Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?

  • rojane
  • 09:06 22 Tebax 2022
  • |
STENBOL - Fînce Akman a ku di Nobeta Edaletê de gelek caran bi îşkenceya polîsan hatiye binçavkirin, destnîşan kir ku destên wê ji ber kelemçeyan şîn bûne û anî ziman ku polîsan ji bijîşk re wiha gotiye, “Tu dê tu raporan nedî wan, dê bidî me.” Akman got ku dema wê ji polîs re gotiye “Tişta hun dikin îşkence ye” polîs ev bersiv daye wan, “Erê, ez jî dizanim”.  
 
Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine taloqkirin, ji bo girtiyên wan bên berdan tevî zext binçavkirin û îşkenceyan Nobatên Edaletê bi mehan e biryardarî tên domandin. Çalakiya yekem di 16’ê mijdara 2021’an li Amedê dest pê kir û bi rêzê belavî Wan, Stenbol û Îzmîrê bû. Malbatên ku di 24’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê dest bi çalakiyên nobetê kirin ji bo girtiyên xwe têkoşîna edaletê li navçeyên cûda cûda didomînin.
 
Dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 3’yemîn a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman, dayîka Xemgîn Karakaş ê di hucreya Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê de tê ragirtin Cemîle Karakaş, xwîşka girtiyê nexweş ê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa L ya Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, xwîşka Erdal Ozel ê di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2’yan de tê ragirtin Kûmrî Akgul û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan a ku 2 keçên wî di girtîgehê de ne, tevî qedexe, zext û tundiya polîsan, dest ji çalakiyên xwe bernadin. Malbatên piştî her çalakiyên rojên pêncşemê tên derbkirin, destên wan bi paş ve tên kelemçekirin li midûriyeta polîsan jî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin.
Dayika girtî Fînce Akman derbarê tûndiyên li dijî çalakiyên xwe û bêdengiya raya giştî de axivî. 
 
ARMANCA ÇALAKIYÊ
 
Akman destnîşan kir ku binpêkirina mafan ên di girtîgehan de tên meşandin ne di rojeva welat ne jî rojeva navnetewî de nayên dîtin û bi bîr xist ku di mehên dawî de gelek cenezeyên girtiyan ji girtîgehan derketin. Akman, diyar kir ku gelek malbatên girtiyan, ji ber rewşa heyî bifikar in û derbarê armanca çalakiya xwe de ev tişt gotin: “Me ji bo zilm û hovîtiya li girtîgehan tê meşandin dawî bibe dest bi Nobeta Edaletê kir.” Akman, anî ziman ku ew ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin, daxwaza edaletê dikin ev tişt gotin: “Em ji bo ku dilê ti kesî neşewite vê yekê dikin. Lê mixabin dewlet van nabîne. Me binçav dikin û îşkenceyê li me dikin. Bi gotina ‘Em dewlet in’ heqeretê li me dikin û destên me bi paş ve kelemçe dikin. Destên min ji ber kelemçeyan tevizî ne.”
 
POLÎS LI ÎŞKENCEYA XWE MIKUR HAT
 
Akman anî ziman ku ew her hefteyê bi derbkirin tên binçavkirin û da zanîn ku zext dê nikarin wan biçewisînin. Akman destnîşan kir îşkenceya polîsan a li dijî çalakiya wan a hefteya borî ya li Bahçelîevler di raya giştî de hat dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema binçavkirinê de polîsan min serdevkî avêtin erdê. Serê min li erebeyê ket. Dema ku serê min li erebeyê ket min go qey ji guhê min ava gerim derket. Dema ku min çavên xwe vekirin, polîsek avê li rûyê min dikir. Di wê kêliyê de min bertek nîşan da û got ‘Ez ava we naxwazim. Li me dixin û ser re jî avê didin.’ Dema ku min pirsa ‘Ma dayik û bavên we nîn in?’ ji polîs kir, polîs bersiva ‘Dayîk û bavên me di malê de rûdinin.’ da min. Li ser vê yekê min jî ev bersiv da wan, ‘Hûn ji ber ku li aliyê zilmê dikin in, ji xwe dê dayîk û bavên we li malê rehet birûnin. Hûn zarokên me dixin girtîgehê û zilmê li wan dikin û pişt re ji me re dibêjin herin li malên xwe rehet rakevin.”  
 
Akman got ku polîsan ew bi paş ve kelemçekirine birine nexweşxaneyê û destên wê jî, ji ber ku kelemçeya plastîk pir hatibû şidandin, şîn bûbûn. Akman derbarê mikurhatina polîsan de ev tişt gotin: “Min destên xwe nîşanî bijîşk dan. Bijîşk serê xwe anî xwarê. Pişt re polîsan xwestin kelemçeya di destên min de pê tornevîdeyê vekin. Meqes jî anîn lê xwestin bi tornevîdeyê vekin. Li wir jî destên min şidandin û îşkence li min kirin. Bijîşk ji min pirsî, ‘Çi yê we heye?’ Min jî got, ‘Tu bi xwe jî dibînî, Ez êdî çi bêjim te?’ Polîs milê min şidand. Dema ku min ji wan re got hûn îşkenceyê dikin, polîs li xwe mikur hat û ev tişt got, ‘Erê ji xwe îşkence ye, ez jî dizanim.’”
 
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
 
Akman berteka “Çima dinya bêdeng dimîne, guhên xwe digire” nîşan da û xwest her kes îşkenceya ku li wan tê kirin bibîne. Akman bi bîr xist ku dema li Tirkiyeyê îşkence li ajalekê tê kirin, medya li ser vê yekê bi saetan û rojan  diaxive û got: “Çima kesek me nabîne? Çima kes pirsa ‘Gelo polîs her roj çima van derb dike?’ ji xwe napirse? Em mirov in.”
 
BANG LI SAZÎ Û MALBATAN KIR
 
Akman anî ziman ku li Stenbolê gelek malbatên girtiyan hene û bang kir ku ew jî piştevaniya wan bikin û li dijî bêheqiya tê meşandin deng derxin. Akman bi bîr xist ku gelek saziyên li Stenbolê gotin ku ew ê piştgirî bidin wan û axaftina xwe wiha domand: “Gotin ku em ê li cem we bin. Em dixwazin wan di pratîkê de bibînin. Lê em wan li cem xwe nabînin. Ne tenê ji bo zarokên xwe, em ji bo hemû zarokan derdikevin kolanan û li hember polîsan disekinin.”
 
Akman bal kişand ser piştgiriya ku tenê di gotinê de dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ne ji bo xwe, ji bo yên li girtîgehê ditirsin. Di mala xwe de xemgînbûn ne çareserî ye. Bila her kes piştgîrî bide û xwedî li zarokên xwe derbikeve. Dayîka Cemîle Karakaş a di nava me de, bi awayekî bêtirs dibêje ‘Lawê min di hucreyekê de tenê dimîne’ û xwedî li zarokê xwe derdikeve. Em qebûl nakin ku darbestên zarokên me ji girtîgehê derbikevin. Bila zarokên me bidin me. Ez ê dest jê bernedim.”
 

Sernavên din

24/08/2022
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne