‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Rûsya, Îran û Amerîkayê nekariye razîbûnê wergire û got: “Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”

 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Soçiyê îro were gel hev. Desthilata AKP’ê piştî Tirkiye kete atmosfera hilbijartinê, daxuyaniyên xwe yên têkildarî operasyoneke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di vê pêvajoyê de bi topbarana Tirkiyeyê li navçeya Zaxo ya girêdayî Duhoka Herêma Kurdistana Federe 9 welatiyên ereb jiyana xwe ji dest dan û ev yek bû sedema nerazîbûnan. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Karên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, geşedanên li Iraqê diqewimin, hevdîtinên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên têkildarî êrişeke nû ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên wê ji ajansa me re nirxand. 
 
Ozsoy, bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne nû ne, piştî sala 2015’an ji 130’an zêdetir sivîlên kurd di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Mixabin careke din jî hate dîtin ku dema kesên dimirin kurd bin, ne di rayagiştî ya Iraqê de, ne di helwesta Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne jî di rayagiştî ya navnetewî de ne girîng e. Piştî Zaxo ji ber zextên li kolanên ereban hatin Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê helwesteke zelal girtin. Dema beriya niha di êrişên Tirkiyeyê de ewqas kurd dimirin ji tu kesî deng derneketibû. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku weke leşkerî ji Iraqê derkeve. Ev yek birin Neteweyên Yekbûyî (NY) lê di fîîliyatê de tiştekî ku were guhertin tune ye. Baregeh û leşkerên Tirkiyeyê hêj yên li wê derê û bombebaran û êriş berdewam dikin.”
 
Ozsoy, diyar kir ku piştî Komkujiya Zaxoyê Tirkiye neçar ma ji pozisyona êrişê derbasî pozîsyona parastinê bibe.   
‘TEVLIHEVIYA LI IRAQÊ DÊ BIKÊRÎ TIRKIYEYÊ WERE’
 
Ozsoy, da zanîn ku berdewamkirina tevliheviya li Iraqê wê desthilata AKP’ê li herêmê bi hêz bike û wiha berdewam kir: “Heke bêhikumetî û tevliheviya li Iraqê ji bo demekî dirêj berdewam bike wê Tirkiye li wir zêdetir bingeha mayînê bibîne. Ji ber ku Tirkiye hêza NATO’yê ye. Ewropa ji rewşeke pevçûn û geşedaneke neyînî ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e û ji hatina rêxistinên cîhadîst û penaberan ditirse. Ji ber vê yekê heke li Iraq û Sûriyeyê tevlihevî zêde bibe û şerekî navxweyî çêbibe, wê bibe wesîleyê ku rojavayê cîhanê zêdetir rolê bide Tirkiyeyê. Di encamê de Tirkiye serê rima NATO’yê ya li Rojhilata Navîn e.”
 
‘DIBE KU HEZÎMETEKE LEŞKERÎ BIJÎ’
 
Ozsoy, bi lêv kir ku Erdogan ji bo di polîtîkaya navxweyî de bikarbîne ji derew ve jî be hewcehî bi serkeftinekê dibine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Planên wan ên hatin hazirkirin Ewropa, Amerîka, Rûsya û Îranê ne pejirandin. Hefteya borî Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku hatibû Tirkiyeyê li pêş kamerayan got ku operasyoneke ku çêbibe xelet dibînin. Alman cara ewil e vê yekê dikin. Ewropa û Amerîka xelet dibînin. Erdogan di derdê ku Rûsya wan bipejirîne de ye lê di hevdîtinên Astanayê de Îranê bi awayekî zelal pozîsyona xwe nîşan da. Dîsa jî Tirkiyeyeke ku rayagiştî ya navnetewî, Amerîka û Rûsya qaneh nekiriye, dikare operasyonekê bike.”
 
Ozsoy, anî ziman ku operasyoneke ku di serdemeke dijberiya Tirkiyeyê di civaka ereban bilind bûyî de li dijî Sûriyeyê were kirin wê xetereyeke zêdetir bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “Li ser Til Rifat û Minbicê disekinin. Til Rifat, bakurê Helebê ye û 20 kîlometre jora wê hemû rêyên hev girêdidin di wir re derbas dibin. Milîsên Îranê, artêşa Sûriyeyê, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) li wir dimînin. Heke şerek pevçûnek çêbibe wê artêşa Sûriyeyê û Îranê jî mudaxilî şer bibin. Tirkiye di demeke ku serkeftinê difikire de dibe ku hezîmeteke leşkerî ya mezin jî bijî. Şerekî li wir wê di nava kurdan û çeteyên Tirkiye piştevaniya wan dike û artêşê de nebe. Wê şerekî mezintir ê herêmî çêbibe. Beriya hilbijartinan dagirkirineke din a Rojava di rojevê de ye û dema firsend dîtin jî wê bikin.”
 
‘DÊ BEDELEKÎ GIRAN BIDIN’
 
NATO û rojavayê cîhanê Tirkiyeyê vedixwîne ku di qada siyasî, leşkerî û jeopolitik de roleke girîng bilîze lê yekane rojeva Erdogan-Bahçelî dijminatiya kurdan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî siyaseta dizaynkirina Karadenîz, Îskandînavya û Ewropayê siyaseta ku dê kurdan li du bajarokên din çawa paş ve bibin dikin. Tirkiye çavên xwe tarî bike û êrişî Rojava bike wê şerekî ewqas hêsan nebe. Hem amadekariyên kurdan hene hem jî gelek hêzên ku naxwazin statukoya Sûriyeyê ya niha belav nebe hene. Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin