AGIRÎ – Kesên ku di daxuyaniya HDP'a Bazîdê ya li dijî tiryakê de, hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Kesên ku di dema daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê ya li dijî tiryakê de hatibûnd erbkirin û binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê hatin berdan.
Navê kesên hatin berdan ev in: "Hevserokê HDP'a Agiriyê Cemal Akar û endamên partiyê Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Sûat Yîgît, Guneş Yaşmîn, Abdûllah Kebûde, Cemîl Koç."