Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku welatiyê bi navê Nusret Tebîş ku ji doza teqîna Gungorenê dihat darizandin û MÎT’ê îdia dikir li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kuştî ye, demek berê ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. 

 
Çapemeniya girêdayî AKP-MHP’ê di 30’ê tîrmehê de bi sernavê “Ji MÎT’ê operasyona girîng!” û “MÎT’ê ji faîlên êrişa Gungorenê Nusret Tebîş ê PKK’î li Sûriyeyê bêbandor kir!” nûçe parve kirin. Di nûçeyan de dihat îdiakirin ku Nusret Tebîş ku di doza êrişa bombeyî ya Gungorenê de dihat darizandin li Hesekê hatiye “bêbandorkirin.” 
 
Têkildarî mijarê di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de bi îmzeya Dogan Çetîn û bi ser navê “Çi bi Nusret Tebîş bû?” hate weşandin. Di nivîsê de têkildarî mijarê agahiyên girîng hatin dayîn. 
 
Nivîsa derheqê bûyera Nusret Tebîş de wiha ye:
 
“Ev demeke çapemeniya şerê taybet a tirk bênavber li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên derewîn dimeşînin. Derewên wan li pêş çavan e lê vê demê ew îdiayên ku dibêjin 'kiryarên hin bûyeran hatine kuştin' li ku derê derket? Gelo bi vê yekê hewl didin nîşan bidin ku qaşo MÎT tu sûcan bêceza nahêle û dixwazin vê yekê bikin amûrek ji motîvasyona hundirîn. Bêguman na!
 
MÎT a ku demeke dirêj e li ser Rojava dixebite, bi rêya çapemeniya şerê taybet gelek nûçeyên derewîn çêkir ku bi wan îdîa kir 'Ji Rojava êriş li ser nava Tirkiyeyê hatiye kirin.' Ev nûçe hem ji bo êrişên artêşa tirk weke zemînekê hatin bikaranîn, hem jî bi dosyayekê li qada dîplomasiyê hate bikaranîn ku nîşan bidin 'Rojava li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê rîsk e û qaşo hêlîna terorê ye.' MÎT'ê li ser vê mijarê dosya amade kir û li gel Wezareta Karên Derve kampanyayek meşand. Ji bo vê kampanyayê hevkarekî nû jî kirê kiribûn. Bi rêveberiya PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê re beriya niha peymanên cuda kir û PDK kir şirîkê lîstikên xwe yên di karên derve de dimeşîne. Ji ber vê yekê danûstandin û hevdîtinên Mesrûr Barzanî yên li derveyî welat yekser ji aliyê MÎT'ê ve hatin plankirin û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo wî hevdîtina bi hin hêzên navneteweyî re plan kir. Di van danûstandinên derveyî welat de jî wezîfeya Barzaniyan ew bû ku nîşeyên ji Tirkiyeyê li ser PKK'ê, Rojava û YPG'ê wergirtiye bike mijara bingehîn a 'dîplomasiya kurd.'
 
Operasyona Nusret Tebîş ku weke berpirsyarê çalakiya Gungoren a 27'ê tîrmeha 2008'an a li Tirkiyeyê hate nîşandan, çend roj berê xistin rojevê ku ev operasyon tenê parçeyekî qirêj ê van operasyonên derewîn e. Li gorî îdiayê, Nusret Tebîş li Hesekê ku dilê YPG'ê ye, bi operasyonekê hate bêbandorkirin.
 
BAŞE LÊ TEBÎŞ LI KU YE?
 
Baş e, gelo rastî çi ye? Nusret Tebîş kî ye? Niha li ku ye û rewşa wî çi ye?
 
Balkêş e ku Nusret Tebîş heman piştî çalakiya Gungorenê di sala 2008'an de li Tirkiyeyê weke 'bombevan' hatibû girtin. Pênc salan li girtîgehê hate hiştin û piştre ji bo bi rengekî negirtî bê darizandin hate berdan. Ne tenê Tebîş, her wiha gelek welatparêzên kurd ên pê re ji heman dosyayê dihatin darizandin jî mîna wî hatin berdan. Tebîş ku darizandina wî dewam dikir, di sala 2013'an de derbasî başûrê Kurdistanê bû û li vê derê bi nasnameya xwe bi rengekî aşkera dijiya.
 
Hûrgiliyeke balkêş e, tam 14 sal piştî çalakiya Gungorenê, beriya çend mehan welatparêzekî kurd H.T. ê li başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji heman dosyayê piştî pênc salan beraet kir, bi sûîqestê hate birîndarkirin.
 
PDK’E RADESTÎ TIRKIYEYÊ KIR
 
Anku Tebîş ê ku çapemeniya şerê taybet a tirk wî weke 'bombevanê lê dihate gerîn' pênase dike, derketibû pêşberî dadgehên tirk, 5 salan li girtîgehê hatibû hiştin. Piştre jî bi rengekî aşkera û fermî ji sînor derbasî başûrê Kurdistanê bû û li vê derê bêyî ku pêwîstiyê bi veşartina xwe bibîne, jiya bû.
 
Tiştên balkêş ên der barê bûyera Tebîş ne tenê ev agahî ne. Li başûrê Kurdistanê demekê li Hewlêrê tev li çalakiyên HDP'ê bû û piştre ji ber sedemên cuda di sala 2020'an de ji karên siyasî qut bû. Piştre jî Tebîş di sala 2022'yan de, anku beriya niha bi şeş mehan destpêkê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve di encama lêpirsîneke edlî de di serdegirtina mala wî de tevî 4 kesên pê re hate binçavkirin û çend mehan agahî jê nehatin girtin. Xizmên Tebîş ji PDK'ê xwest ku aqûbeta wî aşkera bike û rayedaran ji wan re gotin, 'Em ê di dema pêş de agahiyê bidin we.' Piştre çi bû? Nusret Tebîş ku digotin 'Li Hesekê, li cihê dilê YPG'ê bi operasyona taybet a MÎT'ê hate kuştin', beriya demekê radestî Tirkiyeyê hate kirin!
 
PDK MÎNA RÊXISTINEKE KONTRA TEVDIGERE
 
Mebesta min çi ye? Mebesta min ev e; di şexsê bûyera Tebîş de lîstikên tarî yên kontrola ku dewleta tirk li dijî PKK'ê, li dijî kurdan dimeşîne, careke din kete rojevê. Bûyera Tebîş di heman demê de raxist pêş çavan ku PDK di nava vê lîstika tarî de çawa mîna rêxistineke kontra tevdigere. Bi bûyera Tebîş re her wiha ispat bû ku bi operasyonên derewîn ên bi heman rengî re Tirkiye hewl dide çalakiyên mezin ên li nava Tirkiyeyê hatine kirin bi Rojava re têkildar bike û li qada navneteweyî li dijî Rojava atmosferekê biafirîne.
 
Wekî din... Ev terora dewletê, çîrok, derew, kompas, operasyonên xapandinê yên dewleta tirk hemû li aliyekî, pirseke bi vî rengî dikeve hişê mirovan; gelo çi bi serê Nusret Tebîş bû?”
 

Sernavên din

06/08/2022
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin