Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan

  • rojane
  • 12:28 28 Tîrmeh 2022
  • |

STENBOL  - Girtiyê bi navê Alî Ataç di 24’ê hezîranê de hate girtin û di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Du roj piştre jî hat îdiakirin ku xwe şewitandiye û rakirin nexweşxaneyê. Dema mejiyê Ataç mirî jî dadgehê biryara berdanê da. Malbata Ataç diyar kir ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin û gilî kirin.

  
Girtiyê bi navê Alî Ataç (20) di 24’ê hezîranê de bi sedema bûyereke edlî li navçeya Avcilar a Stenbolê hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Qereqola Polîsan a Fîlîzkoyê, sewqî Edliyeya Bakirkoyê hate kirin. Ataç, ji vir jî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hat kirin û dadgeriyê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Metrîsê. Li gorî îdiayan, Ataç bi hinceta pandemiyê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Du roj piştî girtinê jî bi îdiaya “Şewat derxist û hewl da întîhar bike” rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê. Derket holê ku dema di anîn nexweşxaneyê mejiyê wî miribû. 
 
Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Ataç di roja 26’ê hezîranê saet di 02.00’an de xwe şewitandiye. Li ser vê yekê jî cendirmeyan Ataç rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê. 
 
 
HATE ENTUBEKIRIN
 
Li vir saet di 03.00’an de rakirin beşa sotinên lezgîn û piştre saet derdora 04.49’an derbasî beşa lênihêrîna awarte ya sotinan kirin. Ataç li vir hate miayenekirin û teşhîsa “Gelek deverên wî şewitî ne” û “Bikaranîna tiştên bizirar ên girêdayî tûtinê” hate kirin. Her wiha hat tespîtkirin ku ji sedî 20 ê rû, stû, dest û ekstremîta jor ên Ataç di pileya du û sêyemîn de şewitîne. Li gorî rapora Epîkrîzê jî derket holê ku Ataç di 26’ê hezîranê saet di 13.59’an de hatiye entûbekirin. 
 
AGAHÎ NEDAN MALBATA WÎ
 
Ne nexweşxaneyê û ne jî rêveberiya girtîgehê bi tu awayî agahî nedan malbata Ataç ku zarokê wan rakirine nexweşxaneyê. Hat zanîn ku roja ku Ataç li nexweşxaneyê dihat dermankirin anku di 29’ê hezîranê de dadgehê biryara berdanê wî daye. 
 
MEJIYÊ WÎ MIRIBÛ
 
Nexweşxaneyê 19 roj piştre li ser hejmareke telefonê ya ku Ataç dabû polîsan û girtîgehê ku ya hevalê wî bû, rewşa heyî vegot. Li ser vê yekê hevalê Ataç li kekê wî Mehmet Can Ataç geriya û got: “Birayê te li nexweşxaneyê li ber mirinê ye. Xwe bi hawara wî bigihîne.” Li ser vê yekê kekê Ataç diçe nexweşxaneyê û bijîşk jê re dibêjin ku dema birayê wî anîn nexweşxaneyê, mejiyê wî miribû. Kekê Ataç wan kêliyan wiha vedibêje: “Min sedema mirina mejiyê birayê xwe ji bijîşkan pirsî. Gotin ku mejiyê wî bê oksîjen ma ye. Her wiha gotin ku îxtîmaleke mezin cihên laşê wî yên şewitîn ji ber agir çêbûye. Lê gotin ku encama herî zelal dê li Saziya Tipa Edlî (ATK) diyar bibe.” 
 
‘EZ BAWER NAKIM KU ÎNTÎHAR KIRIBE’
 
Bi domdarî Ataç diyar kir ku ew ne di wê baweriyê de ye ku birayê wî ji ber şewatê sotibe û wiha domand: “Îşkence li birayê min hatiye kirin. Ev bûyer di berpirsyariya dewletê de ye. Li gorî agahiyên rêveberiya girtîgehê dane, ‘agir berdayê doşeka xwe û daye ber derî.’ Xwe bi vî awayî diparêzin. Derî ji derve tên girtin. Her çend ranzayê bide ber derî jî dikariyan di kêliyê de vekin. Her du destên wî jî heta cihekî şewitî ne. Ne bawerim birayê min xwe şewitandibe. Heke mirovek bixwaze xwe bişewitîne, tenê destên wî naşewitin.” 
 
‘KUŞTINE Û AVÊTINE NEXWEŞXANEYÊ’
 
Di berdewamê de Ataç bi lêv kir ku birayê wî hatiye kuştin û piştre avêtine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Ji bo ku xwe ji vî sûcî xelas bikin, çendek roj piştre biryara berdanê dan. Kesekê di bin berpirsyariya dewletê de divê ewqas neyê îşkencekirin. Mirovan bi îşkence û wehşetê qetil dikin. Di vê pêvajoyê de ji hêla qanûnê ve çi pêwîst be em ê bikin. Em niha li benda Alî ne. Mejiyê wî miriye. Bijîşk dibêjin êdî vegera wî gelek zehmet e. Dewlet mecbûre li kesekê di bin berpirsyariya xwe de binêre. Ew der cihê îşkenceyê nîne. Em ê heta dawiyê mafê birayê min biparêzin.”
 
SERLÊDANA SÛC KIRIN
 
Parêzerê Ataç, Mûrat Karakaş jî da zanîn ku ji ber îdiaya şewatê ya li girtîgehê, rêveberiyê derheqê Ataç de lêpirsîn daye destpêkirin û ev agahî dan: “Gelek aliyên bûyerê hene ku nehatine zelalkirin. Bi qeydên kamerayan re dê diyar bibe bê ka ‘şewat’ kengî derketiye, kengî mudaxale lê hatiye kirin û Aytaç kengî birine nexweşxaneyê. Ez herî dawî roja sêşemê çûm girtîgehê lê kesekî bi min re hevdîtin nekir. Di nava tirsê de bûn. Lewma gumanên me zêdetir bûn. Di girteka rêveberiyê û lêpirsînê de te gotin ku ranzaya hucreya Ataç şewitî ye, lavabo û ampulan jî zirar dîtiye. Gumanên bo îdiaya ‘întîharê’ hene. Me dît ku gelek îhmal hene. Em jî dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Dibe ku gelek tiştan bi zanebûn zelal nakin. Em jî hewl didin wan derxînin holê. Lewma bavê Aytaç di 20’ê tîrmehê de bi rêya dozgerê Gimgim a Mûşê li dozgeriya Bakirkoyê serlêdana sûc kir. Lêpirsîn hat vekirin û dozger agahî î dîmenên girtîgehê xwestin. Rewşeke trajîk heye. Bi bijîşk re axivîm û got; ‘dema anîn mejiyê wî miribû.’ Pir aşkeraye ku di vê dosyayê de gelek îhmal hene.” 
 
BI HINCETA ZIYAN DAYE MALÊ CEMAWERIYÊ LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN 
 
Ji xizmên Ataç, Nedîm Ataç jî destnîşan kir ku ji binçavkirinê heta girtin û birina nexweşxaneyê, di çi pêvajoyan de agahî ji malbata wî re nehatiye şandin û wiha qedand: “Du roj piştre jî weke miriyan anîn nexweşxaneyê. Piştî rewş tê fêmkirin jî tê berdan. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘ziyan gihandiye malê cemaweriyê’, 4 hezar lîre cezayê pereyan daye. Dewletê ev zarok bir û li wir îşkence kir. Li gorî gotinên bijîşkan jî mejiyê wî ji ber van sotinan namire. Anku zarok kuştine û piştre avêtine nexweşxaneyê. Cihên şewitîn ên li ser laşê Ataç, naşibin sotinên ji ber agir. Dişibin sotinên ceyranê. Heke bijîşk erê bike, em ê cenazeyê wî derxînin û bibin gundê Karameşe yê Gimgim ê Mûşê.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin