Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin

ÎZMÎR - Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê digirin, destnîşan kirin ku bi rakirina tecrîdê re dibe ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin.
 
Girtiyên nexweş ku ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku înfaza wan temam bûye jî bi hincetên cur bi cur ên Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan nayên berdan. Her wiha îşkence, lêgerîna li hundirê dev, binpêkirina mafê sewqkirina ji bo nexweşxaneyan û pêwendîdanê û cezayên dîsîplînê jî her diçe zêde dibin. 
NOBEDA EDALETÊ
 
Li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin didomin. Çalakiya ku di 12’ê sibatê de li Îzmîrê dest pê kir di roja 110’an de ye. Malbat hefteyê 3 rojan li ber Baroya Îzmîrê, Girtîgeha Kiriklarê û Edliyeya Îzmîrê tên cem hev û daxwazên xwe yên ji bo edaletê dubare dikin.
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Ji xizmên girtiyan ên beşdarî nobedê bûne Hanîfe Gumuş jî anî ziman ku rayedar bi mehan e li hemberî van çalakiyên wan bêdeng in. Gumuş bilêv kir ku zarokên wan li girtîgehan nexweş ketine û di hucreyan de tên girtin û got: "Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan. Ji ber pêkanînên kêfî tên cezakirin. Rojname û kovarên zarokên me tune ne. Pereyê ceyran, av û xwarinê ji wan distînin. Em kinc, gore û şimikên serşokê ji wan re dişînin, lê nadin wan. Gelek malbat ji ber ku pereyê wan tune ne nikarin biçin girtîgehê cem zarokên xwe. Dema em diçin jî her derê me kontrol dikin. Gorên me ji nigên me derdixin. Em van pêkanînan qebûl nakin."
 
Gumuş anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li derve jî dewam dikin. Gumuş bal kişand ser hestiyên Hakan Arslan ku di kîsikekî de radestî malbata wî hatibûn kirin û ev ji van binpêkirinan tenê yek jê ye.
 
‘GIRTÎ NE BI TENÊ NE'
 
Ji malbatên girtiyan Fehîme Poyraz jî diyar kir ku gel û partiyên siyasî piştgiriya nobeda wan a edaletê dikin û wan bi tenê nahêlin. Poyraz anî ziman ku ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nakin û got: "Girtî ne bi tenê ne. Dayik, bira, bav û hemû gelê kurd li pişt wan in. Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe."
 
'AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Medîne Kaymaz jî wiha got: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê be, dê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome. Mafên Ocalan tên astengkirin. Xeber jê nayê girtin. Serlêdanên tên kirin jî bê encam dimînin. Ê li Îmraliyê tê tecrîdkirin ne Ocalan e, a rast aştî ye. Ev aştî jî tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya cîhanê ye. Lewma em ji bo Îmraliyê doza edaletê dikin." 
 
Bayram Kaymaz ku kurê wî 28 sal in girtiye anî ziman ku kurê wî tim sewqî girtîgehên cuda tê kirin û got: "Em ancax tenê 4-5 deqeyan dikarin bi telefonê b hev re biaxivin. 45 roj cezayê pêwendîdanînê dane kurê min. Gava em diçin girtîgehê tenê nîv saet muhlet didin me. Ev zilm e. Bi vê zilmê dixwazin kurdan bidin sekinandin. Bila ciwan nemirin, wekî din em tiştekî naxwazin."
 
'KURD NAQEDIN'
 
Kaymaz destnîşan kir ku binpêkirinên mafan hatine wê astê ku cenazeyên kurdan di kîsikan de radestî wan dikin û wiha got: "Ma mirov cenaze dixe kîsikekî û radestî dê û bavan dike? Ev tenê li Tirkiyeyê pêk hatiye. Li tu cihekî cîhanê tiştekî wiha çênabe. Ez hatime vî temenî min tiştekî wiha nedîtiye. Dibêjin, 'Em ê kurdan biqedînin.' Lê kurd bi vî awayî naqedin."
 
TÊKOŞÎN
 
Hanim Sever ku got "Em ji bo zarokên xwe li kolanan e" binpêkirinên mafan bi vî awayî bi rêz kir: "Em 5 deqeyan bi telefonê diaxivin. Em nikarin tiştekî ji hev re bibêjin. Li girtîgehan zexteke zêde û tecrîd gelekî zêde ye. Lê nikarin me çavtirsandî bikin. Eger zilmê li me bikin, em ê hîn bêhtir têbikoşin. Ez bang li Wezîrê Dadê, Serokomar û wekîlan dikim: Ger wijdanê wan hebe bila dawî li zextên li ser zarokên me bînin. Bila van pêkanînan bibihîsin."
 
BANGAWAZÎ
 
Fatma Surme jî diyar kir ku divê ji bo edalet û aştiyê polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan bi dawî bibin. Surme xwest ku girtî bên dermankirin û got: "Divê girtiyên nexweş ên giran bên berdan. Girtî di bin zextan de ne. Dermanên wan nayên dayîn. Wan dikujin. Bila ev zilm bi dawî bibe."
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

09/09/2022
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî