32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî

  • rojane
  • 09:04 18 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Tole Deger a ku hê 23 salîbû ji gundê xwe bi darê zorê hat derxistin, niha jî 55 salî ye û tenê daxwaza wê ew e ku vegere gundê xwe ku 32 sal in nûçeyê. 
 
Di sala 1990'an de gundê Bilikan yê bi ser navçeya Sîlopiya Şirnexê ve piştî ku hat valakirin hat şewitandin. Şêniyên gund ji ber valakirina gund ji neçarî li bajaran bi cih bûn. Gundê ku di bin navê "ewlehiyê" de hatiye valakirin, 32 sal in çûn û hatina ji gund qedexe ye. Welatiyên herêmê her sal bi daxwaznameyê destûr dixwazin, lê bi mehan ev daxwazname bêbersiv dimîne. Di heman demê de li vî gundê qedexekirî birîna daran jî dest pê kiriye. Ji şêniyên gund Tole Deger a ku 55 salî ye, di 23 saliya xwe de ji gund hatiye derxistin, 32 sal in nikare biçe gund. Deger a ku bi hesreta gundê xwe dijî daxwaz dike ku qedexeya ku 32 sal in bênavber didome bê rakirin. 
 
'ÇIMA JI ME RE QEDEXE YE?' 
 
Deger anî ziman ku dema ew li gund bi qasî bajaran zehmetiya jiyanê nedikişandin û piştî ew li bajêr bi cih bûn zehmetiyên jiyanê jî destpêkirin û wiha got: "Di salên 90'î de dewletê em ji gund derxistin. Di gund de tu pirsgirêk nebûn, lê em ji gund hatin derxistin. Jiyana me ya gund gelek xweş bû. Me li gund çandiniya genim, cih, nîsk, birinc, pîvaz, kartol dikir. Her cure fêkiyên me hebûn. Wextê em ji gund hatin derxistin, me tenê cilê xwe girt ser xwe û em derketin. Niha jî em nikarin biçin gundê xwe. Dinya alem bi serbestî diçin gundê xwe lê em nikarin biçin. Di vê deşta Silopiyayê de tiştek tune ye ku zarokên me bixwin. Çima her kes li ser gundê xwe ye, çima ji me re qedexe ye? Em çima ji xweşikiyên gundên xwe bêpar dimînin. Çima ji hemû gundan gundê me bêxwedî ye? Em doza gundê xwe dikin." 
 
DEWLETÊ WAN BI DARÊ ZORÊ DERXISTIYE 
 
Deger bi lêv kir ku ji bo çûna gund pergala destûr xwestinê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha domand: "Niha jî darên fêkiyên me dibirin û dibin difiroşin. Em dixwazin ku biçin ser av û axa xwe. Heta ku rayedarên dewletê nehêlin em nikarin biçin gundê xwe. Rêya gundê me jî tune ye. Dewletê rêya wir jî çênekiriye. Me bi derfetên xwe rêya gund jî çêkir. Lê ji me re qedexe ye. Dewletê em bi darê zorê ji gund derxistin. Ev 32 sal in em ji gund derxistine û ji wir ve ez neçûme. Piştî ku em hatin vê derê jî li ser me êrişên dewletê çêbûn. Ji bo ku em dar û daristanên xwe warê xwe bibînin, destûrê dixwazin. Şûna ku yekî din were darên guzên me bibirin, bila av bidin. Li derûdora gundê me birîna daran hatiye destpêkirin. Çima cerdevan tên darên me dibirin? Heke ku dar zirarê bide ez ê ewilî dara xwe bibirim. Bila vê bêhiqûqiyê bidin sekinandin." 
 
PIR BÊRIYA GUNDÊ XWE KIRIYE 
 
Deger diyar kir ku gundê wê her tim tê bîra wê û li ber çavê wê diçe û tê û wiha got: “Ez pir bêriya gund dikim. Li ber çavê mirov welat şîrîn e. Li bajêr jiyana min di navbera çend metreyan de derbas dibe. Li vir ez nikarim çêlekekî xwedî bikim. Lê li gund ne wisa bû û ez serbest bûm. Gundê me bi av û dar bû. We çi cûre fêkî û sebzeyan bixwesta di gundê me de hebû. Goristanên dayik û bavên me jî li wir in. Lê ji ber ku qedexeye di cejnan de jî em nikarin biçin ser gorên wan. Em rojê 7 caran destûr jî bixwazin nahêlin ku em biçin. Di gundê me de pirsgirêka ‘ewlehiyê’ tune bû. Ez bawer nakim ku weke her kesî rojekî em jî vegerin gund û wan rojên berê careke din bibînin.” 
 

Sernavên din

20/08/2022
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir