Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Destar a wejeyî ya ku sê mehan carekê, bi çar zaraveyên kurdî tê weşandin, bi hejmara xwe ya 5’an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.

Kovara Destarê ku bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû, salek li pey xwe hişt û bi hejmara xwe ya 5’an careke din bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar û şoreşgerên wêje û zimanê kurdî, derket pêşberî xwendevanên xwe. 
 
Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar milên Kurdistanê, ji Ewropa, Qafkasya û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur destarê wêjeya kurdî bi bîr û bawerî û berpirsyariyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.
 
Weke her hejmara kovarê, di hejmara 5’emîn a kovarê de jî di nava beşên sereke yên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewramî de, beşên wek ramanên/nirxandinên wêjeyî,  rexneya wêjeyî, wêjeya devkî, roman, çîrok, ceribandin, helbest, bîranîn, kovargeriya kurdî, werger û wêjeya cîhanê cih digirin. Û di bin sîwana wan de jî, bi dehan nivîsên wêjeyî yên bi wan beşan ve têkildar cih digirin. Di her beşeke cuda de, nivîskarên ji çar aliyên Kurdistan û cihên din bi nivîsên xwe yên dewlemend û balkêş ên wêjeyî û ramanî ku bi awayekî bi wêjeyê ve têkildar in cih digirin.
 
WÊJEGEHEKE NÛ
 
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar dike ku Destar berhema kedeke hevpar e, hêz û bingeha xwe ji rasteqîniya dîrokî, civakî û çandî digire û wiha pê de diçe: “Jêder û çavkaniya bingehîn a kovarê ligel wêjeya nivîskî ya neteweya kurd û hemû mirovahiyê, wêjeya devkî ya civakî ya kurdan û hemû mirovahiyê ye. Bêguman, wêjeya nivîskî di parastin û pêşxistina zimên de xwedî cihekî gelek girîng e; bi taybetî jî di serdema xwe de xwedî risteke sereke ye, wêje mayînde kiriye û veguhastiye pêşerojê.”
 
‘KOVARA DESTAR RÊGEHEKE XURT AVA DIKE’
 
Aryen, dibeje ku wêjeya nivîskî hemû mijar û celebên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û di kovara Destar de jî ev yek xwe bi awayekî dewlemend dide der. Bi domdarî Aryen wiha balê dikişîne ser armanc û berpirsyariya wêje û wêjekaran: “Bêguman, wêjeya nivîskî hemû xal û mijarên ku bi xweza, mirov, civak, jiyan û hemû tiştên bi wan re têkildar in di nava xwe de dihewîne. Helbet a girîng ew e ku çawa û ji bo çi dihewîne? Bersiva vê yekê sedema hebûn, erk û berpirsyariya wêjeyê û wêjekaran diyar dike. Ev yek, lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên nû û berhemên xurt ên wêjeyî yên ku xwe dispêrin rasteqîniyê wek pêdiviyeke jiyanî datîne pêşiya me û ferz dike ku em li ser bingeha rasteqîniyê, di qada wêjeyê de jî nêrîn, hişmendî û rêgeheke xurt ava bikin û berhemên xurt ên li ser vê bingehê saz bikin. Em bi serbilindî û bextewariyeke mezin dikarin bibêjin ya ku kovara me Destar dike ev e.”   
 
WÊJEYA ŞOREŞGER Û SAZGER 
 
Hevgerînendeyê din ê Kovara Destar Heval Dilbihar jî destnîşan dike ku kovara wan a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, bi riya dewlemendiya zimanê kurdî, bi rengekî herî xwezayî giyanekî xwebûnî û gerdûnî yê wêjeyî di nava xwe de dide hewandin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Çawa ku wêje hunereke honandin, ristin, raçandin, vegotin, xemilandin û kemilandineke xwezayî, bedew û dahûrîner a xwebûnî û gerdûnî ye, gehwer û rasteqîniya wêjeya ku bi zimanekî wek zimanê kurdî xwezayî, afirîner, tevgir, xwedî kok û gewde, reh û geh, kûr, hûr û dewlemend tê sazkirin jî xwe digihîne asta herî jor a xwebûnî û gerdûnîbûnê. Ev rastiya dîrokî ya qedîmbûn, resenbûn, xwezayîbûn û civakîbûna ziman û wêjeya kurdî, di nivîsên di kovarê de jî bi rengekî zelal xwe dide der. Ji ber vê yekê, çawa ku destarê zimanê kurdî, jêder û bingeha destarê wêjeya kurd-î ye, bi wê ve têkildar destarê wêjeya kurd-î jî awêne û çavkaniya hest, zanebûn û giyanê pêşvebir, veguherîner, hilberîner û jinûvesazker a destarê jiyana kurd-î ya dîrokî, civakî, çandî û neteweyî ye.”
 
‘HEKE WÊJE ERKA XWE PÊK BÎNE DIKARE KELEHÊN ZILMÊ HILWEŞÎNE’ 
 
Dilbihar balê dikişîne ser hêza wêjeyê ya guhertin û veguhertinên piralî û erk û rista wê ya jinûveavakirina civakbûyîn û jiyanê. Bi wê ve têkildar girîngiya kovara Destarê wiha tîne zimên: “Ger wêje erk û rista xwe ya afirîner, şoreşger û sazger baş bîne cih, dikare kelehên zilmê bihilweşîne, çiyayên azadiyê bilind bike, civak û jiyanê ji nû ve saz bike. Ku em bixwazin şoreşa Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî jî bi ser bixin teqez divê em şoreşa wêjeya kurd-î pêk bînin. Em bi serfirazî dikarin bibêjin ku kovara me Destar di heman demê de qadeke bingehîn a wê şoreşê ye.”
 
LI DIJÎ DEM Û ÇERXA KUJIYÊ: DESTARÊ JIYAN Û WÊJEYÊ
 
Di kovarê de, di sernivîsa ku li ser navê Destar hatiye nivîsandin de, li ser êrişên li dijî kurdî û nirxên kurdewar bal tê kişandin, rist û helwesta kovarê ya li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê wiha tê destnîşankirin: “Di vê serdema ku li dijî kurd-î êrîşên gelek hov û piralî tên meşandin de Kovara Destar ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî jî cihekî girîng digire. Erka kovarê ya herî bingehîn a li dijî ‘kurdkujî û kurdîkujî’yê pêşxistin û raperandina ziman û wêjeya kurdî ye. Dagirker û desthilatdar, ji bo ku axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ji holê rabe û jiyana bi kurdî di nava civaka kurd de ji holê bê rakirin û di nava demê de kurdî bê tunekirin, an jî bikeve asta herî jêr êrîşên xwe ji her milî ve bi pêş dixin. Di serdemeke wiha ku zimanê kurdî jî wek hemû nirxên din ên kurd-ewar rastî her cureyê bişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û jiholêrakirinê tê de, parastin û pêşxistina kurdî berî her tiştî erk û berpirsyariyeke dîrokî, civakî û neteweyî, kurdewarî, sincî, wijdanî û mirovîn e.”
 
Di sernivîsarê de, di heman demê de li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê banga têkoşîneke piralî tê kirin û wiha tê gotin: “Pêwîst e her wêjekarek, heta her kurdek, li gel meşandina têkoşîna parastin û pêşxistina hemû nirxên kurdewariya azad, bi hiş û giyanekî xwebûnî û gerdûnî, bi rengekî herî afirîner û encamgir berhemên kurdî yên cur bi cur saz bike û ji bo belavbûna wan a bi awayekî herî berfireh di nava ked û hewldaneke mezin de be. Divê em bi hejmar, mijar û naveroka berhemên xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em wek gelek qadan, di qada wêjeyê de jî dikarin şoreşê pêk bînin û pêşengiya wêjeya cîhanê jî bikin. Divê em ji bîr nekin ku wêjeya neteweyekê çawa dikare pêşengiya avakirin û sazkirina wê neteweyê ya ji her milî ve bike, dikare vê ji bo tevahiya cîhanê jî pêk bîne. Daxwaz, armanc û hewldaneke bingehîn a kovara me Destar a wêjeyî jî ev e.”
 

Sernavên din

16/08/2022
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir