Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye

  • jin
  • 09:00 1 Îlon 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Jinên ku li Hala Tomerîfiroşan û Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê di şert û mercên giran de dixebitin û bi tacizê re rû bi rû dimînin, li gel hemû zor û zehmetiyan jî bal kişandin ser hêza hevgirtinê.
 
Jinên ku di beşa pakêtkirinê ya Hala Tomerîfiroşan û Zebze û Fêkiyan a Mêrsîn de dixebitin, çendî zêde dixebitin jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. Her wiha jinên xebatkar li gel şert û mercên giran, li vir rastî tacizê û nîqaşên zayendperest jî tên. Jinên ku serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û heya 17.00'ê êvarî dixebitin, heqdesta wan di navbera 210-230 lîreyî de ye. Car heye jî heya saet 20.00-21.00'ê jî dixebitin, lê heqê mesaiya wan nayê dayîn.
 
BI TENA SERÊ XWE DEBARA MALÊ DIKE
 
Pîroz Gorgulu ku piştî erdheja Wanê ya di 23'yê Cotmeha 2011'an de çêbûbû koçî Mêrsînê kiriye û ji ber rewşa aborî nikare vegere, 5 sal in li halê dixebite. Gorgulu bilêv kir ku ew û keça xwe ya 16 salî ji bo debara malê bikin di beşa pakêtkirina sîran de dixebitin ji bo debara malê û got: "6 zarokên min hene. Ez û keça xwe mecbûr in debara malê bikin. Ji ber ku mesrefê dibistanê pir zêde ye min ew neşand dibistanê. Ez di kirê de me, em mecbûr in debara malê bikin. Şert û mercên kar pir giran in, mîgren bi min re heye, li ber tavê zehmetiyê dikişînim. Em rojê 200 TL'yî distînin. Jixwe her roj tune ye, em heftê 2 rojan tên. Em bi vî pereyî ancax heqê kirê, ceryanê û avê didin. Car heye em nikarin lazmatiyên metbaxê bikirin." 
 
SÎGORTE TUNE YE
 
Bahar Adiguzel ku ji 13 saliya xwe ve di beşa pakêtkirina sebze û fêkiyan a halê de dixebite diyar kir ku serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û got, lê pirî caran dema bidawîbûna mesaiyê nediyar e. Adiguzel ku niha 28 salî ye anî ziman ku ew mehek e tevî alçiya di lingê xwe de dixebite û got: “Dema hatine ma ya kar diyar e, lê dema derketinê nediyar e. TIR kengî tije bibe. Halê lingê min ev e, lê mecbûr im bixebitim. Meaşê me yê sabit 230 TL ye. Heqê keda me bi dest me nakeve. Sîgorte tune ye. Tiştek bê serê me sîgorteya me tune ye ku em biçin nexweşxaneyê. Zivistanê ji sermayê destê me tiştekî nagire, em nikarin bixebitin. Navbera xwarinê jî tune ye. Tu çawa xwarina xwe dixwî diçî ser kar." 
 
TACIZ
 
Adigûzel wiha behsa zor û zehmtiyên li halê kir: “Wekî jin xebata li halê pir zor e. Ajokarên kamyonan bela xwe di me didin. Em li vir nikarin tîşortên milqot jî li xwe bikin. Mêr her tim bela xwe di me didin, bi awirine pîs li me dinêrin. Em ên di ber dikanê re derbas dibin dibînin. Sirf ji bo li jinan mêze bikin di wir re diçin û tên. Mixabin em rastî tiştên wiha tên. Em jin divê em li her derî xwe biparêzin.”
 
Nerîman Çîçek ku di salên 1990'î de ji ber rewşa aborî ji Êlihê koçî Mêrsînê kiriye, diyar kir ku 17 sal in ew dixebite. Çîçek bal kişand ser şert û mercên xebatê û wiha got: “Carinan em heya derengê şevê dixebitin. Heqê mesaiyê pir kêm e. Serê sibê tu nexweş bî jî divê tu werî. Divê kamyon tije bibe. Zivistanê em di bin baran û nava heriyê de û havînan jî di bin tavê de dixebitin. Lê dîsa jî sîgorteya me tune ye. Ji ber xebata zêde, rehên milên min li hev asê bûne."
 
HÊZA PIŞTEVANIYÊ
 
Çîçek bilêv kir ku di nava jinên li halê dixebitin de hevgirtinek jî heye û got: “Serê sibehê gava têm halê, gelek caran rastî tacizê jî têm. Min bihîstiye ku gelek jinên li vir rastî tacizê hatine. Dema tiştên wisa diqewimin em jin dibin yek. Em hev du nas nekin jî em li hev xwedî derdikevin. Berê heqdesta me ya rojane 170 TL bû, lê piştî çalakiya jinan kirin 210 TL."
 
MESAIYA LI MALÊ
 
Dayika 4 zarokan Zelîş Elmastaş jî ev tişt gotin: “Ez ji 12 saliya xwe ve li nav zeviyan, li bazar û baxçeyan dixebitim. Em pir diwestin. Piştî karê vir, diçim karên malê jî dikim. Divê ez cilan û firaqan bişom, xwarinê çêbikim. Meaşê ku em distînin rojane 210 TL ye. Ez ji Tarsûsê têm vir. Rojane heqê rê 34 TL ye. Nîviyê meaş diçe. Ev ne mafê me ye, lê em mecbûr in bixebitin. Heqdesta me ya rojane herî kêm 250 TL be belkî em karibin debara xwe bikin. Heqê rê ji kîsî me ye. Dêya min li zarokên min dinere, lê gava dêya min nexweş dikeve ez her du zarokên xwe bi xwe re tînim vir." 
 
MA / Mûkadder Akyol
 

Sernavên din

03/09/2022
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî