Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin

ŞIRNEX - Malbatên Roboskê da zanîn ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di serdanê de ji wan re gotiye; “Heke em bibin desthilatdarî ez ê vê bûyerê ronî bikim û faîlan bidarizînim.” Malbatan got ku heta faîl neyên darizandin dê heqê xwe li kesekî helal nekin.

 
Balafirên şer ên artêşa tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê şêniyên gund bombebaran kir û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl qetil kirin. Dewletê xwe li hemberî komkujiyê bêdeng kir û piştre jî AKP’ê got; “Dê ev doz li deverên tarî yên Enqereyê winda nebe” lê belê hewl dan bi ser bigirin ku weke komkujî neyê pênasekirin. Dosyaya lêkolînkirina komkujiya Roboskê bi salan di navbera dadgehan de hat û çû. Dozgeriya leşkerî di kanûna 2014’an de derheqê dosyayê de biryara neşopandinê da û hiqûqnasan jî îtîraz kir. Piştî ku serlêdana ji bo Makeqanûnê jî hat redkirin, malbatan doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê belê DMME’yê bi hinceta ku parêzerên malbatan belge kêm û dereng şandine, ji bo serlêdana malbatan biryara “nayê qebûlkirin” da û red kir. Parêzeran di salên piştre de ji bo lêpirsînê dîs serlêdan kirin lê encamek jê derneket. 
 
 
Têkoşîna edaletê ya malbatên Roboskê ev 11 sal in berdewam e. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû jî di çarçoveya “Hevdîtinên Hevhelalkirinê” de duh hate gundê Roboskê. Kiliçdaroglû li gund bi malbatên ku di encama bombebaran artêşa tirk de xizmên xwe windakirin re hevdîtin kir. Kiliçdaroglû li daxwazên malbatan guhdarî kir û soz da ku dê daxwaza wan a edaletê pêk bîne. Malbatan jî ji Kiliçdaroglû re got ku her rayedarê dewletê yê tê serdana wan sozan didin lê van sozên xwe pêk nayînin. Malbatên Roboskê diyar kirin ku heta hesab ji faîlan neyê pirsîn dê hevhelalkirin jî çênebe. Malbatên Roboskî têkildarî serdana Kiliçdaroglû bi ajansa me re axivîn. 
 
‘PIŞTÎ HESABPIRSÎNÊ EM Ê LI HEV HELAL BIKIN’
 
Bariş Encû ku birayê wî Vedat Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin komkujiya 11 sal berê bi bîr xist û wiha got: “Bi F16’an bombeyên bi tonan barandin ser kekê min û kurxalê min. Piştî kuştina 34 mirovan gelek kes hatin vê derê. Ji wan her yekî jî sozên cuda dan. Ji Ewropayê jî hatin. Lê heta niha jî edalet nehatiye Roboskê. Sozên xwe pêk neanîn. Li vir soz dan û dema ji vir derketin jî weke ku tiştek nebibe li jiyana xwe ya asayî vegeriyan. Hatina Kiliçdaroglû pir girîng e û bi wate ye. Lê pêdivî bi pratîkê heye. Sozdayîn tenê bi têrî nake. Heke di demên pêş de bibin desthilatdar, heta ji bo Roboskê edaletê pêk neyînin em ê aştiyê qebûl nekin. Dema ku faîlên Roboskê hatin darizandin, wê demê em ê aştî û biratiyê qebûl bikin. Em dikarin bi vî awayî hev helal bikin. Li ser navê xwe û malbata xwe dibêjim ku em ê ji bilî vê tu hevhelalkirinên din qebûl nekin. Em dixwazin êdî encamek jê derkeve.”
 
‘EZ TENÊ JÎ BIMÎNIM DÊ TAZMÎNATÊ NEGIRIM’
 
Bi domdarî Encû bang li rêveberên dewletê kir û ev tişt anî ziman: “Bila nekevin nava gotin û kirinên weke ‘em ê we ji hêla madî ve tengav bikin û bikin ku hûn tazmînatê wergirin.’Me heta niha tazmînat ne hilgirtiye û heta faîl neyên darizandin sed sal jî derbas bibin em ê negirin. Min birayê xwe li sergoyê nedîtiye. Her 34 kes jî canê min, ji xwîna min in. Heta faîlên wan neyên darizandin em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji van malbatan yek tenê jî dev ji vê dozê bernade. Rêya edalet û aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe.” 
 
‘EM BI KESEKÎ RE HEV HELAL NEKIN’
 
Felek Encû ku kurê wê Erkan Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin jî bi lêv kir ku heta faîlên Roboskê neyên darizandin dê bi kesekî re hev helal nekin û wiha domand: “11 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn. Hêj jî dibêjin ‘FETO’yê kir. Madem wan kiriye, wê demê wan kesan bigirin û bidarizînin. Bila malbat jî bên bi wan faîlan re hevrû bibin. Wê demê belkî gotineke me hebe. Lê teqez heta edalet neyê Roboskê em ê hev helal nekin. Kesek tê zarokê we dikuje û piştre weke ku tiştek nebûye tê dibêje were em li hev helal bikin. Tiştekî wiha nabe. Heta niha kesek nehatiye girtin û edalet pêk nehatiye. Em her roj diçin ser gorên zarokên xwe. Heqê kesekî nîne vê bi me didin kişandin. Em xizan bûn û di halê xwe de bûn. Gelek soz dan me lê ev soz ser gorên zarokên me man û em ji bîr kirin. Êdî baweriya me bi kesekî nema ye.” 
 
KILIÇDAROGLÛ GOT; ‘EM Ê FAÎLAN BIDARIZÎNIN’
 
Derheqê mijarê de bavê Mehmet Alî Tosun, Zekî Tosun jî qala sihbeta xwe ya bi Kiliçdaroglû re kir û wiha behs jê kir: “Min jê re got; ‘heke edalet pêk neyê, hûn jî weke hikûmeta din kujerên zarokên me û bûyerê veşêrin û nedarizînin, wê demê em ê hev helal nekin. Heke hûn bi rastî jî edaletê bînin Roboskê û mafên me yên madî û manewî têxin rojevê, wê demê em ê hev helal bikin.’ Hatina Kiliçdaroglû baş li me hat û em gelek keyfxweş bûn. Got ku heke bibe desthilatdar dê van sozên xwe pêk bîne. Em ji wan bawerin. Kiliçdaroglû ji me re got; ‘Heke em bibin desthilatdarî dê vê bûyerê ronî bikin û faîlan bidarizînin.’ Ev soz da me.”
 
‘DAXWAZA ME EDALETE’
 
Dayika Mehmet Alî Tosun, Fadîle Tosun jî got ku heta faîlên zarokên wan neyên darizandin dê heqê xwe li kesekî helal nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku wan heqaret li zarokên me kir. Her 34 zarok jî bêguneh bûn. Bila Kiliçdaroglû destê xwe deyne ser wijdana xwe; ev 11 sal in em edaletê dixwazin lê edalet nehat Roboskê. Li şûna vê me didin dadgehê û cezayên pereyan li me dibirin. Ji me re dibêjin; ‘hûn li pey doza zarokên xwe ketin.’ Bila êdî dayik negirîn. Ji bilî edaletê û darizandina faîlan tu daxwazeke me ji dewletê nîne.” 
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin