Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin

  • rojane
  • 09:49 10 Tebax 2022
  • |
ŞIRNEX - Celal Acar di sala 1992’yan de û birayê wî Mehmet Ata Acar jî di sala 1995’an de ji hêla dewletê ve li Kerboranê hate qetilkirin. Dewletê ji bo qetilkirina her du birayan jî got; “Me terorîstek kuşt.” Bi ser qetilkirina wan re 30 sal derbas bûn lê hêj jî kujerên wan nehatine dîtin û darizandin. Xwîşka wan Nebîha Acar ku ji bo kekên xwe têkoşîna edaletê dide, wiha dibêje: “Tekane sûcê me, kurdbûna me ye.”
 
Di salên 1990'an de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund di bin navê “ewlehiyê” de hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Gelê herêmê ku bi dara zorê ji gundên wan hatine derxistin ji nêçariya xwe li bajaran bi cih bûn. Di salên 90'î de ku ji bo gelê kurd salên herî tarî ne, bi hezaran mirov hatin windakirin û aqûbeta wan hêj niha jî nayê zanîn. Celal û Mehmet Ata Acar ku birayên hev in, ji van windakiriyan in. Celal û Mehmet ji gundê Gelîkur ê Kerboran a Mêrdînê ne. Di sala 1992’yan de leşker Celal û hevalekî wî ji gund tên derxistin, li goristana gund bi darekê ve tên girêdan û qetilkirin. Piştre jî leşker kincên PKK’iyan li wan dikin. Demekî şûnde cerdevanî li şêniyên gund tê ferzkirin. Lê şêniyan qebûl nekir û bi darê zorê ji gund hatin derxistin. Şêniyên gund berê xwe didin gundê Zerbîz ê Kerboranê û li wir bi cih dibin. 
 
 
Dewlet, li vê derê jî bi ser mala Acar de digire û li wan cerdevaniyê ferz dike. Lê malbat qebûl nake û dîsa koçberî vê dikeve. Malbata Acar vêcarê berê xwe da Hezex a Şirnexê. 2 sal piştî biwarbûna li Hezexê, Mehmet Ata Acar ku zarokekî wî hebû ber bi Kerboranê ve dikeve rê. Lê di rê de leşker û cerdevanan rêya wî digirin û qetil dikin. Dewlet, ji bo qetilkirina Mehmet Ata dibêje; “terorîst bû û pê re çek hebû.” Bi ser mirina Celal Acar re 30 û bi ser ya Mehmet Acar re jî 28 sal derbas bûn. Tevî vê yekê jî kujerên wan hêj nehatine dîtin û darizandin. Xwîşka Acaran, Nebîha Acar ji bo dîtina kujerên birayên xwe tev li çalakiya Dayikên Şemiyê dibe û li hêla din jî ji bo xebatên aştiyê beşdarî Meclisa Dayikên Aştiyê bûye. Dayika Nebîha Acar ev 30 sal in bênavber têdikoşe. Daika Nebîha serpêhatiya birayên xwe û têkoşîna xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'KINCÊN WÎ GUHERANDIBÛN'
 
Dayika Nebîha dibêje ku wan jiyaneke asayî derbas dikir lê dewletê ew jiyana wan veguherand kabûsekê û wiha dest pê dike: “Gundê me miqabilî avê bû. Me dexil di çand û sewal xwedî dikirin. Çemê me hebû û me jê re digot newala cennetê. Dewletê jî jê re digot newala cehnemê. Bi zora wan diçû lewma wisa digotin. Me her tiştek li ber wê avê diçand. Lê kîjan devera axa me xweş be, bi zanebûn navên nexweş lê kirine. Me debara xwe dikir û zarokên me ji bo kar nediçûn derveyî bajêr. Lê dewletê bela xwe ji me venedikir. Digotin; ‘An hûn dê bibin cerdevan an jî dê ji vê derê derkevin.’ Di sala 1992’yan de leşker hatin gundê me. Birayê min û gundiyekî me ji malê derxistin û birin. Birayê min û gundiyê me li goristana gund qetilkirin. Wê rojê birayê min kincên reş li xwe kiribûn. Lê ew kinc jê kiribûn û destek kincên PKK'ê lê kiribûn. 2 şûtikên ji hev cuda li wan girêdabûn. Gotin,'Ev PKK'î ye.' Em hêj niha jî nizanin bê ka çi bi kincên wî kirin. Tenê berîka wî jê kiribûn û avêtibûn wê derê. Dema em çûn ser cenazeyê wan, min ew berîka wî dîtibû.
 
Miroveke sivîl û xwedî zarok ji mal derxistin û tevî hevalê wî qetilkirin. Birayê min xistibû qurmê darê de û piştre jî gule lê reşandibûn. Dema çûm ser cenazeyê wî, min nas nekir. Min ji pêlava wî nas kir. Cilên li ser, cilên wî nebûn. Bi hovane qetil kiribûn. Me cenazeyên xwe anîn û li gund veşartin. Ew dem, demên zehmet bûn.”
 
DU BIRA Û HEMAN ÇÎROK
 
Bi domdarî dayika Nebîhayê diyar kir ku herdu birayên wê bi bêbextî hatin kuştin û ev tişt anî ziman: “Rewşa me piştî birayên min gelek zehmettir bû. Dîsa digotin,'An hûn dê bibin cerdevan an jî hûn dê ji vir derkevin.' Me jî cerdevanî qebûl nekir. Piştre du dolabên bûkên bavê min hebûn, benzîn bi wan de kirin û agir berdanê. Di saet yekê şevê de em ji gund derxistin. Li rex gundê me gundek hebû û em wê şevê li wir man. Di sala 1993’yan de em derketin. Piştre jî çûn Hezexê. Di 1995'an de dema birayê min Mehmet Ata ji Hezexê diçû Kerboranê, di rê de leşkeran pêşî lê girt û kuştin. Cenazeyê wî li dewarekê siwar dikin û dibin tabûra Kerboranê. Li wir dibêjin,’Me terorîstek kuştiye.’ 
 
NEHIŞTIN CENAZE WERE ŞÛŞTIN
 
Li ser agahiyê, ez û bavê xwe çûn Kerboranê. Hemû kesî ji bavê min re digot; ‘nebêje kurê min e, dê te winda bikin.’ Min jî ji bavê xwe re got; ‘bavo heke tu neyê, ez ê bi tena serê xwe biçim.’ Bavê min jî hat û em çûn tabûrê. Fermandarê taburê ji bavê min re got; ‘Kurê we terorîst e, çek pê re ye.' Me jî jê re got ku tiştekî wisa nîne, sivîl bû û li ser rêya xwe bû. Ji min re got; ‘li keyayê gund bigere bê ka terorîst e yan na.’ Wesayît nedan ku me ku cenazeyê xwe bibin. Me traktorek bir û cenazeyê ji wir derxist. Me anî mizgefta Kerboranê. Lê mela cenaze neşûşt. Me bêyî ku cenaze bişûn anî Hezexê. Li vir jî nehiştin bê şûştin. Me bi xwe cenaze şûşt. Ji wê rojê heta niha em di bin zilma dewletê de ne. Birayê min ê mezin bû 30 sal û yê biçûk jî bû 28 sal ku hatine qetilkirin. Me kir û nekir dewletê kujerên wan negotin.”
 
'EM BIÇÛNA KU LI PEY ME DIHATIN'
 
Dayika Nebîhayê dibêje ku li dijî zilma dewletê rêya herî baş, têkoşîn e û axaftina xwe wiha diqedîne: “Ji bo ku kujerên birayên min hesabê bidin û ji bo aştiyê, ez ê heta dawiyê têbikoşim. Ji ber ku em nebûn cerdevan lewma ev tişt bi serê me hatin. Tekane sûc wan, kurdbûna wan bû. Heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em pey doza xwe ne. Bi sala ye li benda aşkerakirina kujerên wan in. Lê her ku me dipirsî, em hatin astengkirin. Heta ku dilopeke xwînê di laşê min de hebe ez ê têbikoşim û li pey doza wan bim. Em koçber kirin, avahiyên me hilweşandin lê em bi cihekî ve neçûn. Em sê caran koçber kirin. Li her derê cerdevanî li me ferz kirin. Herî dawî jî hatin Hezexê. Me ji xwe re avahî çê kir. Hêj em çendek rojan tê de nemabûn ku di qedexeyên Hezexê de hate hilweşandin. Em serê xwe natewînin. Tu dayik şer û kuştinê naxwaze. Lê dewletê zarokên me kirine mehkûmên welatê xwe. Li vê derê hûn li kîjan malê bigerin, tenê du extiyar anku dayik û bav mane. Ewqas tişt anîn serê me lê dîsa jî em dibêjin edalet û aştî.”
 
 

Sernavên din

10/08/2022
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin