Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin

  • rojane
  • 09:03 18 Tebax 2022
  • |
img

WAN - Parêzer Zinar Kef ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê ya Jinan hevdîtin bi girtiyên jin re kir, diyar kir ku girtiyên jin ên mafê wan ê tenduristiyê hatiye astengkirin, bi cezayên dîsîplînê înfaza wan hatiye şewitandin. Kef got: "Hema bêje înfaza hemû jinan hatiye taloqkirin."

 
Girtîgehên ku her tim bi zext, pêkanînên xerab, binpêkirina mafan û îşkenceyê di rojevê de ne, ji bo girtiyan hema bibêje bûne "mirinxane." Girtiyên nexweş ji ber ku mafê wan ê herî bingehîn ê tenduristiyê tê binpêkirin jiyana xwe ji dest didin. Di 8 mehên dawî de cenazeyên 43 girtiyan ji girtîgehan derketin. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Zinar Kef ku bi girtiyên jin ên li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê hevdîtin pêk anî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên jin û tiştên li girtîgehên Herêma Behra Reş diqewimin.
 
TECRÎD Û ÎZOLASYON
 
Kef diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehên herêmê her diçe zêde dibin û got: “Ev pirsgirêk her diçin lareşî dibin û ev jî dibe sedem ku girtî hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê manewî ve mexdûr bibin. Ji ber vê sedemê girtiyan di 10’ê Tîrmeha 2022’yan de li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ji bo pênc rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û çalakî hê jî didome. Çendî ku daxwazên girtiyan qanûnî û hiqûqî ne jî, lê rêveberiyên girtîgehan van daxwazên girtiyan li ber çavan nagirin. Hemû pirsgirêkên ku li Beşîkduzuyê diqewimin li girtîgehên din jî rû didin. Li hemû girtîgeh heman tecrîd û îzolasyon rû dide." 
 
REWŞA GIRTIYÊN JIN
 
Kef da zanîn ku Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M a Jinan yek ji girtîgehên ku herî zêde binpêkirina mafan lê rû didin û wiha got: “Girtiyên ku me hevdîtin bi wan re pêk anîn gotin ku pirsgirêk neguheriye û her diçe zêde dibin. Hat gotin ku Fecriye Benek a ku nexweşiya mantarê pê re heye ji ber ku dermanên wê nayên dayîn nikare bê dermankirin. Dîsa em dizanin ku Nûdem Dûrak, Ayfer Başlî, Ela Kamiş û Nûrcan Ersoz bi nexweşiya guatrê ketine û girtiya bi navê Neslîhan Çetîn jî emeliyat bûye, lê nehatiye dermankirin û ji ber ku li nexweşxaneyên Baybûrtê alav nîn in ev nexweşî bi rêk û pêk nayên teşxîskirin û dermankirin."
 
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
 
Kef diyar kir ku girtiyên li girtîgehan nikarin xwe bigihînin saziyên tenduristiyê û got: “Veguhastina girtiyan a ji bo nexweşxaneyan pir dereng tê kirin, lewma şandina girtiyekî a ji bo nexweşxaneyê 2-3 mehan wext digire. Ev yek jî xwegihandina mafê tenduristiyê asteng dike. Bijîşk muayeneya bi kelepçe ferz dikin, ev jî rûmeta girtiyan binpê dike. Ji ber ku girtî vê pêkanînê red dikin nayên dermankirin. Her wiha cendirmeyên ku tenê di derketina girtîgehê de erka wan a ewlehiyê heye, li derveyî erka xwe lêgerîna li hundirê dev jî dikin. Ev lêgerîna di hundirê dev de îşkence ye. Zeynep Erdem ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M dima, di nava 2 mehan de ji bo dermankirina diran û fizîkî çûye nexweşxaneyê, lê ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekiriye neçar maye bêyî bê dermankirin vegere."
 
LÊGERÎNA LI QAWÎŞAN
 
Kef destnîşan kir ku nêzîkatiya rêvebiriyên girtîgehan a li hemberî girtiyan nehiqûqî ye û wiha got: “Mînak mehê 3-4 caran lêgerîna li odeyan tê kirin û ev lêgerîn bi temamî derî armancê xwe û bi belawelakirina hemû kelûpelan tên kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan ragihand di van lêgerînan de pênûs, saet û camên çavan hatine şikandin. Dîsa girtî bi bihabûna ceyran û kantînê re rû bi rû dimînin. Yek ji pirsên herî girîng jî desteserkirina mafê ragihandinê ye. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku werger tune ye nameyên kurdî nade girtiyan, lê dema girtî bi kurdî stranan dibêjin, yekser wan werdigerînin û lêpirsînê didin destpêkirin. Yanî rêvebiriya girtîgehê di warê kurdî de li gorî xwe tevdigere.” 
 
ŞEWITANDINA ÎNFAZAN
 
Kef diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bayburtê tenê bi van re sînordar nîn in û got: “Li girtîgehê înfaza zêdetirî 10 girtiyên jin hatiye şewitandin. Hema bibêje înfazên hemû jinan hatine taloqkirin. Sedema vê jî ew e ku rêvebirî bi awayekî eskerî serjimariyê ferz dike. Ji bo nimûne; dema ku gardiyan dikeve qawîşê, li bendê ye her kes bi nîzama eskerî di rêzê de be. Dema girtî guh nadin vê yekê înfazên wan tên şewitandin. Dîsa cezayên dîsîplînê û hucreyê li girtiyan tên birîn. Mînak, Fecriye Benek. 15 caran cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Divê di sala 2026'an de bê berdan, lê ji ber vê dê di 2031'ê de bê berdan." 
 
‘ARMANC CEZAKIRIN E'
 
Kef anî ziman ku li Tirkiyeyê li hemberî girtiyên siyasî yên kurd nêzîkatiyeke cuda heye û got: “Armanca sereke ya vê yekê ew e ku mirov ji civakê û malbatê bên dûrxistin. Lewma gelek girtî ber bi girtîgehên dûr ên Behra Reş ve tên şandin. Gelek girtî belkî 7 sal in nikarin bi malbatên xwe re bi awayekî vekirî hevdîtinê bikin. Ev jî di warê civakî û ruhî de tê wateya tecrîdkirinê. Her çend girtî dixwazin di girtîgehên nêzî malbatên xwe de bin jî, daxwazên wan nayên qebûlkirin û sedema vê jî kûrkirina vê tecrîdê ye. Pirsgirêkên girtiyan ji yên ku di raporên xwe de tê dîtin pir zêdetir in. Zexta li derve, pêkanînên antîdemokratîk ên li derve bi awayekî pir zêde li hundir xwe didin der." 
 

Sernavên din

20/08/2022
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir