Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin

img

STENBOL - Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, bi lêv kir ku serlêdana wan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin gelek girîng e û wiha got: “Em mecbûr in azadiya birêz Ocalan ku nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din biparêzin.”

 
Ji bo binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê di sala 2013'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayîn. DMME'yê jî di 18'ê Adara 2014’an de biryar dabû ku ya li Îmraliyê tê kirin dijî xala 3'yan a Peyamana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku muameleya xirab û îşkenceyê qedexe dike. Paşê DMME'yê vê biryarê ku wekî biryara "Ocalan 2" bi nav kiribû, ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dabû.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku berpirsê kontrolkirina cîbicîkirina biryarên DMME'yê ye. 
 
Di serlêdana de ku di 26’ê tîrmeha 2021’an de hatibû kirin, hatibû xwestin ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de ku DMME'yê gotibû cezayê muebbeda girankirî li dijî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), bikeve rojeva hemû civînên heftane û demkî yên komîteyê. Her wiha di serlêdanê de hatibû xwestin ku hejmara kesên ku li Tirkiyeyê cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn jî bê tespîtkirin. Komîteyê piştî 7 salan bi hewldana rêxistinên sivîl ên civakî mijar xistibû rojeva xwe û beriya civîna ku dê di 30’ê Mijdar û 2’yê Kanûnê de bikin de têkildarî pêvajoya bicihanîna biryaran û danezana saziyên sivîl ên civakî yên ji Tirkiyeyê agahî xwest. 
 
Piştî serîlêdanê komîteyê di 3'yê kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêmkirin û vekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. Tevî ku ji meha îlonê re kêm wext maye jî Tirkiyeyê ne têkildarî hejmara kesên cezayê cezayê muebbeta girankirî ne jî têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine. 
Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, biryara “Ocalan 2”, helwesta Komîteya Wezîran û helwesta Tirkiyeyê ya têkildarî dema ku komîteyê dayê wê nirxand. 
 
BIRYARA DMME’YÊ ÎSPATA BINPÊKIRINAN BÛ
 
Ergul, diyar kir ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî, piştî Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê kete rojevê, bû qanûn û da zanîn ku ew qanûn ji wê rojê ve ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Ergul, bi lêv kir ku gelek caran diyar kirine ku ev biryar tê wateya binpêkirina qanûna îşkenceyê û “mafê hêviyê” û got: “Biryara DMME’yê ya binpêkirinê îspata pêkneanîna biryarê ya Tirkiyeyê bû.
 
NAVENDA KEYFIYETIYÊ ÎMRALI
 
Ergul, anî ziman ku weke rêxistinên sivîl ên civakî cara ewil serlêdaneke wisa ji bo Ocalan kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber komîteyê qasî 7 salan serlêdan nexist rojeva xwe Tirkiyeyê pergala muebbeta girankirî li hemû muxalefetê sepand. Tirkiye bi înîsiyatîfa ku makeqanûna darbeyê ya 1982’yan binpê dike, bi keyfiyetiyê tevdigere. Cihê herî guncav ku ev pergala muebbeta girankirî lê tê sepandin Îmrali ye. Dema me ewilî ji Komîteyê re ragihand, me bi lêv kir ku wê çawa ev guhertina qanûnê bi birêz Ocalan re têkildar bikin.”
 
ROLA SAZIYÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ
 
Ergul, da zanîn ku Tirkiyeyê heta niha hem ji bo kesên di nav koma muebbeta girankirî de cih digirin hem ji bo Ocalan hem jî ji bo girtiyên din bi israr bersivên ku manîpule bikin dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev yek bi awayekî vekirî di biryara Kavala û Demîrtaş de dît. Mesele Komîte bi awayekî zelal dibêje ‘berdin’ lê Tirkiye biryara xwe bi cih naîne an jî di planên xwe yên çalakiyê de îdia dike ku bi cih tîne. Lê her du jî hêj di hundir de ne. Meseleya têkildarî ‘mafê hêviyê’ ya birêz Ocalan hinek din komplike ye. Divê carna mirov aşkere bike ku çima pêk neanîne. Niha Tirkiye li wir vê îdiayê dike; ‘Me biryara ‘Ocalan 2’ ku we şandiye wergêr kir û ji hemû meqamên darazê re, ji hemû mekanîzmayên edaletê re şand û em biryarê pêk tînin.’ Piştî danezanên me dayî jî vê bersivê dide, ‘Li Tirkiyeyê derfetê berdanê heye, tenê îstîsnayên wê hene’. Ji xwe tişta me aniye rojevê jî ev îstîsna ne. Rola saziyên sivîl ên civakî jî li vir derdikeve holê. Tirkiye ji sala 2014’an ve çend kesan cezayê hefsê yê muebbeta girankirî girtine, di girtîgehan de çend hikumxwarên muebbetên girankirî hene bi me re parve nake. Komîteyê ji Tirkiyeyê re got ‘van îstatîstîkan bi me re parve bike.’ Ji ber ku wê ev îstatîstîk vê yekê nîşan bide, Tirkiye vê biryarê di kesayeta bi sedan kesan de bi cih naîne.” 
 
‘BI AWAYÊ HIQÛQÎ TU WATEYA WÊ NÎNE’
 
Ergul, bi lêv kir ku hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 16 meh in bi parêzer, malbat û wasiyê xwe re nikare bike weke îzolasyoneke giran dibînin, li Îmraliyê şertên “imcamoninado” pêk tên û ev rewş bi tena serê xwe îşkenceyek e. Ergul, destnîşan kir ku ev yek weke şêweyeke cezakirinê tê sepandin û wiha domand: “Tu wateya tecrîda li birêz Ocalan tê sepandin di qanûn, makeqanûn û peymanên navnetewî de nîne, ev hemû tên wateya binpêkirinê.”
 
HEMÛ KÊMASIYÊN PERGALÊ HATIN RAGIHANDIN
 
Ergul, bi lêv kir ku tevî biryara komîteyê, Tirkiyeyê hem têkildarî Ocalan hem jî têkildarî girtiyên din heta niha tu gavên şênber neavêtine û wiha pê de çû: “Me bi awayekî zelal hemû kêmasiyên pergalê, pêkanînên keyfî yên desthilata siyasî çawa kirine qanûn ji Komîteyê re gotin. Niha li gorî bersiva ku hikumet bide an jî nede em ji nû ve serî li Komîteyê bidin. Heke Tirkiye tenezul bike bersivê bide em ê li dijî bersiva wan danezanekê bidin. Heke bersivê nede jî em ê têkildarî gav neavêtina wê bi awayekî berfireh dîsa danezanekê bidin.”
 
‘DIVÊ JI GOTINA ‘EM BI FIKARIN’ WÊDETIR BIÇIN’
 
Ergul, destnîşan kir ku girêdayî bersivdayîn an jî nedayîna Tirkiyeyê ya heta 22’yê Îlonê wê wesfa serlêdanê were guhertin û got: “Hem di rayagiştî ya welat de hem jî di rayagiştî ya navnetewî de zext bên kirin. Divê li vir mirov berfireh bifikire. Ne pêkane ku tenê bi Komîteyê bimeşe. Hemû dinya dibîne ku niha li birêz Ocalan û li hin girtiyên li Tirkiyeyê cezayê muebbeta girankirî lê hatine birîn rîska ku heta mirinê di girtîgehê de bimînin dibînin. Divê ji xwe ji bo Komîte di vê mijarê de peywîra xwe bîne bi cih zextê bike û vê yekê zêdetir bîne rojeva xwe. Her çiqas mesele bê siyasîkirin jî û her çiqas siyasî be jî mesele qesta jiyana mirovekî ye. Pergaleke ku li pêş çavên hemû cîhanê, tecrîda girankirî li kesekî ku gelekî weke serok dibîne disepîne û qanûna îşkenceyê binpê dike heye. Ji ber vê yekê meseleyeke hemû cîhanê eleqedar dike heye. Divê welatê rojavayê cîhanê ji gotina ‘em bifikar in’ wêdetir daxuyaniyekê bidin.
 
DIVÊ GAVÊN HIŞK BÊN AVÊTIN 
 
Dibe ku parlamenterên Parlamentoya Ewropayê vê têxin rojeva xwe. Ji ber gavneavêtina Tirkiyeyê divê Komîteya Wezîran gavên hişktir biavêje. Em qala azadiya kesekî nakin. Ji ber vê yekê divê hemû mekanîzma û taktîk bên bikaranîn.”
 
‘DIVÊ DESTHILAT Û MUXALEFET BIBÎNE’
 
Ergul, anî ziman ku ji ber hem desthilata siyasî hem jî mûxalefeta fermî ji rewşa Birêz Ocalan ku gelê kurd weke serokê xwe dibîne ditirse, ev polîtîkaya tecrîdê didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em mecbûr in azadiya birêz Ocalan ku nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din biparêzin. Divê em vê di çarçoveya mafên mirovan de, dema ji bo herkesê înfaza wekhev diparêzin mecbûr in vê yekê bînin ziman. Ji bilî rojeva siyasî, vîna çareserî û vîna aştiyê jî divê em vê parêzin. Lê heke ji bo pirsgirêkên ku îro berdewam dikin û meseleya heyî û avakirina aştiyeke birûmet gelê kurd Îmraliyê nîşan bide, desthilata siyasî jî muxalefet jî mecbûre vê yekê bibîne. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê partiyeke siyasî ku îdiaya wê ya aştî û demokrasî heye û desthilata siyasî jî divê di vê mijarê de gavê biaveje.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin