku bibînin bila gotinên xwe bihûnînin. A sêyemîn jî bila ewilî li desteka gel, hişmendî û bendewariyê binêrin. HDP bi piştgirtiya vî gelî meşa xwe ya azadiyê her ku diçe mezintir dike. Tevî hemû zilm û zordestiyê jî tevî hemû dorpêçkirinan jî milîmek ji meşa xwe paşve gav neavêtiye. Em bi hêsanî nehatin van deran. Me bedelên pir mezin dan û em gihîştin van rojan. Em bi evîndariya îkbalê nehatin van deran, em bi berjewendiyên şexsî û partîgerî nehatin van deran. Em bi ked û bedelên mezin ku me da em hatin vê merheleyê. Îro tevî hemû şert û mercên neyînî jî heke ku em dibin hêviya gel û gel dibe hêviya me, sedema wê ew e ku me di nava dilê gelê xwe de aj daye.” 
 
‘EM Ê JI RÊYA XWE YA RAST XWAR NEBIN’ 
 
Sancar ku got, “Yên ku bi awayek rêkûpêk di mijara desteka ji gel de wehd û dengên wan tune ne, derdikevin hikmê xwe nîşanî me didin” rexneyên xwe wiha anî ziman: “Tevî van hemû tiştan jî em ê rêya xwe şaş nekin û dest ji rêya xwe bernedin. Em ê bi biryardarî di vê rêya xwe ya rast de bimeşin. Ne provokasyon û ne jî operasyonên îktidarê û ne jî sorkirinên (tahrîk) hinek kesên din nikarin me ji rêya me veqetînin. Rêya me deriyê demokrasiye li vî welatî vedike. Rêya me dixwaze ji bo pirsgirêka kurd zemîna çareseriyê biafirîne. Em dixwazin jiyanek wekhev û bi rûmet ji bo her kesê li vî welatî dijîn ava bikin. Em ew partî ne ku herî ewilî me eşkere ka dê çawa di rêya xwe de bimeşe. Em di wê ferqê de ne, hilbijartin tê nîqaşkirin, pozisyona HDP’ê di rojeva her kesî de ye. Çimkî meşa me ya bi biryardar û bibawer, destekek xurt a gel diafirîne. Her kes dizane ku ev hilbijartina pêşiya me çiqas girîng e.” 
 
HELWESTA WAN DIDOME 
 
Sancar bal kişand ser helwest û belgeya ku têkildarî hilbijartinê sala par bi raya giştî re parve kir û destnîşan kir ku ew helwesta wan ku eşkere kir hê jî berdewam dike û ew ê dest ji deklarasyona xwe bernedin. 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
KÎ GELÊ KURD TUNE BIHESIBÎNE…
 
“Em dibêjin em ê di hilbijartinên pêş de pergala derew, talan û xwînê biguherînin. Ji ber vê çendê me banga xwe ya ji bo diyaloga vekirî û muzakereyên rasterast di warê hilbijartina serokomariyê de kiriye û em dubare dikin. Lê em careke din binxêz dikin; Muxatabê vê bangê di esasê xwe de gelên Tirkiyeyê, tevahî civak e. Beriya her tiştî gelê mazlûm, derbeder, yê paşguhkirî ye. Em dizanin ku gel vî dengî dibihîzin. Tirkiye dibîne ku ev têkoşîna bi biryar û dilsoz a bi civakê re wê derkeve holê. Yê ku ji xeynî vê rêyekê bişopîne û hewl bide tifaqa demokratîk a ku bi HDP’ê û gelê kurd re ku motora vê tifaqê ye ji nedîtî ve bê û tine bike, wê di wijdanê gelên Tirkiyeyê de rastî şermezarkirineke mezin bê. 
 
EM BI BERPIRSIYARÎ TEVDIGERIN 
 
Em dixwazin vê pergal û îktidarê biguherînin. Lewma em bi berpirsiyarî tevdigerin. Em di ferqa hêza xwe de ne. Em dizanin ku partiya xwedî rola herî girîng a vê hilbijartinê partiya me ye. Bila her kes baş bizanibe ku em di ferqa her tiştî de ne û hesas tevdigerin. Çimkî li hemberî gel bepirsiyariya me heye. HDP ji bo hemû aliyan û kesên kêm tên dîtin, bi berpirsiyarek mezin hereket dike. 
 
WÊ KES TELÎSÊ DI DESTÊ MAMÊ ALÎ RIZA DE JI BÎRA NEKE 
 
Ev îktidar zilmê li xelkê dike. Welat talan kir ûteslîmî çeteyan kirye. Tundiyek bêsînor li ser kurdan pêk tîne. Ev îktidar zilma xwe derxistiye asta herî jor. Ew telîsê di destê mamê Alî Riza de wê ji bîra vî welatî dernekeve. Wê ev gel di serî de vî îktidara ku hestiyên zarokên wan di telîsan de dide destê malbatan efû neke. Em dixwazin vî welatî ji dojeha miriyên bêgor derxînin. Bila mirin bi dawî bibin û aramî serdest bibe. Ev îktidar zilma xwe didomîne. Ew difikire ku wê gelê kurd bitepisîne, serê gelê kurd bi tewîne lê xwe dixapîne. Ne gelê kurd û ne jî HDP wê serê xwe li ber kesî netewîne. Helwesta hevala me Semra Guzel sekna gelê kurd nîşan da.”
 

Sernavên din

12/09/2022
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke