Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir

  • rojane
  • 09:03 27 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Karkerên agirkujiyê kelepçeya Berfîn Polat a di dema bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibû binçavkirin vekirin. Polat diyar kir ku tahde li wan hatiye kirin û got: "Tekane rêya li dijî van êrişan têkoşîneke xurt e."

 
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di salvegera qetilkirina 33 kesên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, polîsan êriş biribûn ser çalakiyan. Di meşa bîranînê de ku di 20'ê Tîrmehê de li Kadikoyê hat lidarxistin, 104 kes hatibûn derbkirin û binçavkirin. Berfîn Polat ku di meşa par a ji bo 6'emîn salvegera komkujiyê de polîsan milê wê şikandibû, di meşa li Kadikoyê de jî hatibû binçavkirin. 
 
ÎTFAIYEYÊ KELEMÇE VEKIRIYE
 
Polîsan Polat û hevalên wê derb kirine û destên wan ji paş de kelemçe kirin û ew bi vî awayî birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Kelepçeya ku polîsan li destên Polat xistiye ji ber ku zexm hatiye girêdan, li wir nehatine vekirin. Piştî vê polîsan gazî agirkujan kiriye û agirkujan kelemçeya di destê Polat de vekirine. Paşê Polat bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatiye kirin û dadgeriyê ew bi şertê mehekê hepsa malê berdaye. 
 
SEDEMA ÊRIŞAN
 
Polat ku wê heta 22'yê tebaxê di hepsa malê de bimîne, tahdeya polîsan a li hemberî ciwanan û sedemên wê nirxandin. Polat diyar kir ku di meşê de rastî tundiya polîsan hatiye û got: "Kesên ku li Pirsûsê komkujî kirin û kesên êriş anîn ser meşa ji bo Pirsûsê 'heman kes' in. Polat got: “Ji ber ku dizanin em ji her kesî re dibêjin ku berpirsyarê komkujiyê ew in, lewma êriş dikin. Her kesê ku li kuçeyan komkujiyên teşhîr dike û ji bo wan didikeve kuçeyan tê xwestin bên tepisandin. Sedema sereke ya êrişên wan ev e."
 
Polat wiha got: “Ji ber ku em li hemberî vê terora dewleta faşîst bêdeng namînin, em dibin hedefa wê. Ji ber ku em li dijî komkujiyên ku wan kirine li kolanan deng derdixin. Ji ber ku em li dijî zextên li ser gel û jinan derdikevin. Pir ji vê ditirsin. Û ji ber ku ditirsin dixwazin şoreşger, welatparêz û yên li kolanan têdikoşin ji kolanan biqeşitînin. Her wiha difikirin ku wê bi van êrişan me ji kolanan xalî bikin. Loma jî her roj hinekî din êriş dikin. Dixwazin hinekî din jî tune bikin." 
 
POLÎS Û DARAZ
 
Polat bi lêv kir ku polîs û saziyên dewletê wan wekî "dijmin" dibînin û wiha axivî: "Polîs li kolanan û daraz jî li salonan îşkenceyê li me dikin. “Polîs û daraz dixwazin me bitirsînin. Li ser vê siyasetek tê meşandin. Polîs bi îşkenceya li kolanê dixwazin vînê bişikînin. Ji bo vê jî me binçav dikin û îşkenceyê dikin. Destên me dişkînin. Ji bilî îşkenceya fizîkî, ji aliyê psîkolojîk ve jî armanc dike ku me ji têkoşînê û kolanan xalî bikin. Dadger jî bi girtina me û bi hepsa malê dixwazin me bi temamî ji hev veqetînin û bitirsînin. Ji bo vê jî serî li her rêyê dikin." 
 
TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNÎ
 
Polat bal kişand ser tahdeya di dema binçavkirinê de û wiha domand: "Di binçavan de polîsan hewl da vîna min teslîm bigire. Îşkenceyê jî bikin û milên me bişikînin an jî me bikujin jî em serî natewînin. Baş dizanin e şoreşgerine ku li hemberî barîkatan dadikevin kolanan. Lewma gava dibînin nikarin bi îşkenceya fîzîkî bi ser bikevin vê carê serî li ya derûnî didin. Mesela carinan di binçavan de gefan dixwin, dibêjin 'ma tu dizanî ez kî me?' Her wiha bi komkujiyên ku kirine gefê dixwin. Dibêjin 'ez ê heman tiştî bikim.' Hewl didin di warê derûnî de mirovan hilweşînin. Gava dibînin nikarin bi ser bikevin vê carê tahdeya derûnî û fîzîkî bi hev re dikin."  
 
DÊ NIKARIBIN SERBIKEVIN
 
Polat destnîşan kir ku îşkenceya tê kirin polîtîkayeke dewletê ye û got: "Tekane rêya li dijî van êrişan têkoşîneke xurt e. Jin li kuçeyê bi tahdeya polîsan re rû bi rû dimînin. Em şoreşger dizanin ku ev îşkence û êriş polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Rêbazeke ji bo tepisandina me ye." 
 
Polat bi lêv kir ku berê jî hatiye girtin û wiha got: "Cihê ku divê şoreşger lê bin, kolan in. Ji ber ku em li kolanan hilberînê dikin, em li kolanan şer têdikoşin. Dixwazin em ji kolanan derkevin. Dixwazin me di malan de heps bikin. Difikirin ku dê bi vî awayî têkoşîna me bi dawî bibe. Şoreşgeriya me ne tenê li kolanan e, ew jî bi vê dizanin. Em li malan jî şoreşgeriyê hildiberînin. Malên em lê ne, hucreyên em tê de hemû bûne parçeyeke şoreşgeran. Em dikarin li van deran jî bitêkoşin. Mehek bi şûn de ez ê dîsa dakevim kuçeyan. Ev ne navberek e, ez ê têkoşîna xwe di hepsa malê de bidomînim." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin