Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin

  • rojane
  • 12:18 16 Tebax 2022
  • |
DÊRSIM - Zulfu Yildirim ku ji ber zexta dewletê ji gundê xwe hatibû koçberkirin û ji ber qedexeyê nekarî 13 salan bikeve gundê xwe, gelek caran hate binçavkirin, hate îşkencekirin, tevî pirgirêkên giran ên tenduristiyê jî nehat berdan û gav bi gav terkî mirinê hat kirin.
 
Girtiyê nexweş Zulfu (Îbrahîm) Yildirim, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Hat îdiakirin ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Tumora ser mejî jî di nav de gelek nexweşiyên din li Yildirim peyda bûbûn û ji sedî 96 astengdar bû. Lê tevî vê rewşa xwe ya giran jî nehate berdan. Bi vê yekê re gav bi gav terkî mirinê hate kirin. 10 roj bo berdana Yildirim mabûn ku jiyana xwe ji dest da. Yildirim, di sala 2011’an de di bin navê “operasyonên KCK’ê” de hate binçavkirin û girtin. Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê dihat ragirtin, gelek nexweşî lê peyda bûbûn û dadgehê ji ber rewşa wî ya tenduristî biryara berdanê dabû. 
 
Di dema pêvajoya darizandina negirtî de gelek caran emeliyat bû û li Enqere û Amedê tedawî didît. Piştre jî cezayê Yildirim ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bo dihat xwestin, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Bi vê yekê re di cotmeha sala 2017’an de şandin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê. Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî Yildirim salek piştre şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Lê belê 3 meh piştre dîsa anîn Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê. 
 
BI PENCEŞÊRÊ KET 
 
Ji ber tumora mejî, Yildirim bi penceşêrê ket û di dema pêvajoya girtîbûnê de sê caran emeliyat bû. Ji ber van emeliyatan jî çavekî wî kor bû û ji sedî 40 ronahiya çavê wî yê çepê jî kêm bû. Bedena Yildirim zeîf bûbû û ji ber strêsa zêde jî krîza dil derbas kir. Bi vê sedemê bi emeliyatê derîçeya dilê 
 
DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE!
 
Di pêvajoya girtîbûnê de rapora ji sedî 96 astengdar e wergirt lê şandeya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê got; “dikare di girtîgehê de bimîne.” Lewma jî Yildirim sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) nehat kirin. Yildirim, dîsa li girtîgehê hat vegerandin û 8 mehan bi sedema şewba Covîd-19’ê nebirin kontrolan. Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û temenê wî yê mezin jî Yildirim di hucreya yekkesî de hat ragirtin û ji bo berdana wî 10 roj mabûn ku jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. 
 
Yildirim, li gundê Weraniç ê Dêrsimê hate oxirkirin. Hevjîna Yildirim, Asli Yildirim ku li ser gora hevjînê xwe digot “hevalê min”, têkildarî têkoşîna wî û tiştên li girtîgehê jiya bûn vegot. 
 
13 SALAN NEKARÎ BIKEVE GUND
 
Yildirim, da zanîn ku hevjînê wê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe ji gundê Weraniçê ku li wir ji dayik bûbû koçber bûye û wiha got: “Gelek caran hat binçavkirin û 13 salan ji ber qedexeyê nekarî bikeve gund. Me gelek êş kişandin. Ma çi bi serê me nehat. Dema di salên 90’î de leşker dihatin gund, gef li hemû kesî dixwarin. Hemû cîranên me bar kirin. Tenê em mabûn. Me ji xwe re mal nedîtibû û piştre gef li me jî xwarin. Digotin; ‘derkevin nexwe em ê we bişewitînin.’ Em jî neçar man û me her tiştê xwe bi erzanî firot û koçî navenda Dêrsimê bûn. Sê rojan bi 5 zarokan di kamyonê de em li malê geriyan. Piştre yek ji me re bû alîkar. Em 9 rojan di maleke hêj di înşaetê de man. Her dever xîz bû.”
 
57 ROJAN HATE ÎŞKENCEKIRIN
 
Bi domdarî Yildirim, anî ziman ku kurê wê Devrîm Yildirim ku gerîlayê PKK’ê bû di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest da û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Piştî mirina kurê min, zextên li ser me jî zêdetir bûn. Sed zor û bela destûr dan ku em cenaze wergirin. Nehiştin em li cenaze binihêrin. Min cenazeyê wî nedît lewma hêj bawer nakim ku mirî ye. Her tim li pêşiya derî rûdinim û li benda roja vegera wî disekinim. Ma me bi van çavan çi nedît.. Me gelek êş kişandin. Piştî çûyîna zarokê min, bela xwe ji hevjînê min venekirin. Bi salan hate îşkencekirin. Her tim li gund dihat binçavkirin. Rojekî ew binçavkirin û 57 rojan îşkence lê kirin. Dema vegeriyayî, bi kulman diranên wî şikandibûn. Bijîşk got ku ji ber îşkenceyê di serê wî de tumor çêbûye. Di demên berê de salê du caran ji bo tedaviyê diçû Stenbol û Enqereyê. Lê belê ev 5 sal bûn li Xarpêtê ti tedawî nedîtin. Cihê wî girtîgeh nebû.” 
 
RAPOR QEBÛL NEKIRIN
 
Yildirim, got ku ji bo berdana hevjînê wê serî li gelek cihan dane û ev tişt anî ziman: “Nexweş bû û 4-5 caran ji serê xwe emeliyat bûbû. Çavekî wî êdî qet nedidît û ronahiya çavê din jî ji sedî 40 kêm bûbû. Lê ev rastî qebûl nekirin û ew bernedan. Lê nihêrtin ku li Qereqoçanê bijîşk tune ye, dozgerê Qereqoçanê qebûl nekir û dîsa şand Girtîgeha Xarpêtê. Gelo li Xarpêtê lê xistine, kaş kirine, çi pê kirine? Di 14’ê tebaxê saet di 02.00’an de li min geriyan û gotin; ‘Zulfu Yildirim mir. Werin cenazeyê wî wergirin.’ Zarokên min çûn û cenaze anîn. Me cenaze danî cemxaneyê.” 
 
4 SAET PIŞTRE AGAHÎ DAN
 
Di berdewamê de Yildirim diyar kir ku sedema mirina hevjînê xwe nizane û wiha pê de çû: “Em nizanin bê ka tiştek pê bû yan tiştek bi serê wî anîne. Belkî jî lê xistibin û kuştibin. Çend saetan li nexweşxaneyê ma ye û heke ji me re bigotina, em jî dê li ber deriyê nexweşxaneyê bisekiniyan. 4 saet piştî mirina wî li me geriyan. Dibêjin saet  di 22.00’an de jiyana xwe ji dest da ye. Lê ez bawer nakim. Belkî di nava rojê de saet 10.00’an de miribe. Baweriya min bi wan nayê.” 
 
10 BO BERDANA WÎ MABÛN
 
Asli Yildirim, bi lêv kir ku herî dawî di 9’ê tebaxê de li ser telefonê bi hevjînê xwe re axivîbû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di roja sêşemê de li min digeriya. Vê hefteyê jî li min geriya. 10 roj bo berdana wî mabûn. Zarok û neviyên min tevek li derveyî welat in. Got; ‘Ev 5 sal in ez neviyên xwe nabînim. Bila neviyên min bînin da ku wan bibînim.’ Min jî ji kurê xwe re got û wî jî anîn. Di roja çarşemê de jî hevdîtina vekirî hebû. Ji min re got; ‘Ez dimirim. Divê tu gelek dilşad bî ku neviyên xwe dibînî. Ez nabînim.’ Min jî xwe jê aciz kir û got; ‘Vaye 5 sal qediyan û tenê 10-15 roj mane. Hinek sebir bike tu jî dê bibînî.’ Hîs kiribû ku dê bimre. Neviyên xwe nedît. Heke bihata malê û li pêşiya malê jî bimra, bi zora min nediçû. Lê tenê 10 roj mabûn. Vê ez gelek êşandim. Kurê min ji bo dîtina bavê xwe hatibû. Lê nedît.” 
 
DIVÊ GEL JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ DENGÊ XWE BIKE 
 
Yildirim, bertek nîşanî bêdengiya rayedaran a li hemberî girtiyên nexweş da û axaftina xwe wiha qedand: “Her tişt di nava lepên Erdogan de ye. Ew bi xwe jî vê dibêje. Divê gel ji bo girtiyên nexweş dengê xwe bilind bike. Divê êdî ji rayedaran re bibêjin peywira xwe pêk bînin û bibêjin ‘êdî bes e.’ Nexwe wiha bidome em ê hêj gelek agahiyên mirinê bibihîzin.”
 
MA / Eylem Akdag-Yûsûf Şeker
 

Sernavên din

16/08/2022
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir