Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye

img
ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, diyar kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê wê bibe rêxistinbûyîneke hêzeke gel a ku pêşeroja Tirkiyeyê teşe bigire û got: “Dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê hatiye.”
 
Partî û rêxistinên ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin bahev, di 25’ê tebaxê de avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand. Tifaqa ku ji HDP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Karkeran (EHP) pêk tê, xwe amade dike ku di dawiya meha Îlonê de li Stenbolê bi civîneke girseyî “Nexşeya Rê” ku pêşniyarên têkildarî çareseriyên pirsgirêka welat tê de cih digirin aşkere bike.
 
Serokê TÎP’ê Erkan Baş, derbarê tifaqa piştî nîqaşên demdirêj hat avakirin û “Nexşeya Rê” de ji ajansa me re axivî.  
 
DI SIYASETA TIRKIYEYÊ DE HÊZEKE BI BANDOR
 
Baş, diyar kir ku pêvajoya avakirina tifaqê bi civînên gel ên cuda, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên kedê, komên baweriyê dest pê kir. Baş da zanîn ku wê tifaqê di îlonê de bi civîneke gel a girseyî ji raya giştî re ragihînin û got: “Em ragihandinê bi çalakiyeke ku beşên berfireh tev li bibin pêk bînin. Wê ji îro û pêda di siyaseta Tirkiyeyê de weke hêzeke bi bandor cihê xwe bigire”
 
QONAXEKE NÛ DEST PÊ DIKE
 
Baş, destnîşan kir ku tifaqa wan weke tifaqên din li ser maseyê nehatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Tifaqa me li kolanan, di nava têkoşînê de xwe weke tifaqa hêzên têdikoşin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, rêxistinên kedê, partiyên siyasî pênase dikir. Me bi taybetî tiştek destnîşan dikir; Me got divê tifaqeke ku tenê ji partiyên siyasî ku dikarin bikevin hilbijartinan pêk neyê. Ev tifaq wê ne li gorî feraseta me be. Niha 6 partî û rêxistinên siyasî hene. Mafê sê ji wan ji bo ku bikevin hilbijartinê heye, yê sê ji wan jî nîne. Em li wê maseyê têkiliyeke wekhev ava dikin û bi hev re nîqaş dikin. Bi îlankirina tifaqê re em ê qonaxeke nû bidin destpêkirin, bi giranî hêzên gel bi rengekî herî bi bandor di nava vê tifaqê de cih bigirin. Ji ber ku ya krîtîk ev e.” Baş, destnîşan kir ku piştî ragihandina meha îlonê wê bi lez berfireh bibe û dê di siyaseta Tirkiyeyê de cihekî cidî bigire û bibe hêzek.
 
ARMANCA EWIL TÊKBIRINA DESTHILATÊ YE
 
Baş qala “Nexşeya Rê” ya Tifaqa Ked û Azadiyê kir û wiha lê zêde kir: “Yek ji daxwazên bingehîn ên gelên me, têkbirina sîstema bi navê Sîstema Hikumetê ya Serokdewletiyê, rejîma yek zilamî, bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê ye. Di vî warî de Tifaqa Ked û Azadiyê bê dudilî ye. Me têkbirina vê desthilatdariyê weke karê destpêkê daniye pêşiya xwe. Ya girîng ew e ku kî wê vê tifaqê bişîne? Divê were destnîşankirin ku eger ev tifaq weke berhemeke ji nava sîstemê, têkoşîna li nava sazîbûnê ji desthilatdariyê bê derxistin, ev yek wê neyê wateya hêzeke nû ku ji bo pêşeroja vî welatî pirsgirêkên me yên rasteqîn çareser bike. Eger em dixwazin ji vê hêzê rizgar bibin, divê hêzên ked û azadiyê di vê pêvajoya têkoşînê de rola xwe bi bandor bilîzin.”
 
BERSIVA PIRSA 'WELATEKÎ ÇAWA' 
 
Baş diyar kir ku ew ji tifaqên din ên li Tirkiyeyê li ser du xalên cuda ji hev cuda ne û wiha pê de çû: “Ya yekemîn; em bersiveke gelekî zelal didin pirsa ‘dema ev hikûmet têk biçe pêwistî bi welatekî çawa heye?’ Em qala pêwîstiya welatekî alîgirê kedê, welatekî ku azadî lê pêş bikevin, di pirsgirêka kurd de qala aştiyê bê kirin û li ser were axaftin, pêvajoyeke diyalogê bê avakirin, welatekî azad, serbixwe, ku komên dezavantaj, jin û ciwan karibin roleke aktîf a damezrandinê bilîzin û xwedî mafê axaftinê bin dikin. Dibe ku ev yek sedemê hebûna Tifaqa Ked û Azadiyê be. Ya duyemîn, gelek analîzên berfireh ên rewşa Tirkiyê ya niha di navbera hêzên muxalfetê de hene. Lê encam her tim tên nîqaşkirin. Tifaqa Ked û Azadiyê hinekî din balê dikişîne ser pirsa çima wiha ye. Hewl dide ji çavkaniya pirsgirêkê çareseriyê bîne rojeva raya giştî. Dema ku em tenê bi derketina pirsgirêk, zext, krîza aborî û zordestiya ku em dijîn re eleqedar dibin, ne pêkan e ku çareseriyên mayinde werin bidestxistin. Her kes îro li ser xizanî, buhabûna jiyanê, bêkariyê diaxive. Divê em bipirsin ‘Çima wisa ye?’ Em ji hemû tifaqan pencereyeke cudatir vedikin. Dikarim bêjim ku xeta herî bi îdîa ya li ser paşeroja Tirkiyeyê wê ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve bê parastin.”
 
‘EM VÊ PÊVAJOYÊ WEKE PÊVAJOYEKE TÊKOŞÎNÊ DIBÎNIN’
 
Baş, bal kişand ser rexneyên ku dibêjin Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa hilbijartinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên pergalê yên ku planên serdema piştî AKP’ê dikin, xwedî wê fikrê ne ku li vê derê bêyî gel, bê çep, bê sosyalîst û bê kurd serdemeke nû ava bikin. Em nikarin vê qebûl bikin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya herî girîng a Tirkiyeyê ya ji bo têkbirina AKP'ê, hêzeke biryardar, zelal, dînamîk, têkoşer e ku bikeve dewrê. Ji ber vê yekê, em behsa pêvajoyeke ku divê gel di nav de bibe kirde dikin. Naxwe, bi niyeteke gelekî baş jî, nêzîkatiya wan a 'wê di hilbijartina yekemîn de biçin, heta hilbijartinê sebir bikin' dikare bibe sedem ku AKP û hêzên fermanê ji xwe re zemînan biafirînin, ji ber ku me beriya 20 salan gelek mînak dîtin. Em pêvajoya ji îro heta hilbijartinê weke pêvajoyeke têkoşînê dibînin. Rastiyek e ku beşeke girîng a gelê me, hemwelatî û gelên li Tirkiyeyê hilbijartinê weke helwesta berxwedanê ya li dijî vê hikûmetê dibînin. Em qala yek ji welatên ku di cîhanê de herî zêde deng lê zêde tê bikaranîn dikin. Ji ber vê yekê pêwîste mirov hilbijartinan weke zemîneke têkoşînê bibîne. Eger nêzîkatiyeke weke têkoşîn cuda û hilbijartin ji hev cuda ye hebe, em têkoşînê tercîh dikin. Em hilbijartinan jî weke parçeyek ji têkoşînê dinirxînin.”
 
RÊYA JI DESTHILATÊ XELASBÛNÊ
 
Baş, diyar kir ku desthilat kurdan, sosyalîstan, elewiyan, jinan, xizanan naxwaze û wiha domand: “Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa wan kesan e ku vê qebûl nakin. Ev desthilat dikare bi tevkariya me têk biçe. Dema ku ev hêz roleke aktîf dilîzin, ez ne tenê behsa hêzeke hejmarî dikim. Ez behsa vekirina asoyeke entelektuel, rehenda wesfê, têkoşîna milîtanî, enerjî, dînamîzmê dikim. Tirkiye nikare xwe li Tifaqa Komarê ragire, lê dema mirov li Tifaqa Millet dinêre, em dibînin ku avabûneke ku hêviyê, kelecanê dide te û dibêje ‘divê ez bibim parçeyek ji vî şerî’ nîne. Ji bo dagirtina vê valahiyê, bi rastî jî em hewl didin însiyatîfê bigirin. Eger em dixwazin ji vê hêzê rizgar bibin, pêwîstiya me bi Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Divê Tifaqa Ked û Azadiyê were xurtkirin.”
 
‘DÊ BIBE NAVÊ TEVGERA GEL’
 
Baş, bi lêv kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê bibe tevgereke gel a pêşeroja Tirkiyeyê û herêmê, bibe rêxistinkirina hêzekê û got: “Em dixwazin di zûtirîn demê de dawî li vê serdema tarî bînin. Di zûtirîn dem de divê Tirkiye pêngavên xurt ber bi welatekî ve biavêje ku hevwelatîyên me bi awayekî wekhev, azad û aştîyane lê bijîn û em bi biratî lê bijîn. Di nava 20 salên dawî de gelên me berdêlên gelekî giran dan. Em di pêvajoyeke bi rûmet a têkoşînê re derbas bûn, em bi baweriya dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serketinekê ye, tevdigerin. Em ê bi hev re, mil bi mil bi yekitiyê Tirkiyeyê ji nava vê tarîtiyê derxînin.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

06/09/2022
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn