Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin

  • rojane
  • 13:36 28 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz darbeyek siyasî ye û got: “Ev rêbaza wan carek din mehkûmî têkçûnê ye.” 

 
Berdekva Meclisa Jinan a Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û rojeva jinan nirxand. 
 
Başaran bal kişand ser operasyona li dijî hevseroka wan a Mêrsînê Bedriye Kuş û endamên wan ên Meclisa Şaredariya Akdenîzê û got: “Ev operasyonên dawî jî nîşan dide ku em çiqas mafdar in. Ji bilî zor û zextan tu tiştek di destê vê îktidarê de nemaye. Em dixwazin hevalên me tavilê bên berdan.” 
 
‘DARBEYA LI DIJÎ SIYASETA DEMOKRATÎK E’ 
 
Başaran bertek nîşanî biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Ayedenîz da û wiha got: “Heke were bîra we, ewilî pêvajoyê bi kampanyeyek lîncê dest pê kir. Ewilî wezîrê karên sûcan Aydenîz hedef nîşan da û piştre jî li ser fermana Serokkomar ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz pêvajo hat destpêkirin. Em dizanin ku ev pêvajo li dijî jinan û siyaseta demokratîk darbeyek e. Ev darbeya li dijî vîna gelê kurd e. Em di wê ferqê de ne ku li ser fermana Serokê Giştî yê AKP’ê hatiye diyarkirin ku dê parêzbendiya Aydenîz rakin. Ji bo wan ew pêvajo temam bûbû lê bi awayek formalîte di komîsyon û Meclisê de nîqaş kirin. Li Tirkiyeyê parêzbendiya parlamenterên me tê rakirin. Ev li cîhanê nehatiye dîtin. Ev rêbazên xistine dewrê carek din wê bi ser nekevin û mehkûmî têkçûnê ne. Salîha Aydenîz ji berk u Hevseroka Giştî ya DBP’ê ye û jinek kurd e bi êrişan û gefan re rûbirû ma. Ew ê her tim vîna gel be û dê îradebûna xwe bidomîne.” 
 
TUNDIYA LI SER JINAN BERDEWAM DIKE 
 
Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ji roja şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’’an ve hatiye destpêkirin heta îro tê xwestin pirsgirêka kurd bi rêya şer û tundiyê were çareserkirin û ev yek bandorê li ser civakê û jinan dike. Başaran anî ziman ku bi zêdebûna şer re tundiya li ser jinan jî her ku diçe zêdetir dibe û ji sala 2015’an vir ve di encama êrişên silaman de di sala 2015’an de herî kêm 303 jin, di 2016’an de 328 jin, di 2017’an de 409 jin, di 2018’an de 440 jin, di 2019’an de 474 jin, di 2020’an de 471 jin, di 2021’an 497 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. 
 
‘EM  Ê DEST JI PEYMANÊ BERNEDIN’ 
 
Başaran anî ziman ku di pêvajoyek ku tundî, kuştin û zextên li ser jinan zêde dibin îktidarê û daraza wê Peymana Stenbolê betal kirin û ew destnîşan dikin ku dê dest ji Peymana Stenbolê bernedin û tevî hemû astengî, qedexe û bend û qeydan jî dê jin li her deverê gotina xwe bêjin. 
 
‘EM DIZANIN KU ÎKTIDAR BI KÎ RE DIMEŞE’ 
 
Başaran anî ziman ku ew baş dizanin ên ku Peymana Stenbolê betal kirine bi kî re dimeşin û got: “Em dizanin ku ev îktidar li kêleka kî dimeşe. Mînaka vê ya dawî du hat belavkirin. Qeymqamiya Dêrikê ji bo tiryakê civînek li dar xistiye û xwedîgiravê dê têbikoşin. Lê kesek xwedîgiravî rûspî ye anîne civînê, ev kes di bîra Tirkiyeyê de ye. Ji bersûcên doza N.Ç. Şeyhdavut D., yanî bersûcê îstîsmarkirina keçek biçûk niha ji bo AKP’ê rûspî ye. Qaşo li dijî tiryakê têdikoşin lê kesê ku gazî wî kirine ka binêrin kî ye. Ev mînaka şênber e ji bo me ku em dizanin îktidar bi kî re dimeşe.” 
 
QETLÎAMA ZAXOYÊ 
 
Başaran bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê ya di 20’ê Tîrmehê de li seyrangeha gundê Perex ê Zaxoyê pêk hat û wiha got: “9 welatiyên sivîl ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin û qetilkirin. Ji 20 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Bi taybetî em ji yên canê xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Me gelek caran anî ziman û em dîsa tînin ziman, ev sûcê şer û li dijî mirovan pêk tê. Ji bo ev zelal bibe em ê têbikoşin. Îktidar qadên sivîlan bombebaran dike. Dixwazin payemak wiha bidin, hûn diçin ku biçin em ê li wir bin û em ê qadek nefesgirtinê ji bo we nehêlin. Em vê zîhniyetê ji Roboskî, Şengalê, Rojava û Mexmûrê nas dikin. Heta roja ku ev îktidar hesabê van qetlîaman bide em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.” 
 
QETLÎAMA ŞENGALÊ 
 
Başaran bi rasthatina salvegera Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hatibû de axivî û wiha got: “Wek hûn dizanin di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran jin û zarok dîl girt. Bi sed hezaran êzidî ji ber êrişan neçar ma ku koçber bibin. Armanca vê qetlîamê a sereke têkoşîna kurdan û jinan bû. Xwestin berxwedana bi rûmet a jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê dan tola wan ji Şengalê hildin. 8 sal di ser re derbas bû lê Şengal nehatiye jibîrkirin. Li Şengalê jin hê jî jiyan û siberoja xwe diparêzin. Mixabin mîna li Zaxoyê qetlîam pêk hat, êrişên tifaqa AKP-MHP’ê yên li dijî Şengalê jî berdewam dikin. Bênavber êriş li ser warê êzidiyan pêk tên. Em carek din destnîşan dikin ku bi xelkê Şengalê û jinên êzdî re ne. Em di salvegera 8’emîn qetlîamê de dixwazin ku 3’ê  Tebaxê wek ‘Roja Çalakiya Navnetewî ya li Dijî Qirkirina Jinan’ bê ragihandin.” 
 
 

Sernavên din

31/07/2022
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin