'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'

STENBOL - Siyasetmedar Bahattîn Gunel diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî pergala heyî muxalefeteke rast bike û got: "Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."

 
Êrişên AKP-MHP'ê yên li dijî destkeftiyên kurdan ên li hundir û derve dewam dikin. Li gel êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji hewayê û bejahiyê ve gelek tên bombekirin. Di polîtîkaya navxweyî de kurd û dostên wan hedef tên girtin. Siyasetmedarên kurd tên krîmînalîzekirin, qeyûm tayinî şûna şaredarên hatine hilbijartin tên kirin, parlementeriya parlementeran tê betalkirin û her roj binçavkirinên nû pêk tên.
 
Endamê damezrînerê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP), Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Demokrasiyê (DEP) ku di sala 1993'yan de hatibû avakirin û Seokreterê Giştî yê HADEP'ê  siyasetmedar Bahattîn Gunel êrişên desthilatê yên li dijî destkeftiyên kurdan nirxandin.
 
 
Gunel anî ziman ku li Tirkiyeyê 3 meseleyên bingehîn hene; "Pirsgirêka kurd, azadiya baweriyê û têkiliya ked-sermayeyê." Gunel destnîşan kir ku ev her sê xal tim ji aliyê hêzên emperyal û hevkarên wan ve ji bo afirandina atmosfereke aloziyê tên bikaranîn. Gunel anî ziman ku pêvajoya heyî rewşeke bi vî rengî ye û got: "Ji bo gelê tirk û gelê kurd bera hev bidin, gelekî hewl dan. Lê bi ser neketin. Di mijara pirsgirêka baweriyê de, nakokiya di navbera elewî-sunnîtiyê de dan der bi bûyerên li Mereş, Çorûm, Sêwaz û Meletiyê hewl dan ku desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin. Dema ku Turk-Îşê xwest grevê bike, serokwezîra wê demê Tansû Çîller, gotibû, 'welêt parçe dibe, lê hûn radibin grevê dikin.' Em nikarin van hemûyan derî pirsgirêka kurd bifikirin."
 
ÇEWISANDINA RENG DIGÛHERÎNE
 
Gunel bal kişand ser pêkanînên ku ji demên berê heya niha tên kirin û got: "Wê demê jî feraseta bişavtin, çewisandin û rêbazên eskerî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd domandin. Wan jî baş dizanibû ku dê pirsgirêka kurd bi girtina partiyan, bi polîtîkayên bişavtinê û bi rêbazên tundiyê çareser nabe. Ji ber ku hûn tu carî nikarin hebûna gelekî ji holê rakin."
 
Gunel anî ziman ku zext û zordariya li ser derdorên muxalif û kurdan îro jî dewam dike û got: "Îro jî qeyûman tayinî şûna kesên hatine bijartin dikin, parlementeriya parlementeran tê betalkirin û wan digirin. Di navbera desthilatên berê û yên niha de hin cudahî hene. Ji wan yek jê jî siyaseta li ser xeta Kemalîzmê bû. Lê niha jî dest ji wê xetê berdane û çûne ser xeta ku wekî 'îslama siyasî' bi nav dikin. Lê her kesî jî marjînal dikin û bi v awayî hewl didin desthilata xwe ya siyasî bidomînin." 
 
Gunel bilêv kir ku polîtîkayên AKP'ê di nava civakê de dibin cihê cihêkariyê û got: "Tayîp Erdogan kesên ji xwe, kesên ne misliman, marjînal dike. Hewlwesta wê ya êrişkar a li hemberî derdorên muxalîf û bi taybet jî li hemberî HDP'ê, ji ber vê ye." 
 
'KETINA ROJAVAYÊ NE PIR HÊSAN E'
 
Gunel bal kişand ser êrişên AKP'ê yên li dijî destkeftiyên kurdan ên li derve jî û got, Erdogan heta duh jî digot ew dijminê SÛriyeyê ye, lê ji ber dijberiya xwe ya bi kurdan re hewl dide hevdîtinê bi Esad re bike. Gunel wiha got: “Ez wiha difikirim ku dê qêrînên şer ên Erdogan bi ruh û can nebin." Gunel bal kişand ser helwesta Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li hemberî DYA û Tirkiyeyê û wiha got: "Ger Putin li dijî vê ranebûna, niha dê dewleta Sûriyeyê tune bûya. Şer, hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de, dê Tirkiyeyê têxe nava buhraneke mezin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de şer dê li her derî belav dibe. Ji lewra ketina nava Rojavayê ne pir hêsan e. Lê mirov nikare bibêje etqez wê nebe. Feraseta Erdogan, nêrîna wî ya li siyasetê, nêrîna wî ya li gelan bi rastî jî pir xeternak e. Ji ber vê yekê ez nikarim bibêjim wê neke. Lê ne tiştekî pir hêsan e."
 
DIJMINATIYA HEMBERÎ KURDAN
 
Gunel anî ziman ku êdî derdorên rastgir û muhafizekar destekê nadin Erdogan û got: "Tiştên di destên wî de mane derdorê nijadperest û neteweperest in. Wan jî bi afirandina dijminan li dora xwe kom dike. Li Tirkiyeyê beranberiya nijadperetiya rasteqîn, dijminatiya li hemberî kurdan e. Bêyî dijminatiya li hemberî kurdan nikarin netewperestiya tirk bikin. Êrişa li ser Rojavayê jî ji ber vê yekê ye."
 
CIHÊ HDP LÊ DISEKINE
 
Gunel bilêv kir ku dê di nêz de li Tirkiyeyê hilbijartin çêbibe û bal kişand ser rola HDP'ê ya di pêvajoya hilbijartinê de. Gunel anî ziman ku yekane pêkhateya ku li dijî pergalê muxalefeta rast dike HDP ye û got, HDP di siyaset û têkoşîna demokrasiyê ya welêt de li cihekî girîng e. Gunel bal kişand ser zextên li ser HDP'ê jî û got, "Du sedemên hedefgirtina wê hene. Yek, ya ku organîzmayê pêk tîne gelê kurd e. Dudu, tevî pêkhateyên xwe ji bo demokrasî, mafên mirovan, mafên jinan, azadiyê û kedkaran muxalefeteke rast û cidî dike. Çi qasî wê bikin hedef bila bikin, lê dê tu carî bi ser nekevin. Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Gunel destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji aliyê partî û rêxistinên ku bi bangawaziya HDP'ê li hev kom bûne hatiye avakirin, girîng e û got: "Helbet ya ku li Tirkiyeyê demokrasiyê diparêze rêya sêyem e ku pêşengê wê jî HDP ye. Ez wê wekî pêkhateyeke ku li Tirkiyeyê li hemberî pergala heyî muxalefeteke dike dibînim. Ez wiha difikirim ku dê ev tifaq her wextê li gor vê peywirê tevbigere û muxalefeteke rast bike. Ên herî zêde pêdiviya wan bi demokrasiyê heye bindest in. Ez wisa bawer dikim ku dê vî barî hilgirtin." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

03/09/2022
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî