‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'

  • rojane
  • 09:03 23 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku dewlet ji mirinên li girtîgehan berprisiyar e û li dijî binpêkirinên mafan ji bo piştevaniyeke civakî ya xurt bang kir.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin û li ser hev xebera mirina girtiyên nexweş tê. Bi qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz re ku di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha  Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 2'yan  ya Rihayê hat qetilkirin, di 8 mehên dawî de hejmara cenazeyên ji girtîgehan derket bû 43. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene di girtîgehan de. Girtiyên nexweş ên ku nayên berdan, bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.
 
Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku sedema zêdebûna qetlîamên li girtîgehan şert û mercên girtîgehan e û got, li girtîgehan pirsgirêkên di warê xwegihandina mafê tenduristiyê de rû didin û îşkenceyên tên kirin dikin ku girtiyên nexweş zûtir bimirin. Her wiha Yolerî bilêv kir ku ev yek li girtîgehan bûyerên "xwekuştinê" jî zêdetir kirine û got, dewlet ji mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berpirsiyar e. 
 
KOMKUJIYÊN NETOMARKIRÎ
 
Yolerî diyar kir ku 43 kesên ku di 8 mehên dawî de li girtîgehan hatine qetilkirin, ne ku piştî hatine berdan jiyana xwe ji dest dane û got, lê eger ên piştî berdanê jiyana xwe ji dest dane jî lê bê zêdekirin dê hejmar zêdetir bibe. Yolerî got: “Mesela, piştî ku girtî dikeve komayê, biryar tê girtin û pozîsyoneke wekî ku piştî hatiye berdan jiyana xwe ji dest daye, derdikeve holê. Ji ber vê yekê bûyerên bi vî rengî ji yên jiyana xwe ji dest dane de nayên hesibandin. Helbet em hewl ku vê yekê jî tespît bikin."
 
TECRÎD BERBELAV BÛYE
 
Yolerî destnîşan kir ku tecrîda girankirî û berbelav a li girtîgehan rêbazeke îşkenceyê ye û sedemeke mirinan jî ev tecrîd bi xwe ye. Yolerî anî ziman ku ji sala 2000'î ve tecrîd bi awayekî sîstematîk li girtîgehan tê pêkanîn û her diçe mînakên nû û girantir tên plankirin. Yolerî ji bo vê got: "Wekî hûn jî dizanin rayedarên dewletê bi xwe ragihandin ku wê li girtîgehên tîpa S û Y'yê tecrîdeke girankirî pêk bînin. Lewma mirov dikare bi rihetî bibêje ku ev îşkenceya girankirî ya tê pêkanîn, mixabin bi taybetî paralelî van xwekuştinan e an jî pêwendiya wan bi xwekuştinan re heye." 
 
GEFXWARIN
 
Yolerî anî ziman ku girtîgeh cihên ewil ên polîtîkayên çewisandinê yên dewletê ne û got, dewlet girtîgehan li hemberî civakê wekî xetereyê bi kar tîne. Yolerî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Tirkiyeyê girtina her kesî pêkan e û haya her kesî jî ji vê heye û dizanin dibe ku rojekê tiştên tên serê girtiyan bên serê wan jî. An jî îro her kes yeqîniya xwe bi daxwaza ji bo edaletê tîne. An bi awayekî şexsî ev hatiye serê wan an jî li derdora xwe bi gelek mînakan re rû bi rû maye. Lewma, a rast çavê her kesî li girtîgehan e. Çi diqewime û bandora pêkanînên li vir a li ser civakê çawa ye? Ger hûn muxalif bin an jî xwedî helwesteke muxalif a ne lig or dilê desthilatê bin, dewlet dibêje 'Dê dawiya we girtîgeh be û li girtîgehan jî dê dawiya we ev be.'" 
 
PIŞTEVANÎ
 
Yolerî xizmên girtiyên ku doza edaletê dikin, malbatên Roboskiyê, malbatên Pirsûsê, malbata Şenyaşarê û malbatên kesên ku di karesata trênê de ya Çorluyê jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û got: “ A rast, civak ji aliyekî ve dikele. Lê em dibînin ku her yek ji wan di qada xwe ya herêmî de sînordar e. Yanî ger mirov lê binêre têkoşîna civakî her tim li cihên cuda, parçe parçe didome. Mirov dikare bibêje ku gava hatine li cem hev çênebe, ev polîtîkayên çewisîner ên giran xwedî bandor in. Îro ro, îtîraza herî biçûk jî dikare bibe cihê encamên pir giran. Lewma pêwîst e hin çalakiyên ku bibin cihê hêvî û hevgirtinê divên. Dibe ku piştî vê yekê mirov bi hêsanîtir karibin rîskê bigirin ber çavên xwe, çimkî wê gavê wê zanibin ne ew ne jî malbata wan dê bi tenê neyên hiştin."
 
FERASETA CIHÊKAR
 
Yolerî diyar kir ku neberdana siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a nexweşîna demansê lê peyda bûye, "cudakarî ye" û got, li Tirkiyeyê pergala înfazê bi "zêhniyeta cudaxwaz" çêkirin. 
 
BERPIRSIYARIYÊN DEWLETÊ
 
Yolerî di berdewama axaftina xwe de got: “Welatî girtî bin jî dewlet divê mafên wan biparêze. Divê mafê gihîştina tenduristiyê, dermankirinê û jiyanê biparêze. Îşkence bi temamî qedexe ye û divê dewlet dest ji îşkenceya li girtîgehan berde. Dewlet nikare hiqûqa navneteweyî ya ku destûra bingehîn girêdayî wê ye paşguh bike. Lewma em ê tim bi israr berpirsyariyên dewletê bînin bîra wê. Û ji bo ku dewlet van erkan bi cih bîne, çi hewce û helwdan bivên em ê bikin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Yolerî bang li civakê kir ku li hemberî binpêkirinên li girtîgehan hesas be û got: “Hesasiyeta civakê hem tê wateya haydarbûna ji mijarê hem jî berteka li dijî vê meseleyê. Yanî divê çawa bertek nîşan bide? Bi tevlîbûna çalakiyên ku tên lidarxistin, bi çalakiyan, li vû tevgeran çûyîna bi ser saziyên têkildar  re, bertekên ji bo ku dewlet li gor mafên mirovan û hiqûqê tevbigere... An jî dikarin piştgiriya girtiyan û xizmên wan bikin." 

Sernavên din

24/08/2022
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne