Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn

ÊLIH - Bedrettîn Atmaca yê bavê Taner Atmaca ku hate îdiakirin piştî hatiye girtin du rojan hewl daye întîhar bike, diyar kir ku dîmenên têkildarî bûyerê nedane wan û xwest ku berpirsyar derkevin holê. 

Hate îdiakirin ku li Êlihê Taner Atmacayê (25) di 27’ê tîrmehê de piştî ji ber bûyereke edlî hate binçavkirin û girtin, şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, di 29’ê tîrmehê de hewl daye întîhar bike. Rêveberiya girtîgehê, piştî bûyerê du rojan di 31’ê tîrmehê de malbata Atmaca geriyan û agahî dane ku kurê wan întîhar kiriye. Hate hînbûn ku Atmacayê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, li beşa lênêrîna awarte tê dermankirin. Bav Bedrettîn Atmaca bi lêv kir ku xetereya jiyanî ya kurê wî berdewam dike û bi lêv kir ku kurê wî yê di beşa lênerîna awarte de bi awayekî kelemçekirî tê dermankirin. 
MALBAT AGAHDAR NEKIRIN
 
Bav Atmaca, diyar kir ku piştî di 27’ê tîrmehê de ji zarokên xwe agahî negirtin, dest bi lêgerîna wî kirin û wiha got: “Piştî em du rojan lê geriyan em çûn qereqolê. Qereqolê agahî da me ku hatiye girtin. Ne dema binçavkirinê ne jî dema girtinê em nehatin agahdarkirin. Piştî ku me ji qereqolê pirsî, agahiya girtina wî dan me.”
 
Atmaca, da zanîn ku piştî 4 roj derbas bûn dozgerê girtîgehê li wan geriyaye û wiha berdewam kir: “Dozgeriya ku li me geriya pirsa ‘Bedrettîn Atmaca tu yî?’ kir. Min jî got ‘bele ez im.’ Wî jî got ‘Taner kurê te ye? Kurê te yê di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê de. Întîhar kiriye.’ Li ser vê agahiyê em çûn nexweşxaneyê. Destûr nedan ku em wî bibînin. Me serî li dozgeriyê da. Piştî ku destûr dan me karî biçin cem wî.”
 
DI BEŞA LÊNÊRÎNA AWARTE DE KELEMÇE!
 
Atmaca, bi lêv kir ku dema ji bo dîtina kurê xwe çûn beşa lênerîna awarte dîtin ku bi awayekî kelemçekirî bi nivînan ve girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez çûm cem kurê xwe yê ji sedî 10 şensê wî yê jiyîne heye, cenderme disekinîn. Di destê wî de kelemçe hebûn. Hema bêje kelemçe xistine destê mirovekî ku miriye. Bi wî awayî dihat dermankirin. Me îtîrazî vê kir. Bijîşk û dozgeriyê gotin ku qanûn wisa ye. Min ji wan pirs kir ku kesekî li ber mirinê çawa bi awayekî kelemçekirî tê sekinandin. Di encama serlêdanên me de piştî du rojan kelemce ji destê wî ve kirin. Ev zilmeke çawa ye, bi hinceta kesekî li ber mirinê dê bireve, kelemçe xistine destê wî.”
 
DÎMEN NEDAN
 
Atmaca, anî ziman ku çûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan û giliyê rêveberiya girtîgehê kirin û ev tişt gotin: “Piştî du rojan em agahdar kriin. Çima van her du rojan agahî nedan me? Çi veşartin? Dema dilê kurê min sekinî agahî dan me. Dilê wî yê sekinî bi mudaxileyê dîsa hate xebitîn. Lê rewşa wî nebaş e. Sedemê neagahdarkirina me weke nebûna nimreya telefona me ya li cem wan nîşan dan. Ev hincet nayê qebûlkirin. Dema dixwazin her kesê li her derê dibînin. Lê dibêjin du rojan nekarîne bigihin me. Me ji CÎMER’ê re nivîsî. Me gilî li wir jî kirin. Sûcê kê hebe bila hesabê bide. Em bawer nakin ku întîhar kiriye. Tu pirsgirêkên wî tune bûn. Me dîmenên têkildarî bûyerê jî xwestin lê nedan me. Dibe ku ev dîmen her tiştî derxînin holê.” 
 
Atmaca xwest ku berpirsyar derkevin holê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tê gotin ku kesek hatiye qawişa lê dima û pişt re ev bûyer qewimî ye. Ev kes kî ye? Rewşa vî ya di vê bûyerê de çiye? Bila ev derkevin holê. Me ji dozger pirs kir. Wî jî got ‘niha ez nizanim’. Berpirsyarê vê bûyerê kî be bila hesabê bide. Nikarin bêjin întîhar e û bi ser guhê xwe re biavêjin. Bila edalet pêk were.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin