Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin

ERZIROM - Alî Riza Arslan diyar kir ku beriya ew hestiyên lawê xwe di kîsik de werbigire leşkeran bi wan gor daye kolandin û dema wî hestiyan dît gelek xemgîn bûye. Melîke Arslan got jî 7 sal bûn êşa lawê xwe dikişand û bi dayîna hestiyên di kîs de êşa wan zêdetir bûye. 
 
Bav û dayika Hakan Arslan, Alî Riza Arslan û Melîke Arslan ku piştî 7 salan di kîsek de hestiyên lawê xwe wergirtin, ji ajansa me re axivîn. Cenaze di 29’ê tebaxê de radestî bavê wî hat kirin û bir li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê veşart. Cenazeyê Hakan Arslan li kêleka gora birayê xwe ku sala par ji nexweşiya penceşêrê miribû veşartin. 
 
 
Melîke Arslan
 
LEŞKERAN GORÊ DANE KOLANDIN 
 
Alî Riza Arslan diyar kir ku beriya ew biçe cenaze werbigire leşkeran gazî wî kiriye û got: “Leşkeran ji min pirsî ku ez ê bi kî re biçim cenaze. Min got ez ê bi biraziyê xwe re biçim. Rêya çûnehata min jî pirs kirin. Beriya ez biçim Amedê leşkeran ji min re got li nasê xwe bigire bila biçin gorê bikolin. Min got dema em bizivirin em ê bikolin. Lê fermandarê qereqolê nehişt got divê îro bê kolandin. Ez li malbatê geriyam min got biçin gorê bikolin û dê qereqol bê kontrol bike. Qereqol çûye gorê kontrol kiriye û wêneyê gorê girtin.” 
 
'DINYA LI BER ÇAVÊ MIN TARÎ BÛ’ 
 
Arslan da zanîn ku piştî qereqolê ew çûye Amedê û nizanibûye cenaze li edliyeyê ye û wiha got: “Min digot qey cenaze li Saziya Tiba Edlî ye. Min du sê kaxezan tije kir û çûm cem katib. Kaxezan bi min da îmzekirin. Piştî kaxezek da min got ez ê biçim cenaze bînim bidim te. Ez şaş mam. Parêzer jî li cem min bû. Çû cenaze anî û teslîmî min kir. Dem amin hestî di kîsik de dît ez xemgîn bûm û nebaş bûm. Çavê min tiştekî nedît û dinya li ber çavê min tarî bû. Got ev cenazeyê te ye û min hilda ber dilê xwe û derketim. Kurê min 22 salî bû û piştî 7 salan hestiyên wî di kîsek de dan min. Êdî tiştek nayê bîra min…” 
 
Alî Riza Arslan
 
‘HEMA ME DIXWEST TILIYEK WÎ JÎ HEBE EM VEŞÊRIN’ 
 
Arslan anî ziman ku ji bo cenazeyê lawê wî darbest nedane wî û wiha got: “Di qutiyek hundirê kîs de dan min û gotin ‘ha ji te re û biçe’. Min digot hema bila tiliyek wî jî bidin min, ez bibim li axa warê wî veşêrim û dilê me rehet bibe. Şikir ji vê re jî ku me hestiyên wî wergirt. Divê ne wisa bûya. Pêwiste di darbestekî de cenaze radestî me bikirina.”
 
TÊKOŞÎNA 7 SALAN 
 
Arslan destnîşan kir ku dewlet “nedirûst e” û hê jî cenazeyên ku radestî malbatên wan nekirine hene û wiha got: “Me dixapînin. Zilmê li me dikin. Me dikujin. Cenazeyên me jî bi vî rengî teslîmî me dikin. Hê jî bi hezaran kes hene ku cenazeyê wan, hestiyên wan winda ne hene. Em 7 salan têkoşiyan û me di dawiyê de hestiyên lawê xwe wergirt. Divê hemû malbat têbikoşin da ku cenazeyên xwe werbigirin.” 
 
XWEST BARO GILÎ BIKIN 
 
Arslan bi bîr xist ku cenazeyê lawê wî 9 mehan li Stenbolê maye û bi giştî salek û 8 meh cenaze rawestandine. Arslan got Baroya Amedê derbarê berpirsiyarên ku van kirinan anîne serê cenaze gilî kiriye û xwest baroyên din jî gilî bikin. 
 
‘ÊŞA MIRINÊ LI ME NÛ BÛ’ 
 
Melîke Arslan jî da zanîn ku lawê ji Stenbolê çûye Amedê û haya wan jê nebûye û lawê xwe bi pir delalî mezin kiriye. Arslan destnîşan kir ku 7 salan ew li cenazeyê lawê xwe geriyan e û got: “Di dawiya dawî de me cenaze wergirt. Xistin kartonekî û dan ber dilê bavê wî. 7 salan me êşek bêtarîf kişand. Bi dayîna cenaze ya di kîsik de carek din li ber çavê me bû mîna mirinê. Êşa li ser êşê bû. Êşa niha ji dema mirinê zêdetir bû. Ez nikarim qal bikim. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Xwedê vê ax û êşa min ji wan re nehêle. Ev 7 sal bûn ez digiriyam. Lê xwedê şikir ku me hestiyên lawê xwe wergirt û li axa xwe veşart.” 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

03/09/2022
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî