‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’

img
AMED - Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz ku derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de axivî, diyar kir ku kamerayên ewlehiyê xistine hemû girtîgehan û da zanîn ku şerşoka girtiyên jin jî bi van kamerayan tê temaşekirin. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê her roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Tevî ku malbatên girtiyan ji bo zext û tundiyên li ser girtiyan bên rakirin û girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyayê bên berdan, dest bi çalakiya edaletê kirin û çalakiya xwe hê didomînin jî ew daxwaza wan nehatiye bi cih û girtî her roj bi zext, tundî û sirgunkirinê re  rû bi rû dimînin. Herî dawî li Girtîgeha Amedê 4 girtî hatin sirgunkirin. Ji ber vê yekê, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan em bi Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmet Gunduz re axivîn. 
 
Gunduz bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, zext û tundiyên li ser girtiyan her ku diçe zedê dibin. Gunduz, diyar kir ku piştî ku girtî Kadrî Ekîcî li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da bi malbata wî re hevdîtin kirine û wiha got: “Malbata Kadrî Ekîcî ji me re got ku, ‘berî bûyerê Kadrî ji me perê xwestin’. Heke wê xwe întihar bikirna çima da ji me pere bixwaze? Em qet bawer nakin ku Kadrî întihar kiriye.”
 
‘TEVÎ KU GIRTIYÊN NEXWEŞ LI BER MIRINÊ NE JÎ NAYEN BERDAN’
 
Gunduz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyên wan giranin jî nayên berdan û wiha pê dê çû: “Gelek girtiyên nexweş hene. Çend roj beriya niha girtiyêk nexweş ku ji ergenekonê girtî bû hat berdan. Nexweşiya wî û ya Aysel Tûglûkê weke hev bû lê ew hat berdan, Aysel Tugluk nehat berdan. Ji Aysel Tûglûk re jî rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ dan. Ev cihekarî ye. Em wek komelê bang li saziyên tendûristiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk, bijîşken serbixwe, partiyên siyasî dikin ku li dijî vê biryara ATK’ê biçin serdana girtîgehan bikin. Bila bibînin ka dikarin ragirtî bimînin an na. Fikarên malbatan hene ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Vê yekê tu kes naxwaze. Dûh li Wanê dayikeke 80 salî ku tevî nexweşî û temenê xwe jî ragirtî ye, rakirin nexweşxaneyê. ATK’ê derbarê wê dayikê de jî biryara, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ da. Lİ Girtîgeha Tipa D ya Amedê jî girtiyê bi navê Firat Nebîoglu tevî ku her dû gurçikên wî îflas kirine jî nayê berdan. Divê rojê 4 seatan derkeve diyalîze lê diyalîza wî daxistine 2 saetan û dermanên wî jî nadinê. Tevî ku malbata wî serî li girtîgehê daye jî tiştek derneket. Ji wî re jî rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne dan.’ Yanî êdî nexweşiya wî girane li ber mirinê ye jî nayê berdan. Hiqûqêk wisa, bê edaletiyek wisa heye. Malbat tenê dixwaze mafên hiqûqî pêk bên.”
 
GARDIYAN: DOZGER JÎ XWEDIYE VIR JÎ EZ IM
 
Gunduz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dema malbatên girtiyan diçin hevdîtina girtiyên xwe bi heqaret û gefên gardiyanan re rû bi rû dimînin û got: “Malbateke girtiyan dema çûye hevdîtinê ji ber ku şelê qumaş lê bû ye negirtine girtîgehê û heta pêlavên wan jî geriyane. Yanî şelê qumaş jî ji xwe re wek xetere dibînin. Dema malbateke din jî çûye hevdîtinê, xwestiye bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê bike. Gardiyan nehiştiye û gotiye, ‘Dozger jî xwediyê vir jî ez im.’ Yanî hiqûq ketiye bin destê gardiyanan. Yanî bifikirin ew gardiyan dikare her tiştî bike. Ji ber we banga me ji Wezirê Dadê re jî heye hêj nebûyî dereng, divê ji girtiyên nexweş re çareseriyek bê dîtin. Heke wê bimirin jî bila li mala xwe bimirin, bila di nav çar dîwarên girtîgehê de nemirin. Malbatên girtiyan ji ber ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane bên berdan tevî germa havînê, baran û berfê jî çalakiya xwe ya edaletê didomînin.”
 
‘TEVÎ KU CEZAYE GIRTIYAN DIYAR NEBÛYE JÎ TÊN SIRGUNKIRIN’
 
Gunduz bal kişand ser sirgunên li girtîgehan û ev tişt gotin: “Herî dawî 4 girtî li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatine sirgun kirin. Malbat ji bo hevdîtinê diçin girtîgehe lê pêdihesin ku girtiyê wan hatiye sirgunkirin. Yanî agahiyê nadin malbatan jî ka sirgunî ku hatine kirin. Bifikirin em qaşo qala dewleteke hiqûqê dikin. Tenê malbatek dizanê ku zarokê wan sirgunî Antalyayê kirine wekî din agahiya malbatan tune ye ku girtî sirgunî ku hatine kirin. Li ser derûniya malbatan jî bandorêk xirab dike. Bi heviyêk diçin hevdîtina girtiyê xwe lê hîn dibin ku girtiyê wan hatiye sirgunkirin. Gelek malbatan ji ber vê yekê serî li saziya me dane. Gelek malbat hene ku ji ber ku zarokên wan li girtîgehên dûrin 4 sal in girtiyên xwe nedîtine. Dayikên 70-80 salî ku tên serlêdanê dikin, dibêjin em nikarin biçin serdana zarokên xwe. Lê tevî ve yekê jî çiqas serlêdan kirine jî encam negirtine. Herî dawî li Girtîgeha Tipa D ya Amedê girtî Behçet Baysal û Selahattîn Arslan sirgunî Girtîgeha Tipa F ya Kurkçuler a Edeneyê kirin, Arif Onkol jî sirgunî Girtîgeha Antalyayê kirine. Nûar Kaymaz jî nehate zanîn ku sirgûnî ku hatiye kirin. Divê heta cezaye wan diyar nebe nehatibûna sirgunkirin.”
 
‘KAMERA XISTINE SERŞOK Û ODEYA GIRTIYAN’
 
Gunduz, anî ziman ku sepanên bê hiqûqî yên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Xwarinek baş nadin girtiyan, di nav xwarina wan de neynûk û mû derdikevin. Fêkî nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jinan tevî ku jin bi nexweşiya Covîd-19’ê ketine jî xwarinek baş an jî fêkî nadine wan. Maske jî nadinê. Gardiyan dema wan dibin maske bikarnaînin.  Wekî din ji ber dayikek xwendin û nivîsandinê nizane, înfaza we hatiye şewitandin. Tevî van sepanan jî girtîgeha ku jin lê ragirtîne bi kamerayên ewlehiyê, serşok û odeyên wan tên temaşekirin. Ev yek ne tenê be hiqûqî ye bê exlaqiye jî. Hemû girtîgeh bi vî awayî ne. Yanî li ser girtiyan şerê derûnî tê meşandin. Yanî sepanên salên 80’an li girtîgehan tên meşandin. Ji salên 80’an heta niha tû tiştek li girtîgehan neguheriye. Dîsa dema girtî ji kantîne tiştekê dikirin, gardiyan li ser navê lêgerînê wî tiştî ji girtiyan distînin. Yanî tiştekî ku girtî ji kantîna girtîgehê bi perêyên xwe keribin jî dest deynin ser. Ev nakokiyek mezin e. Malbat bi fikarin, sirgun hene, girtiyên nexweş li ber mirinê ne, sepanên bi vî awayî li girtîgehan tên meşandin.”  
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin