COLEMÊRG - Li qadên ku gundên Şîşemzîn, Dirîşkê, Dotkan û Xurekana Seyîda yên navçeya Geverê di nav de operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Li gelek qadên ku gundên Şîşemzîn, Dirîşkê, Dotkan û Xurekana Seyîda yên navçeya Gevera Colemêrgê di nav de di saetên serê sibê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate hînbûn ku li Qadên Mêvan Ava û Warê Axa ên li gundên Dotkan û Dirîşkê dimînin saet di 04.00’an de bi helîkopterên leşkerî leşker li qadê bi cih kirine. Hate zanîn ku leşkerên ku gundên Şîşemzîn û Xurekana Seyîda bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine û welatiyên ku dikevin gundê Şîşemzîn û derdikevin di GBT’ê re derbas dikin.
Hate ragihandin ku ji ber li gundê Şîşemzîn şivanê ji eslê xwe Îranê ye, fotokapana dîtîye girtiye cem xwe, hatiye binçavkirin û birine Fermandariya Cendermeyan a Geverê. Hate diyarkirin ku piştî kirariyên îfadeyan wergirtinê şivanê hatibû binçavkirin, hatiye berdan.
Hate ragihandin ku leşkeran li gir, zozan, qadên Warên Axa û Mêvan ava yên girêdayî gundên Dotkan û Dirîşkê û li qada Kaniya Barkirî ya Xurekana Seyîda fotokapan û mobese bi cih kirine.
Li herêmê operasyonên leşkerî didomin, balkêş e ku li navenda Geverê jî liv û tevgera leşkerî pêk hat.