Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê

  • rojane
  • 14:34 31 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Hevserokên HDP’a Amedê banga mitînga “Çareserî em in” dê di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê li dar bixin kirin û “Werin em li dijî şer biherikin qada mitîngê.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê di 6’ê tebaxê de bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” dê li Qada Îstasyonê mitîngek li dar bixe. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier têkildarî mitînga herêmî dê li dar bixin li avahiya HDP’a Navçeya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê tev li civînê bûn.  
 
Hevserok Zeyyat Ceylan da zanîn ku ew ji bo mitîngê jig undan heta navenda bajêr serdanan dikin û xelkê xwe vedixwînin mitîngê û ew bi beşdariya 25 wekîlên xwe xebata xwe didomînin. Ceylan diyar kir ku ew li benda beşdariyek zêde ya mitîngê ne û got: “Îktidara AKP-MHP’ê ne bi riza xelkê li ser îktidarê ne. Em di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Em dikarin bi saetan neheqiya li dijî siyasetmedarên kurd û dostên wan û saziyên demokratîk vebêjin. Mitînga me wê ji bo pêvajoyê bibe bersiv.” 
 
'TECRÎD LI HER DEVERÊ BELAV BÛ’ 
 
Ceylan anî ziman ku siyaseta AKP-MHP’ê siyaseta tecrîdê dikin û wiha axivî: “Vê tecrîdê ji ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û li her deverê belav bûye. Li her deverê Kurdistanê şer heye. Îktidar dixwaze xwe bi vî şerî li ser pêya bigire. Bi aloziyan dibe îktidar. Dixwazin carek din aloziyê bixin nava xelkê.” 
 
‘DIXWAZIN LOZANA DUYEM BÎNIN SERÊ KURDAN’ 
 
Ceylan destnîşan kir ku îktidar dixwaze Lozan duyemîn bîne serê kurdan û wiha got: “Wek Lozan yekemîn dixwazin di Lozana duyemîn de jî êrişî kurdan bikin. Bi êrişa li dijî kurdan û HDP’ê dixwazin bi ser bikevin. Wê zext û zilma AKP-MHP’ê negihîje tu encamê. Em li ser rêya rast û heqîqetê ne. Rêya me rêya rastiyê ye. AKP-MHP’ê çareseriyê hilweşandin û şer û talanê anîn. Em li bakur, başûr û rojava siyaseta wan dibînin. Em jî dibêjin em ê tu carî tecrîd, şer, êriş, dagirkeriyê û talanê qebûl nekin. Em ê wek her deme li ber xwe bidin. Serkeftin a gelê kurd e. Divê her kes li dijî şer û tecrîdê denge xwe derxe. Em dengê xwe derxin wê gel jî bersiva pêwîst bide. Çareserî di Rêya Sêyemîn de ye.  Em di 6’ê mehê de bêjin çareserî em in, dengê çareseriyê em in.” 
 
'EM LI DIJÎ ŞER BIHERIKIN QADÊ’ 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî metna daxuyaniyê ya bo beşdariya mitîngê xwend û destnîşan kir ku ew ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na û got: “Em dixwazin her kesê li dijî şer biherike qada şer û ji şer û dagirkeriyê re bêje bes e. Yên ku dixwazin bibînin ka Rêya Sêyemîn û gel çawa tên ba hev bila di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyonê binêrin. Em li dijî şer û tecrîdê ji bo çareseriyek mayînde vedixwînin mitînga xwe." 

Sernavên din

31/07/2022
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin