Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide

  • rojane
  • 09:05 27 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Endama Fermandariya Giştî ya HSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ji bo hemû herêmê xeterê ye û wiha got: "Divê li dijî dewleta Tirkiyê hemû kesên ku mafê mirovan diparêzin xwedî helwest bin. Divê Erdogan li dadgeha navneteweyî bê darizandin." 

 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ku bi pêşengtîya jinan li ser asasên ekolojiyê, demokratîkbûnê û azadiyê hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bûyî hêvî, dewleta Tirkiyeyê nerihet dike. Tirkiye peymanên ku bi DYA û Rûsyayê re kirine binpê dike û bi çekên bêmirov êrişê dibe ser herêmê. Di 327 êrîşên bi SÎHA'yan de yên di navbera 2020 û 2022'yan de hatine kirin 39 kesên pêşengiya şerê li hemberî DAIŞ kiribûn hatibûn kuştin. Di êrişa li ser rêya Qamişloyê ya di 22'yê Tîrmehê de Fermandarê Hêzên Antî Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dabûnn. Jîyan Tolhildan, di şerê li hemberî DAIŞ'ê yê 2019'an yên li gundê Baxoz ê Dêrezorê de wekî fermandara Yekîneyên Parastina Jinn (YPJ) cih girtibû.
 
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed, behsa têkoşîna Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botanê kir û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
 
'WEKÎ NAVÊ XWE JIYAN BÛ' 
 
Newroz Ehmed anî ziman ku Jiyan Tolhildan di destpêka şoreşê de cih girtiye û wiha got: "Di destpêka avakirina YPJ'ê de cih girt. Di şerê destpêkê de yê li Serêkaniyê de cih girt. Cara pêşî li hemberî El-Qaîdeyê de di şerê de cihê xwe girt. Pişt re cihê ku şer lê hat meşandin, ji Cizîrê heya Helebê, ji Efrînê heya Şehba û Kobanê cihê xwe girt. Di şerê DAIŞ'ê de pêşengî kir. Bi ruhekî ciwan, enerjîyeke pir mezin têkoşîn da. Dikaribu pêvajoya herî zehmet bizîvrîne moral û serkeftinê. Ji hevalên xwe re wekî heval, wekî şervanek, hevalek û fermandarek li pêşiya şervanê xwe cihê xwe girt her dem. Di cihê herî zehmet de  bi ruhêkî fedakarî cihê xwe girt. Di her qadê de şopa xwe da çêkirin. Wekî navê xwe jiyanek azad, wekhev da temsîlkirin. Her sê heval jî di nava hemû xebata de cihê xwe girtin. Geh wekî şervanek, wekî fermandarek, wekî mamosteyekî hevalê xwe perwerde kirin û li cem wan cihê xwe girtin. Di hemû kêliyên şoreşê de cihê xwe girtin. Tu carî çavê xwe ji zor û zehmetîyan netirsandin. Tiştekî ku 'nabe' nîn bû li ba hemû hevalan. Çi pêwîst bikira dikirin. Her dem li pêş bûn. Ji gava yekemîn a ji bo şoreşê heya gava dawiyê di cihê herî zor de kesayetek ava kirin. Her sê heval hev du temam dikirin. Astengî nas nedikirin."
 
'JI BO ŞOREŞÊ BÛN MERTAL'
 
Newroz Ehmed destnîşan kir ku Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji bo Şoreşa Rojavayê bûne mertal û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo hemû gelê herêmê têkoşiyan. Ji bo şoreşê mezin bikin çi ji destê wan hat kirin. Tişta ku me dixwest mezinkirina têkoşînê bû. Divê me ji îro şûn de ji her kêliyê zêdetir xwe birêxistin bikin, di refê pêş de cihê xwe bigirin. Erk û berpirsiyariyê xwe pêk bînin. Şoreşê mezin bikin. Me di 10 salan de şoreş ava kir, êdî divê em xurt bikin. Ji bo bi tena xwe karibe xwe biparêzê. Di serî de wekî jin tevahî hemû pêkhateyê herêmê ji her wextî bêtir divê erka xwe hilgirin. Ev erkeke li ser milê me ye, em ê wê erka xwe bi cih bînin. Wekî hêzek pêşeng me heya îro çawa şoreş parast em ê ji îro şûn de jî biparêzin. Soza me ji sala nû ya têkoşînê û şehîda wiha ye. Em ê ji her kesî û her demê bêhtir tev li şoreşê bibin."
 
'BI BEDELÊN GIRAN HATIN VAN ROJA' 
 
Newroz Ehmed bibîr xist ku di demên dawî de êrişên dewleta Tirkiyeyê zêde bûna û got: "Ev êriş ne tenê li hemberî me kurda, li hemberî hemû pêkhateyên herêmê ne. Li ser hemû civakê, berî hemî tiştî li ser jina ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin gihîştine vê astê; jin xwedî hebûnê ye, jin xwedî azadiyê ye, êdî heq kirîye bibe ya xwe û bêje ez heme, mafên min hene, ez ê di asta herî pêş de cihê xwe bigirim. Em bi berdêlên giran hatin van rojan. Êdî kesek nikare gav bi me paş de bide avêtin. Careke dî tu kes nikare jiyana koletiyê, jiyana bêedelet ferz bike. Ew jiyana tarî, reş kesek nikare ferz bike li ser me. Jiyan, Roj û Barîn çawa bi rengê xwe tev li şoreşê bûn, em jî li ser şopa wan xwedî lê derdikevin. Dijminê faşîst û hov ku zarok, jin  û hemû civakê hedef digire êdî dema wî hatîye em wî bi dawî bikin. Divê êdî em bêjin bes e. Ev êriş nikarin me bitirsînin. Nikarin gava bi me paş de bidin avêtin. Dewleta dagirker bi çeteyan bi ser neket, îstîxbaratê xwe hemû seferberkirin têrê nekir. Her roj me dikin hedef. Tenê sûcê me em xwedî li azadiya xwe derdikevin. Tu kes nikare jiyana koletiyê li me ferz bike. Em dixwazin bi çanda xwe, zimanê xwe bi nasnameya xwe bijîn, sûcê me ev e. Dibêjîn 'êrişî me dikin. Em bersiv didin terorîstan.' Ka li ku dere me êriş kiriye? Bila werin îspat bikin."
 
'KA YÊ BÊJIN EM DOST IN?' 
 
Newroz Ehmed anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û got: "Ji bo cîhanê me li vir şer kir. Herî zêdetir jina barê şoreşê girt ser milê xwe. Me têkoşîn ji bo cîhanê da. Ka kesên digotin' em dost in? Em heval in em vê têkoşînê bi hev re bikin, em erka xwe bi cih tînin, ka erka we? Tenê gotin têr nake. Sersaxî ter nake. Malbatên şehîdan vê yekê ji jinê dixwazin: 'Hûn bi hev re ev qasî têdikoşin xelata vê ya çi ye? Xelata wê herroj fermandarê me qetil bikin? Sûcê wan li hemberî DAIŞ, El Qaîde, El-Nûsra yê şer bikin an? Kesê terorîst, ji bo dinyayê xetere ne, lê li cem Tirkiyeyê na. Li herêmê dibin kontrola Tirkiyeyê de mezinên DAIŞ'ê tên kuştin. Terorîst ew in, çi hesab ji wan tê xwestin? Xebatek hevbeş heye lê gelê vê herêmê êdî mafê xwe dixwazin. Gel êdî şer naxwaze û dibêje em dixwazin azad bijîn. Li hemberi kesên ji bo cîhanê gelek xeterê di nava van şert û mercên giran de têkoşînê em dimeşînin. Li hemberî vê ya em pê diêşn, tenê şermezarkirin têr nake. Dewleta tirk ji vê cesaretê digire. Divê kesê ji bo mafê mirovan têdikoşin bêjin bes e. Bêjin em vê qebûl nakin. Ku bêjin em qebûl nakin dewleta tirk cesaret nake wisa êriş bike û komkujiya pêk bîne. Dibêjin em ê ji bo komkujiya Zaxo werin cem hev, lê dîsa baweriya me nîn e. Tu helwestekî tund nayê danîn."
 
'DADGEHEK NAVNETEWEYÎ LAZIM E' 
 
Newroz Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo şerê derûnî li herêmê nûçederewan belav dike û wiha berdewam kir: "Her roj nûçeyên derew belav dikin. Di sînorê me de tu carî êriş nehatine kirin. Ew herêmê me dagir dikin. Gel koçber dikin, dikujin. Rêbazên qirêj pêk tînin û nûçeyên derew parve dikin. Ji ber wê dadgehek navnetewî lazim e. AKP-MHP bi taybetî jî Erdogan divê were darizandin. Dengek xurt lazim e. Ev xetere ne tenê li hemberî kurdan e. Em tenê hedef nayên girtin, zarok, jin, extîyar jî hedef tên girtin. Her roj vê ya dubare dubare dike. Heya niha helwestek hatibûna danîn dê nikaribûna êrişên xwe berdewam bikirana. Tenê parastina hewayî na, em tenê nabêjin parastina hewayî bila were girtin. Mafê gelê vê herêmê li ku ye? Mafê wan nîn e li ser axa xwe azad bijîn? Ji ber vê hevalê me hedef hatin girtin. Me ev têkoşîn veşartî nekir, me têkoşîn kir û em dikin û emê bikin jî. Em ne poşman in. Lê helwestek li hemberî êrişa Tirkiyeyê hewce ye. Tenê gotina 'em êşa we parve dikin' têrê nake. Dewleta Tirkiyeyê nasnameya xwe ya NATO'yê bi kar tîne. Dibêjin em terorîstan dikujin. Ma ew zarokên hatin kuştin jî terorîst in?"
 
'EM Ê ŞOREŞÊ LI CIHANÊ BELAV BIKIN' 
 
Newroz Ehmed bang li kesên mafên mirovan diparêzin kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo parastina me çi bikeve ser milê me em ê bikin. Ji her kesî em vê dixwazin: îro li ber gelê Surî hat derxistin, niha li Iraqê tê kirin, sibe wê li cihên din were kirin. Tirkiye wekî cinawireki xetere ye ji bo hemû herêmê. Divê em bi hev re li hemberî dewleta Tirkiyey xwedî helwest bin. Em jin çawa heya niha em ji bo azadîya têkoşiyan em ê têkoşîna xwe ji îro şûn de mezintir bikin. Em ê şoreşê li cîhanê belav bikin. Ev soza me ji şehîda re ye. Ancax em deyne xwe wiha bidin. Divê em xwe hê bêhtir birêxistin bikin. Divê hemû gelê me hişyar bibin. Divê em û gel bi hev re bitêkoşin. Divê gel li derdora şervanê xwe be. Em dikarin bi hev re bigihên serkeftinê. "
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin