Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat

  • rojane
  • 21:37 12 Tebax 2022
  • |
img
HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li navçeya Erzînê axivî, qala şerê gengaz ê Sûriyeyê kir û got: “Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat. Di pêşerojê de diyariya me ya herî mezin a ji bo gel wê bibe aştiyeke rast û birûmet.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar wê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” du rojan li Hatay û navçeyên wê bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, esnaf û gel re were bahev. Sancar ewilî li navçeya Erzînê ya Hatayê bi gel re civiya. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogûllari, endamên partiyê û gel Sancar ê bi rêya bejahiyê hate Hatayê li turnîkeyên otobana Erzînê bi çepikan û tilîliyan pêşwazîkirin. Welatiyan bi çepik û îşareta serkeftinê piştgiriya Sancar ê bi konvoyê li navçeyê turek avêt kirin. Sancar dû re hate pêş avahiya Rêxistina HDP’a Erzînê û li vir bi gel re civiya. 
 
Welatiyên ji Osmaniye, navçeyên Doryol û Îskenderûnê jî tev li civîna gel bûn û girseyê eleqeyeke zêde nîşanî Sancar dan. Girseyê li ber muzîka dihat lêxisitn govend gerand. Li qadê pankartên “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” , “Li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman em hene” , “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û posterên Aysel Tûglûk û Denîz Poyraz hatin daliqandin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin. 
 
‘EM HDP NE LI HER DERÊ NE’
 
Sancar, ê li pêş avahiya HDP’a Erzînê ji gel re axivî, qala êriş û astengkirinên li ser partiya xwe kirin û wiha got: “Her cure rê diceribînin, ji bo ku me asteng bikin dozên komployê vedikin, her roj bi operasyonên nû rêveberên me binçav dikin, digirin. Lê li dijî wan gelekî bi israr bi bawerî têdikoşe heye. Em qet ne bitenê ne, em ê mezintir bibin û rêyên mezintir bimeşin. Ji her pirsgirêka vî welatî re em ê çareseriyê bînin. Di serî de em dizanin ku serkeftin di têkoşîna li dijî vê pergala talankirinê de derbas dibe. We bihevrebûna gel vê pergalê biguherîne. Em ê xwe bigihînin her çar aliyê Tirkiyeyê. Em bi biryar in. Tu hêz nikarin wê civînên me yên gel asteng bike. Kesên dixwazin dijminatiyê bêxin nava gelan wê bi sernekevin, ji ber ku HDP heye. Heta ku HDP hebe wê nefret û dijminatî ji holê rabibe. Em soza vê didin.”
 
‘EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN’
 
Sancar ê got “Me di kongreya xwe de soza vê dabû. Me gotibû çareserî em in soza me heye” axaftina xwe wiha domand: “Binêrin, li Erzînê gelek pirsgirêkên hûn dijîn. Haya me ji zehmetiyên karkerên çandiniyê yên li Erzînê heye. Em hemûyan dizanin. Ji bo hemûyan jî çareseriyên me hene. Mafê kedê wê bi rûmetî bê radestkirin. Hemû karkerên çandiniyê, karkerên ku li vî welatî di nava şert û mercên herî zehmet de dixebitin in. Me ev jî di dema serdana konên karkerên çandiniyê yên demsalî de dît. Em ê van hemû pirsgirêkan bi hêza yekbûyî û têkoşîna hevpar a kedkaran teqez çareser bikin. Em ê teqez mafê kedkaran û daxwaza wan a jiyana bi rûmet pêk bînin. Tenê em dikarin vê bikin, em dikarin her tiştî bi hev re bikin. 
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA  HEVPAR
 
Ev hikûmet ji qedexeyan hêvî dike zimanan û konseran qedexe dike. Heta li ser kêf û şahîyên ciwanan jî zilmê dike. Bi qedexe û zextan hûn nikarin ciwanan bidin sekinandin. Bi hewldanên asîmîlasyonê re hûn nikarin nasname û baweriyan bi rêya zilmê asteng bikin. Ji ber ku bi milyonan mirov hene ku welatekî ku her gel wê lê azad û wekhev bijî biafirîne, hemû bawerî wê wekhev û azad bin û her roj bi sed hezaran û milyonan wê li van milyonan were zêdekirin. Ji ber vê yekê wê bi ser nekevin, wê bi ser nekevin. Binerin, her devera welêt veguheriye qada talanê. Dibêjin enflasyon ji sedî 80 ye, lê hûn dizanin rastî ji sedî 150-160 e. Hejarî serê xwe girtiye û çûye. Xwezayê talan dikin. Ji bo çi? Ji bo veguhastina çavkanîyên zêdetir bo kulmekî sermayedaran.  Erzîn wargeha narinciyeyê ye, ji sedî 20 narinciye yên li Tirkiyeyê li vir tên hilberandin. Baş e ev hikûmet çi dike? Hewl dide li vir santrala petrokîmyayê ava bike. Li perava Bûrnazê. Santraleke ku wê ji bo madeyên xam ên plastîk hilberîne. Encam dê bibe kêmbûna hilberîna narinciyeyê. Quncikeke tûrîstîk a mîna peravên Bûrnazê wê hilweşe. Ava binê erdê wê jehrî bibe, ji bo kê û ji bo çi ye? Pîşesaziya qirêj wê jiyana paqij a li vir tune bike. Lê belê gelê Erzîn û hemû gelên Antakyayê li dijî vê projeya qirêj a pîşesaziyê têkoşîna hevpar mezin dikin. Berê jî hewl da projeyên bi heman rengî bixe meriyetê. Ji bo 4 santralên komirê xebat bi rêve birin. Lê we bi têkoşîna hevpar hemû sekinandin. Tu kes nikare gelê li ax, av, hewa, ked û rûmeta xwe xwedî derdikeve têk bibe. 
 
ÇARESERÎ EM IN 
 
Erê HDP gel e. Vîna gelan e, mala têkoşîna hevpar e, di baweriyên xwe de cihê hevpar ê berxwedanê ye, warê têkoşîna azadiyê ye. HDP hûn in, HDP gel in, HDP rêyeke mezin e ku ji her baweriyê mirov ji bo siberoja xwe têdikoşin. Tişta ku gotina HDP’ê gel e ev e. Yekkirina têkoşînê û li her derê hatina cem hev, yekane rêya guhertina vê desthilata talanker, şerxwaz e. Têkoşîna xwezayê ya li vê derê, wê bi têkoşîna daristanên Akbelenê yên li Mûglayê re bibe yek.  Têkoşîna parastina daristanên li Akbelenê wê bi têkoşîna li dijî komkujiya daristanan a li Şirnexê re bibe yek. Divê bibe yek. Ên ku çemên Artvînê diparêzin û yên ku li Wanê çeman diparêzin divê werin cem hev, ew ê werin. Ev hatina gelhev a mezin wê hem dawî li talan, hem jî derew û şêlanê bîne. Em soz didin gelê xwe. Soza me heye ku em çareserîyan hilberînin. Em dibêjin çareserî em in. Em ê vê çareseriyê bi hêza we pêk bînin. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER ÇAVKANIYA HERÎ MEZIN A MÊTÎNGERIYÊ NE 
 
Çavkanî jî pir in. Bi garantiya Xezîneyê re bi milyaran lîre vediguhêze otoban, balafirgeh û gelek sazî, dezgeh û tesîsên din. Em heqê rêya ku em jê derbas nebûne, balafirgeha ku em lê ne daketin, didin. Garantiya xezîneyê dane şîrketên belavkirina elektrîkê û em heqê elektrîka ku em bikarnaînin didin. Em ê van çavkaniyan ji wan kulmeke sermeyedaran bistînin û bidin gel. Çavkanî heye. Gelo hûn dizanin ku windakirina çavkaniyên herî mezin di siyaseta şer de li ku derê ye. Ev hikûmet bi gotina şerê li welat şerê li herêmê çavkaniyên welat ji çek û mirinê re vediqetîne. Lê belê, dema ku hûn dest ji polîtîkayên şer berdin, dema ku hûn çavkaniyên ji bo şer hatine veqetandin li kedkarên vî gelî û xizanan belav bikin, wê li vî welatî keyfxweşî zêde bibe. Ji ber vê yekê, polîtîkaya şer çavkaniya herî mezin a mêtîngeriyê ye. Eger em bixwazin dest ji kedxwariyê berdin, eger em bixwazin dest ji talan û şêlanê berdin, em ê bi hev re li dijî polîtîkayên şer derkevin. Heta ku em hemû bi hev re li dijî polîtîkayên şer dernekevin, em nikarin sîstema talanker û derewan a vê hikûmetê rawestînin. Banga me li her kesî ye. 
 
SOZA ME JI GEL RE HEYE, LI VIR JÎ ÇARESERÎ EM IN
 
Niha jî dibêjin ku qaşo em ê bi Sûriyê re dest bi diyalogê bikin. Lê armanc ew e ku operasyoneke leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Yanî ji bo şerê li dijî Kurdan dewam bike, bi her kesî re dikevin nava danûstandinan. Car li Soçîyê ye car li Tehranê, hûn dibînin ku bi derewan propagandayeke çawa dikin. Dibêjin em ê li Sûriyeyê bi hikûmetê re li hev bikin. Eger vê bikin, wê ne ji bo aştiyê, polîtîkayên xwe yên şer li vir bimeşînin. Lê belê gel bi vê naxapin. Kurd, ereb, asûrî-suryanî, çerkez û hemû gelên din ên li vî welatî dijîn hemû bi lîstikên şer ên AKP'ê dizanin û bi hev re xwedî wê îradeyê ne ku van planên şer xera bikin. Di vir de divê em têkoşîna herî berfireh a li dijî şer a li vê civakê biafirînin. Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welêt. Diyariya me ya herî mezin a ji bo gelan di pêşerojê de wê bibe aştiyeke rast û birûmet. Em ê li ser pêşerojeke demokratîk a ku hurmetê nîşanî vîna gelan a li ser bingeha wekheviya gelan ji bo tevahiya herêmê tê, aştiya herêmê ava bikin. Li vir soza me ji gel re heye û li vir çareserî em in. 
 
EM Ê SERBIKEVIN
 
Hûn heta vê saetê li ber germê man, spas ji bo hebûna we hemûyan. Her dilopek xwêdana ku ev germahî diherikîne di dilê me de kom dibe. Ev dil wê ewqas bi coş be ku hemû qirêjiyên li vî welatî paqij bike. Talankirina her cure komployên qirêj jî wê plana şer a kedxwariyê pûç bike. Ez ji bo xwêdana we û vê vîna we spasîya we hemûyan dikim. Weke ku em her tim dibêjin, ji me bawer bikin xwişk û bira em ê teqez bi ser bikevin. Em mafdar in, bi biryar in, dilsoz in, heta ku em bi hev re bimeşin em ê bi ser bikevin. Serkeftin a gelê me ye.” 
 
 
 

Sernavên din

13/08/2022
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin