Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin

  • rojane
  • 09:27 28 Tîrmeh 2022
  • |
img

ÊLIH - Bi ser qetilkirina rojnameger Çetîn Abayay re 30 sal derbas bûn. Xwîşka Abayay, Gulistan Ruzgar anî ziman ku dê tu tiştek êşa wan sivik neke û wiha got: “Lê dê daxwaza dayika min pêk were ku çavên wê vekirî rehmet kir.”

 
Bi ser qetilkirina Nûnerê Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay (23) re 30 sal derbas bûn. Abayay, di serdemeke ku rojnameger li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û rastî îşkenceyan dihatin dest bi rojnamegeriyê kiribû. Di 16 saliya xwe de dema xwendekarê dibistana amadehî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay, 6 mehan li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê hat ragirtin û li vir rastî îşkenceyên giran hat. Piştre jî şandin Girtîgeha Amedê. Abayay 5 mehan di Girtîgeha Amedê de ma û piştî derketî jî di Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Di vê pêvajoyê de careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hate ragirtin. Lê belê çawa ji girtîgehê derket, dîsa xebatên xwe berdewam kirin. Her tim gefa “Em ê te bikujin” li Abayay dihat xwarin. Di 29’ê tîrmeha sala 1992’yan dema vedigeriya mala xwe rastî êrişa çekdarî ya 3 kesan hat û rojek piştre jî jiyana xwe ji dest da. 
 
WESIYETA DAYIKA WΠ
 
Xwîşka Abayay, Gulistan Ruzgar qala birayê xwe kir. Ruzgar, da zanîn ku dayika wê Rahîme Abayay  di sala 2017’an de wefat kir û wiha got: “Dayika min bi salan li kujerên birayê min geriya. Lê hêj kujer nehatine dîtin dayika min wefat kir. Wesiyeta dayika min ew bû ku pênûsa birayê min li erdê nemîne û kujerên wî bên dîtin. Dayika min di rojên şemiyê de di dest de wêneyê birayê min li edaletê geriya. Lê ew edalet tu carî pêk nehat. Dema li edaletê digeriya û bi êşa kurê xwe wefat kir.” 
 
LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DA 
 
Bi domdarî Ruzgar anî ziman ku kekê wê hêj di emrekî biçûk de rastî zext û tundiya dewletê hat û wiha domand: “Lê li dijî vê zext û tundiyê li ber xwe da. Hêj di 16 saliya xwe de rastî lêpirsînên giran û îşkenceyan hat. Hate girtin. Li gel ku bi ser girtina kekê min re 6 meh derbas bûbûn jî dayika min tu agahî jê nedigirtin. Bavê min dizanî ku kesên wê demê dihatin binçavkirin dibirin Sêrtê. Lewma bi hefteyan çû Sêrtê û hat. Lê dîsa jî nekarî pê re hevdîtinê bike. Piştre agahî ji Girtîgeha Amedê hat û li wir bi birayê min re hevdîtin kirin. Roja me pê re hevdîtin dikir, Roja Dayikan bû. Dayika min di wê hevdîtinê de birayê min nas nekir. Nehiştin dayika min bi birayê min re bi kurdî biaxive. Piştî ji girtîgehê derketî dibistana xwe qedand. Jiyana wî dîsa bi têkoşîn, zext û girtîgehan derbas bû.” 
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ
 
Di berdewamê de Ruzgar bi lêv kir ku bi salan daxwaza xwe ya edaletê anîne ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî Doza Susurlukê, di lîsteya rojnamegerên bi awayekî kiryarnediyar hatine qetilkirin de navê birayê min jî hebû. Lê encamek ji lêgerîna me ya edaletê derneket. Tevahiya lêgerîna me ya bo edaletê ber demborînê ket. Di van 30 salan de me ji bo edalet û hiqûqê tu muxatab nedîtin. Yek ji êşa herî giran ew e ku piştî 30 salan jî hêj kujerên wan nehatine dîtin. Nedîtina kujerên birayê min, êşa dayika min a herî mezin bû. Beriya qetilkirina kekê min her roj bi ser mala me de digirtin û çi hebe dibirin. Ji ber van serdegirtinan hema hema tu wêneyên kekê min jî nemane. Daxwaz û hêviya me ew e ku kujerên wî bên dîtin. Dê tu tiştek êşa me sivik neke lê dê daxwaza dayika min a wefat kirî jî pêk were.” 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin