Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in

  • rojane
  • 09:07 24 Tebax 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze Rêvebiriya Xweser teslîm bigire û got, berpirsên van êrişan Rûsya, DYA û Koalîsyona Navdewletî ne. 
 
Tirkiye tevî hêzên paramîlîter hema bibêje her roj êrişê dibe ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gel van êrişan desthilatdariya AKP-MHP’ê jî li ser hev daxuyandiyan dide û bi êrişên hîn berfirehtir gefê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Her wiha rayedarên desthilatê ji bo erêkirina êrişan li ser hev hevdîtinan bi rayedarên Rûsya, Îran û DYA’yê ra dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li hemberî van êriş û gefên Tirkiyeyê destnîşan dike ku "dê mafê parastina rewa bê bikaranîn."
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêm û êrişên Tirkiyeyê nirxandin. 
 
‘RÛSYA Û KOALÎSYON JÎ BERPIRS IN'
 
Bîlgîn anî ziman ku Tirkiye ev demeke rêbaza êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guherandiye û got: “Êrişên bi armanca komkujiyê tên kirin. Ev êriş, di sala 2020'an de li hemberî jinên pêşeng ên endamên Kongreya Starê Zehra Berkel, Emîne Veysî û Hebûn Mele Xelîl dest pê kirin. Ev 3 jin li Kobanê di êrişên hewayî de şehîd bûn. Piştre di sala 2021’ê de li Kobanê mala ku Abdullah Ocalan li dima hedef hat girtin. Bi van her du êrişan re, êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên bi SÎHA û Amûrên hewayî yên Bêmirov (ÎHA) li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Bi van êrişan paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef hat girtin. Jinên pêşeng, jinên ku DAIŞ têk birin, jinên ku ji cîhanê re bûn mînak hedef hatin girtin. Ji wê rojê heya niha êriş nesekinîne. Ne êrişên bi SÎHA'yan ne jî bombebaran. Her wiha suîqest jî tên kirin.”
 
Bîlgîn bilêv kir ku êriş ewilî li Kobanê dest pê kirin, sedema vê jî ew e ku Kobanê cihê ewil ê têkşikîna DAIŞ'ê ye û Xweseriya Demokratîk ewilî li vir bi ruh û can bû. Bîlgîn got: "Ji ber ku ev yek di nava dewleta tirk de wekî ukdeyê maye, îro bi SÎHA'yan Kobanê dike hedef. Beriya van êrişan DAIŞ’ê êriş dikir. Hewl dida ku pêşengên şoreşê şehîd bixîne. Dixwest kdi nava gel de komkujiyekê bike. Ev armanc û hewldan jî ji aliyê QSD’ê ve hatin astengkirin. Lê niha Tirkiye vê yekê dike. Ev ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin. Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navdewletî jî ji van êrişan berpirsyar in."
 
‘BÊ DESTÛR AMÛREKE HEWAYÎ JÎ NIKARE BIKEVE HERÊMÊ'
 
Bîlgîn da zanîn ku bêyî destûra hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê balafirek jî nikare têkeve herêmê û got: “Dema ku balafirek dewleta tirk bikeve herêmê, haya Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikûmeta Şamê jê heye. Ji şerê Girê Spî û vir ve ev herêm di bin berpirsyariya hikûmeta Şamê û Rûsyayê de ne. Lê belê ev êriş nesekinîn. Heta niha ne ji Şamê ne jî ji Rûsyayê ne jî ji Koalîsyona Navdewletî kesî tu bersiva van êrîşan nedaye. Çendî leşkerên hikûmeta Şamê dibin hedef jî. Ne bersiveke bi heman awayî hatiye dayîn ne jî daxuyaniyek fermî hatiye dayîn ji aliyê hikûmeta Şamê." Bîlgîn bilêv kir ku bi taybetî piştî hevdîtinên li tax û kolanan êriş pêk hatin û got: “Niha Dirbesiyê, Amûdê, Qamişlo û Kobanê dibin hedef. Berê ev der dihatin bombebarankirin, lê ne bi qasî niha. Li vir hem leşkerên Şamê hem jî yên Rûsyayê hene. Lê belê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn."
 
Bîlgîn anî ziman ku di du hefteyên dawî de êrişên bi SÎHA'yan gelekî zêde bûne û got, piştî hevdîtina li Soçî û Tehranê Tirkiye destûra êrişan wergirtiye. Bîlgîn bibîr xist ku yji fermandarên pêşeng ên şerê li dijî DAIŞ'ê de Jiyan Tolhildan di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, Bîlgîn bilêv kir ku Tolhildan jî di nava wê şandeyê de hebû ku bi Koalîsyona Navneteweyî re hevdîtin pêk anîbû û got: "Koalîsyona Navneteweyî jî beriya niha peyameke şermezarkirinê weşand. Ev ne bes bû."
 
‘DIXWAZIN QIRKIRINÊ BIKIN'
 
Bîlgîn bilêv kir ku di hevdîtinên li Tehranê de derketiye holê ku Tirkiye hewl daye ku vegere têkiliyên xwe yên beriya 2011’an ên bi hikûmeta Şamê re û got: “Li vir bingeha hevdîtina Tirkiye û hikûmeta Şamê hat avêtin. Armanca Rûsyayê û Îranê ev bû ku Tirkiye û hikûmeta Şamê bînin ser heman maseyê. Îran jî li dijî Xweseriya Demokratîk radibe. Belê, ew bi dengekî bilind li ber êrişên Tirkiyeyê radibe, lê dixwaze Tirkiye û Sûriye bi hev re tevbigerin. Sûriye, dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak bibe. Rûsya jî dixwaze bigihê van armancan. Ji ber vê sedemê Rûsya li Soçiyê ji Tirkiyeyê re got, “Têkiliya xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re baştir bikin.' Armanca vê çi ye? Li vir dixwazin li herêmê Mutabaqata Edeneyê ji nû ve pêk bînin. Wekî hûn dizanin di sala 1998’an de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de Peymana Edeneyê hat îmzekirin û piştî vê peymanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji Sûriyeyê derket. Gelek kes şehîd ketin. Gelek jê hatin girtin û radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Îro jî dixwazin tiştekî bi wî rengî bikin. Bi taybetî jî dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê bikin. Yanî li dijî Rêvebiriya Xweser, li dijî gelê herêmê dixwazin pêvajoyeke nû ya qirkirinê bidin destpêkirin."
 
DIXWAZIN RÊVEBIRIYA XWESER TESLÎM BIGIRIN
 
Bîlgîn anî ziman ku Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan di dema êrişên li hemberî Kobanê de bi rayedarên Şamê yên Sûriyeyê re hevdîtinan dikir û got: “Dixwazin van hevdîtinan xurttir bikin. Her wiha têkilarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îstîxbaratê kom dikin. Tenê hikûmeta Sûriyeyê bê îstixbrataê ande. Ji DYA û Rûsyayê jî îstîxbaratê digirin. Bi vî awayî êriş dikin. Dixwazin gelê kurd, gelên herêmê qir bikin." Bîlgîn destnîşan kir ku nakokiyên di navbera komên çekdar ên bi navê "Muxalefeta Sûriyeyê" û Tirkiyeyê de ji ber bertekên li hemberî van hevdîtinan derketiye holê û wiha got: "Tirkiye dixwaze çeteyan radestî hikûmeta Şamê bike. Ji ber vê yekê Erdogan di rêya Soçiyê de silava Rabîayê şand. Ev silav ji çeteyan re bû. Ji ber ku ne diyar e dê kengî wan bifroşin. Êdî nizanin ê çi bikin ji van çeteyan. Yan dê wan bikin şerê li hemberî gelê kurd û tune bikin yan jî wan wekî terorîst radestî hikûmeta Şamê bikin. Heta ku muzakereyên di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de berdewam bikin, helbet hikûmeta Şamê jî dê van çeteyan bixwaze. Her wiha li ser Idlibê jî guftûgoyê dikin. Di Peymana Soçiyê de ji Tirkiyeyê hat xwestin ku Idlibê radestî hikûmeta Şamê bike. Lê nehat kirin. Niha jî dixwazin dewleta tirk çeteyên xwe ji Idlibê derxe. Tirkiye beriya vê doza çi dikir? Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî berfireh. Bi vî awayî dixwazin Rêvebiriya Xweser teslîm bigirin."
 
HÊZÊN MILÎTARÎST
 
Bîlgîn anî ziman ku bi salan e bûne şahid ku civînên ku rayedarên Rêveberiya Xweser ne tê de li Sûriyeyê nebûne cihê çareseriyê ye û wiha dewam kir: “Krîz her roj kûrtir bû. Armanca wan ew e ku vê krîzê hîn zêdetir kûr bikin. Bi taybetî jî armanca dewleta tirk ev e; dixwaze vê krîzê hîn bêtir kûr bike û gelê herêmê radest bigire. Dixwaze bi koçberkirinê radest bigire ku çeteyên xwe li vir kom bike. Di sala 2019’an de dema dewleta tirk nexşerêya wê dagirkeriyê nîşan da, bi desteka TOKÎ’yê armanc dikir ku van herêman bike devera çeteyan. Ev armanc hê jî didome. Çeteyên li Efrîn, Serêkanî, GrêSpî, Ezaz, Bab û Cerablûsê ev yek dîtin, lewma li dijî vê îhtîmalê rabûn ser pêyan. Her kesî dît ku bê çawa alaya tirk şewitandin. Li dijî dewleta tirk dirûşme berz kirin. Lê pir dirêj dewam nekir. Sedem destwerdana Enqereyê bû. MÎT’ê mudaxele kir. Dewleta tirk bi xwe jî mudaxele kir û serîhildanê rawestand. Çete jî nizanin dewleta tirk wê kengî wan bifiroşe. Ji ber vê serî radikin."
 
Bîlgîn destnîşan kir ku di çrişa gengaz a Tirkiyeyê de wê rewşeke ji ya ji êrişên berê pir cudatir rû bide û got: “Di van şeran de gelek tecrûbe hatin bidestxistin. Fermandarên leşkerî yên herêmê jî vê yekê dibêjin. Dê ne wekî berê be, eger êriş dest pê bikin dê peymanên di navbera Amerîka, Rûsya û hikûmeta Şamê de yên bi QSD’ê re betal bibin. Hêzên QSD’ê biryar girtiye ku ger êrişî herêmê bê kirin dê li her derî şer bike. Dewleta tirk jî dizane ku wê nikaribe ji bin vê yekê derkeve. Ji bo vê jî bi êriş û bombebaranên bi SÎHA'yan hewl dide binesaziya xwe amade bike. Dixwaze tu kes li herêmê rê li ber van êrişan negire. Lê bi ser nakeve. Ji ber ku berxwedan bûye parçeyek ji jiyana gelan.”
 
‘GEL XWE BIRÊXISTIN DIKE'
 
Bîlgîn anî ziman ku tirsa sereke ya Tirkiyeyê qebûlkirina statuya herêmê ye û got: "Çawa ku ji statuya Başûrê Kurdistanê ditirse, bi heman awayî ji statuya herêmê jî ditirse." Bîlgîn da zanîn ku Tirkiye li bendê ye ku bi êrişên xwe gelê herêmê bitirsîne, koçber bike û wan li ber Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rake ser pêyan û got: “Bi vî rengî dixwaze bi hêsanî herêmê dagir bike. Êrişên xwe bi vê mantiqê pêk tîne. Ev hemû li ber çavên hikûmeta Şamê û Rûsyayê diqewimin. Lê gel van pêkanînan qebûl nake. Gel bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan dide." Bîlgîn bilêv kir ku gelê herêmê li hemberî êrişan xwe bi rêxistin kiriye û got: “Çawa bi berxwedanê DAIŞ têk çû, niha jî bi biryar in ku dê ku dewleta tirk û çeteyên wê jî bi heman awayî têk bibin. Amadekariyên xwe dikin. Mewziyên xwe çêdikin. Sitargehên xwe çêdikin. Li hemberî êrişeke gengaz, li hemberî dagirkeriyê xwe perwerde dikin."
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

27/08/2022
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin