Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin

  • rojane
  • 09:01 24 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Di biryara dadgehê de ya derbarê cezayê li rojnamevan Abdurrahman Gok hatiye birîn ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin. 
 
Di Newroza Amedê ya 2017'an de gava polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuşt, rojnamevan Abdurrahman Gok bi wênegira xwe ew kêlî tomar kiribû. Ji ber vê dihat xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 25 sal û 6 meh ceza lê bê birîn. Piştî darizaneidneke dûr û dirêj dadgehê di warê îdiaya "endamtiya rêxistinê" de biryara beraet dabû Gok, lê bi îdiaya "propagndaya rêxistinê" jî 6 sal û 22 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.  
 
Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê, hinceta biryara xwe ya ji bo cezayê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li rojnamevan Abdurrahman Gok hatibû birîn eşkere kir. Lê belê di hinceta dadgehê de bi tu awayî nehatiye diyarkirin ku parvekirinên ji aliyê Gok ve hatine kirin nûçeyên wî ne. Dadgehê, nûçeyên Gok ên têkildarî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê, bi hinceta YPG'î û sembolên YPG'ê di wan de hene wekî sûc hesibandine, lê diyar nekiriye ku ev parvekirin û dîmen ên nûçeyên hatine çêkirin bi xwe ne û her wiha li ser rojnamevaniya Gok nehatiye sekinandin. 
 
‘ROJNAMEVANÎ NEHATIYE NÎQAŞKIRIN'
 
Parêzerê rojnamevan Abdurrahman Gok, Resûl Temur biryara dadgehê nirxandin û wiha got, "Me nimûneyên ewraq û nasnameyê yên rojnamevaniya Gok didin der û nûçeyên ku ew wêne tê de ne berpêşî dadgehê kirin, lê dîsa jî dadgehê di hinceta biryara xwe de li ser belgeyên têkildar nesekiniye. A rast ev yek jî nîşan dide ku dadgeh bêyî ku delîlên berbiçav ên di dosyeyê de nîqaş bike ji bo cezakirinê tevgeriyaye. Wêneyên ku ji bo cezakirinê esas hatine girtin, ji aliyê Gok ve li deverên pevçûn lê rû dane wekî kirdeya nûçeyê hatine girtin, lê dadgehê ev wêne û dîmenên di vê çarçoveyê de ji nedîtî ve hatiye û ji ber nûçeyên ku Gok çêkirine ceza lê biriye. Ji xeynî vê di biryarê de nehatiye diyarkirin ku bê ka çima ev nûçe û wêne wekî sûc hatine hesibandin. Ji dêvla vê îfadeyên matbû esas girtiye û gotiye îfadeyên Gok, îfadenî ji bo xwexwelaskirina ji ceza ye. Halbûkî Gok di her warî de pratîka xwe ya rojnamevaniyê û rojnamevaniya xwe parastiye.
 
Biryara hatiye dayîn, xwedî armanceke ku Gok dest ji van parastinan berde û paş de gav bavêje. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didin der ku divê ev fikir û parvekirin li derî çarçoveyê neyên nirxandin. Lê belê dadgeha herêmî, berekesê vê tevgeriyaye ku ev yek nekiriye mijara biryara xwe û xebatên rojnamevaniyê jî bi tu awayî nîqaş nekiriye. Dadgeha herêmî bêyî ku li ser awayê vegotina ramanê ya bi wêneyan bisekine, parvekirina wêneyan bi awyaekî şiklî şîrove kiriye û wekî sûc hesibandiye. Bi vî awayî nîşan daye ku hemû rojnamevanên nûçegihaniya şer dikin, dikarin ji ber nûçeyên xwe bên cezakirin." 
 
‘DI DEMA AMADEKIRINA ÎDIANAMEYÊD E BIRYAR HAT DAYÎN'
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok jî biryara dadgehê nirxand û got: “Min di tevahiya parastina xwe de bi delîlan nîşan da ku her îdiaya ku dozgerî wê wekî sûc dihesibîne xebatên rojnamegeriyê ne û min ev hemû bi delîlan danî holê. Min hemû piştrast kirin û ew parastin. Li ser vî esasî min di her danişînê de hem bi devkî hem jî bi nivîskî bi rûpelan parastin kir. Lê belê, dadgehê di hinceta biryara xwe de gotiye, ji bo neyê cezakirin ev parastin kirine. A rast ez di gelek dozan de rastî vê hevoka qalibî hatime. Lê belê ew tiştên min ew wekî sûc qebûl nekirine û çendî min qebûl kiriye ku ew nûçe û wêneyên behsa wan tê kirin ên min jî, lê cardin hevokek bi vî rengî hatiye bi kar anîn. Ecêb e. Ev yek jî îspat dike ku gava îdianame hatiye amadekirin dadgehê ev biryar daye. Lidarxistina danişînan, bû mîzanseneke hiqûqî. Îfadeyên şahidê veşarî Sabir jî tê de hene ku gotibû dema Kemal Kûrkût hatiye qetilkirin wî dîmenên wê kêliyê bi fermana rêxistinê girtine. A rast ev îfade pir eşkere nîşan dide ku bê ka ev ceza çima hatiye dayin." 

Sernavên din

27/08/2022
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin