'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'

img
AGIRÎ - Rêvebirê HDP'ê Sûat Yîgît bal kişand ser bikaranîna tiryakê ya li Bazîdê û got: "Herî zêde madeya tiryakê ya ku jê re dibêjin 'metamfetamîn' tê bikaranîn. Li gorî gotina rayedaran 'çûk jî li ser sînor nafirin.' Lê ev tiryak çawa ji Afxanîstan û Îranê tê vir?"
 
Li navçeya Bazîd a Agiriyê ku li ser sînorê Îranê ye, li dijî zêdebûna tiryakê bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê "Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Bazîdê" hat avakirin. Plaformê di 2'yê Îlonê de xwestibû daxuyaniyekê bide, lê polîs bi cop û mertalan êriş biribû ser girseyê. Di vê navberê de rêvebirên HDP'ê yên navçeyê Suat Yîgît, Abdullah Kebûde, Guneş Yasmin, Huseyîn Gonca, Rahîm Goren, Muhammed Çamlîbel, Murat Çabaş, Gonûl Ozturk, Yildiz Seferoglu û Bayram Ozmen jî di nav de gelek kes birîndar bûbûn. Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Cemal Akar û Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Suat Yîgît, Guneş Yasmin, Abdullah Kebûde û Cemîl Koç ê hatibûn binçavkirin, pîşte hatibûn berdan. 
 
Rêvebirê HDP'a Bazîdê Sûat Yîgît û Endamê Meclîsa Şaredariyê Huseyîn Gonca yên di êrişa polîsan de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, derbarê rewşa navçeyê û êrişa polîsan de axivîn.
 
Suat Yîgît diyar kir ku li Bazîdê bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe û got, şêniyên navçeyê ji ber vê yekê nerehet in. Yîgît got: “Ev bikaranîna madeyê ciwanên me tenê ji jiyana birêxistinkirî dûr naxe, di heman demê de wan ber bi fuhûş û diziyê ve jî hêl dike. Bi vî rengî ciwanên me dibin amûrên pergalê û civak ber bi hilweşandinê ve tê hêlkirin. Têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina van pêkanîna ye."
 
Yîgît diyar kir ku bi bikaranîna tiryakê re ciwanên pêgirtiyê tiryakê ber ber bi liv û tevgerên bêexlaqî ve tên hêlkirin û got, ev ciwan di belavkirina tiryakê de tên bikaranîn. Yîgît anî ziman ku li dijî vê yekê di meha Tebaxê de dest bi kampanyayekê kirine û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de em bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re rûniştin û me ev mesele nîqaş kirin. Di dawiya nîqaşan de em gihiştin wê encamê ku li dijî tiryakê têkoşîneke hevpar divê. Li gorî vê biryarê me di bin pêşengiya rêxistinên sivîl û partiya xwe de 'Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Bazîdê' ava kir. Me biryar da ku ji bo civak hay ji vê rewşê çêbibe em li navçeyê daxuyaniyekê bidin û meşekê li dar bixin. Lê belê roja daxuyaniyê, berî ku daxuyanî bê dayîn polîsan em dorpêç kirin û bi lêdanê em em binçav kirin."
 
‘JI AFXANÎSTAN Û ÎRANÊ TÊ'
 
Yîgît têkildarî êrişa polîsan de jî ev tişt gotin: “Naxwazin HDP li vir bibe hêza pêşeng û rastiyê belav bike. Ji ber vê jî tovê nefretê li nava civakê direşînin û partiya me terorîze dikin. Naxwazin em li hemberî van qirêjiyan çareyekê peyda bikin. Sedema bingehîn a astengkirina meşê jî ev e." 
 
Yîgît destnîşan kir ku divê midûriyeta polîsan pêşî li ber belavkirin û bikaranîna tiryakê bigire, lê belê ji dêvla ku vê bike radibe êrişê dibe ser kesên li dijî tiryakê dixebitin. Yîgît got: “Tişta ku divê midûriyeta polîsan bike ev e; pêşîlêgirtina bikaranîna tiryakê û jiholêrakirina bazara tiryakê ye. Ji lew ra kontrola deriyê gumrikê di destê wan de ye. Tevahiya sînorê Îranê bi têl û dîwarê beton hatiye dorpêçkirin. Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin.' Lê ev tiryak çawa ji Afxanîstan û Îranê tê vir? Li Bazîdê Herî zêde madeya tiryakê ya ku jê re dibêjin 'metamfetamîn' tê bikaranîn. Ev jî di sînor re tê vir. Ev tiryaka ku di ser Afxanîstan û Îranê re tê, tenê nayê Bazîdê, diçe heya Ewropayê jî." 
 
BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR
 
Yîgît bilêv kir ku li hemû kolanên navçeyê li dijî tiryakê dixebitin û bi serdana malbatan re gel serwext dikin li li dijî tiryakê. Yîgît anî ziman ku hewl didin xwe bigihînin ciwanên pêgirtiyê tiryakê ne û ji bo tedawîkirina wan xebatên xwe didomînin. Yîgît li dijî bikaranîna tiryakê bang li rayedarên dewletê û raya giştî kir û got: “Dest ji vê nijadperestiya xwe ya li dijî gelê kurd û reşandina tovê nefretê berdin. Bi polîtîkayên astengker pêşî li vê bazarê bigirin. Banga me ya ji bo raya giştî û gelê me jî ev e ku divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere. Em ê ancax bi vî awayî karibin pêşî li ber tiryakê bigirin."
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ
 
Endamê HDP'î ê Meclîsa Şaredariyê Huseyîn Gonca jî, ku ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin, got: “Li vir bi hezaran ciwanên me di nava çirava tiryakê de ne. Armanca me ew e ku em ciwanên xwe ji vê çiravê derxin. Me ji bo vê lêkolînek kir û em bi gelê xwe re rûniştin. Lê belê polîsan êriş anî ser me. Ji wan weye ku ji ber ku ez HDP'î me di nava vê xebatê de me. Na, ji ber ku e zli dijî tiryakê me beşdarî van xebatan dibim û naxwazim ciwanên me tiryakê bi kar bînin. Tevî hemû astengiyan jî, bêyî ku em serî bitewînin em ê têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê bidomînin û bi paş de gav neavêjin. Lewma em dixwazin gelê me bi me re be û piştgiriyê vê xebatê bike. Werin em bi hev re li dijî vê yekê rabin û tiryakê ji navê rakin."
 
MA / Cengîz Ozbasar 
 

Sernavên din

06/09/2022
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn