Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di mitînga HDP’ê ku bi dirûşma “çareserî em in” li Qada Îstasyonê tê lidarxistin de axivî û wiha got: “Polîtîkaya şer û dijminatiya li dijî kurdan heta niha tu encam bi xwe re ne anîn. Di dawiya dawî de dijminatiya vê desthilatdariyê ya li dijî kurdan dê dawiya wê bîne.”

 
Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li dar dixe, bi coşa dehhezaran kesan didome. Tevî provakasyonên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê jî girseyê pankarta mezin a bi nivîsa “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû xistin qada mitîngê. 
 
Piştî axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz ji ewil girse bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî silav kir.
 
Axaftina Aydenîz wiha ye: 
 
Tevî hemû zehmetî, astengkirin û hewayê germ jî bi hezaran kesan ji bo ku payemeke xurt bidin desthilatdariya faşîst, Qada Îstasyonê tije kirin. Her cara ku ev deshtilatdarî devê xwe vedike dibêje; ‘nikarin xwe li ser pêyan bigirin.’ Lê belê tevî hemû zilm û zextan jî ji bo xwedîderketina li fikriyeta HDP’ê qad tên tijekirin. Vaye sekna gelê serê xwe natewîne û îradeya wan. Em ê di tu şert û mercan de destûrê nedin ku dozên kompasê vê fikriyatê ji holê rakin. Ev mitînge jî delîla vê ye. 
 
DESTHILATDARIYA XWE BI ŞER SER PÊYAN DIGIRE
 
Ya ku li başûrê Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Ev desthilatdarî xwe bi zext û qeyûman ser pêyan digire. Hêza xwe jî polîtîkayên pişaftin, înkar û tunehesibandinê yên sedsalî digire. Lewma li dijî her deverê şer radigihîne. Armanca esasî ya şerê li dijî Başûr jî ew e ku destkeftiyên kurdan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin tune bikin, xaka Başûr îlhaq bikin û polîtîkaya mêtingeriyê bi cih bînin. Dixwazin kurdan û Kurdistanê weke mêtingeha xwe birêve bibin. Li Başûr û Rojava şer dikin. Her roj Mexmûr û Şengalê bombebaran dikin. Em jî dibêjin ku ev polîtîkaya we ya şer tu carî bi ser neket û dê bi sernekeve jî. Ya ku îro li Başûr tê kirin, polîtîkaya îlhaqkirinê ye. Bombebarana li Zaxoyê jî awayekê vê ya cuda ye. Em êrişa li dijî Zaxoyê şermezar dikin. Dixwazin herêmê vala bikin. Lewma her roj êriş dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê şer û êriş çareserî nînin.
 
DIVÊ STATÛYA GELÊ ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN
 
Her wiha êrişî Şengalê jî dikin. Em li vir berxwedana civaka êzidî silav dikim. Heta ku statûya Şengalê tê qebûlkirin jî dê têkoşîna me bidome. Em bi gelê Şengalê re ne. Divê statûya xelkê Şengalê teqez were naskirin. Yên ku nekarîn vî gelî ji 73 fermanan biparêzin, dê ji vir û şûnde jî nekare biparêz e. Daxwazên gelê Şengalê zelal in. Divê hem dewletên herêmê û hem jî yên navneteweyî statûya wan nas bikin. 
 
ŞERÊ LI DIJÎ ROJAVA DÊ KRÎZÊ KÛRTIR BIKE
 
Yên ku nekarîn li Başûr encamekî bi dest bixin, bi pêleke nîjadperestiyê hewl didin êrişî Rojava bikin. Em we ji Efrîn û Serêkaniyê nas dikin. Hûn ketine derdê wê ku tiştên we li vê derê kirin li Rojava jî bikin. Hemû kes pê dizane bê ka we Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çawa pêşkeşî çeteyan kir. Bi şerê li dijî Rojava re dê krîza heyî hêj girantir bibe. Em ê li dijî vî şerî derkevin û ew jî ji bo xwe ser pêyan bigirin dixwazin vî şerî bikin. Êdî tiştekî ku ev desthilatdarî bide civakê nema ye. Lewma planên êrişeke li dijî Rojava dikin. Gelê kurd li Kobanê, Reqa û Efrînê DAIŞ têk bir. Bi vê êrişê dixwazin DAIŞ’ê dîsa zindî bikin û tola wê hilînin. Lewma gelê kurd dê destûrê nede ku desthilatdarî bi polîtîkaya şer hebûna xwe bidomîne.  
 
DIJMINATIYA LI KURDAN DAWIYA WE ANÎ
 
Ev desthilatdarî biçe ku derê dijminatiya kurdan dike. Diçe Soç û Madrîdê dijminatiya kurdan dike, diçe Astana û Tehranê dîsa heman dijminatiyê dike. Di dawiya dawî de ev dijminatiya li kurdan dê dawiya we bîne. Desthilatdarî dixwaze di vê sedsalê de Lozaneke din bi serê kurdan bîne. Gelê kurd têkoşîna azadiyê dide û êdî gihiştineke asteke wisa ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê teşe dide siyasetê. Dê Lozaneke din teqez çênebe ji ber ku kurd ne kurdên sedsal berê ne. Gelê kurd niha li çavrêya azadiyê ye. 
 
HETA TECRÎD XELAS DIBE EM Ê NESEKININ
 
Zilma li dijî kurdan didome. Girtîgeh ji kurdan hatine tijekirin û zilmê li girtiyên nexweş dikin. Çevîk Bîr hate berdan lê Aysel Tugluk ji ber ku kurd e nehate berdan. Em dîlgirtiyên li zindanan silav dikin. Heta ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû polîtîka bingeha xwe ji polîtîkaya tecrîdê digirin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, îro li seranserî civakê belav bû. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî em ê nesekinin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û demokrat im, li dijî tecrîdê derkeve. Gelo partiyên muxalefetê ji bo vê tecrîdê dibêje çi? 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE 
 
Bi hatina Kurdistanê û bi gotinên ‘em heqê xwe li hev helal bikin, rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ û hwd. bo gelê kurd gelek girîng nîne. Xeta sor a gelê kurd, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çareserî ne di dijminatiya li dijî kurdan de, şer, dijminatiya li jinan û şewitandina daristanan de ye. Çareserî, birêz Abdullah Ocalan e. Çareseriyên birêz Ocalan pir zelal in. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha çalakî tên lidarxistin. Hemû kes dizane ku ev paradîgma, li dijî pergala kapîtalîst paradîgmayeke alternatîf e û jê bihêvî ye. Di salvegera komarê de rêya demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka kurd, di Îmraliyê re derbas dibe. Bila muxalefet vê rastiyê jî baş bizane. 
 
Birêz Ocalan di hevdîtina 7’ê tebaxa 2019’an de ji parêzerên xwe re got; ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’  Ji bo azadiya birêz Ocalan em ê her tim têbikoşin. Em ê her tim bi wê îradeyê re bin. An serkeftin, an serkeftin.”
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin