Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe

  • rojane
  • 09:48 20 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Hatîp Dîcle diyar kir ku AKP dê di şerê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin de têk biçe û got: “Divê em li her deverê li ber vî şerî rabin. Em bibin yek wê ev şer têk biçe.” 
 
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ji ajansa me re axivî û bal kişand ser êrişên Tirkyeyê yên li dijî bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca êrişên tên kirin nirxand. 
 
DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE 
 
Dîcle da zanîn ku di hedefa şerê hêzên hegemonîk de destkeftiyên gelê kurd hene û di qonaxa kurd gihîştinê de her roj encamên şer bi bedelek mezin dide û şerek mezin li ser gelê kurd e. Dîcle diyar kir ku dema hêzên hegomonîk li Sûriyeyê lez dabûn parvekirna şer Tirkiyeyê jî di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û “Plana Têkbirinê” xist dewrê û ji bo qirkirina li dijî kurdan temam bike ket tevgerê. Dîcle got: “Tirkiyeyê bi vê planê xwest her destkeftiyên kurdan ên li Kurdistanê tasfiye bike û stratejiyek li ser vê ava kir. 8 sal in ev stratejî didome. Lê tevgera azadiyê bi têkoşîna gelê xwe re vê stratejiye asteng kir.” 
 
HEVDÎTINÊN LI TAHRAN Û SOÇΠ
 
Dîcle anî ziman ku civîna sê alî ya Tirkiyeyê, Îran û Rûsyayê di roja salvegera Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê de li Tahranê pêk hatiye netesadufî ye û got: “Van her sê dewletan jî piştî civînê bi daxuyaniyên dan, eşkere kirin ku dixwazin rêveberiya xweser a Rojava tasfiye bikin. Civîna li Soçî û Tahranê li ser têkbirina kurdan hatin kirin. Piştî van civînan jî em encamên wê li herêmê dibînin. Dibe ku niyetên xwe gotibin lê belê planek veşarî jî heye. Ev plan li dijî destkeftiyên kurdan ên li Rojava û Başûr e.” 
 
ÊRIŞAN JI NEDÎTÎ VE TÊN 
 
Dîcle bal kişand ser bêdengiya NATO’yê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Her çiqas NATO dengê xwe ji Tirkiyeyê re nake jî lê belê destûr nade operasyonek berfireh. Rûsya û Îran jî destûr nedane polîtîkaya deswerdana Tirkiyeyê. Lê belê NATO jî û Rûsya jî çavê ji êrişên SÎHA’yên Tirkyeyê re girtine û ji nedîtî ve tên.” 
 
JI BO KURDAN PÊVAJOYEK DIJWAR 
 
Dîcle da zanîn ku serdana Serokê Partiya Vatna Dogû Perînçek a ji bo Sûriyeyê û serdanên rayedarên Tirkiyeyê yên ji bo welatên din jî ji rêzê nînin û got: “Bi rastî jî ji bo gelê kurd pêvajoya di pêşiya me de wê gelek zor be, çimkî sînyalê vê tê dayîn.” 
 
‘DÊ ŞER KÛR BIBE’ 
 
Dîcle destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi van êrişan herêma xweser vala bike û pişt re jî êrişek dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin û wiha axivî: “Bêdengiya NATO’yê û hêzên koalisyona navnetewî tê maneya ku vê zilmê erê dike. Wisa tê xuyakirin ku dê şer kûr bibe. HSD dibêje ‘heke dewleta tirk êrişî me bike em ê hêzên xwe çalak bikin û dest bi parastina xwe bikin’. Ev daxuyanî li navenda Rojavayê Kurdistanê hat dayîn. Ev tê maneya ku dê bi dewleta tirk re şer dest pê bike. Jixwe niha di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şerek heye. Li başûrê Kurdistanê şerê dijwar diqewime. Heke li Rojava jî hêzên wir derbasî rewşa çalak bibin dê hem li başûr hem jî li rojava şerek giran dest pê bike. Em viya dibînin û ew qewimandina şer jî pêkan e.” 
 
‘KURD HÊZA XWE BIKIN YEK KES BI WAN NIKARE’ 
 
Dîcle anî ziman ku di demek nêz de bi koordînatoriya Rûsyayê dibe ku Tirkiye û Sûriye li hev bikin û plana tafiyeya bi giştî ya rêveberiya xweser bixin dewrê û wiha domand: “Yanî deleta tirk biryara dewletê girtiye û dixwaze bi artêşa Sûriyeyê re li hev bike û êrişên li dijî Rojava bide destpêkirin. Lê belê ev wisa naçe serî. Lê divê kurd li her deverê ku lê ne heke bikevin tevgerê, bawer bikin wê ev êrişên qirkirinê û armanca tunekirina kurdan bên qewirandin. Ji vê saetê şûn ve ji bilî berxwedanê tu şansek din ê kurdan nîne. Îro şerek li kurdan hatiye ferzkirin. Kurd ji berê ve dixwazin li ser axa xwe azad û di nava aştiyê de bi mafên xwe bijîn, lê şer li wan tê ferzkirin. AKP wê vî şerî winda bike. Dibe ku bi vî şerî re rojên tarîtir li pêşiya Tirkiyeyê be. Ev pêvajo jî hinek bi berxwedan û têkoşîna gelê kurd ve girêdayî ye. Êdî gelê kurd pir bi hêz e. Divê êdî gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Heke PDK nêzî yekitiya neteweyî nebe jî divê bê PDK’ê hêzên din tifaqa xwe ya neteweyî li pêş bixin. Çareserî çi ye pir eşkere ye. Divê em di vê pêvajoyê de çi bikin, lazim e em li her deverî xebatên dîplomasiyê bikin. Yanî em hêza xwe li rojava, bakur û başûr bikin yek û em li dijî vî şerî berxwedanek giştî bikin, wê tu hêz nikaribe me têk bibe.” 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

20/08/2022
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir