Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin

  • rojane
  • 09:03 27 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana 775 parêzeran a li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nebersivandiye.

Baroya Amedê ev demeke bûye hedefa komên nijadperest. Bi taybetî piştî ku komkujiya li gundê Perex ê bajarê Zaxoyê ya Herêma Kurdistana Federe ya bi destê Tirkiyeyê li dijî sivîlan hat kirin û helwesta wê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gef lê tên xwarin û hedef tê girtin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku gefên tên xwarin û hedefgirtin girêdayî polîtîkayên ewlekariyê yên li ser meseleya kurd in. 
 
Eren anî ziman ku Baroya Amedê li hemberî neheqiyan xwedî helwesteke dîrokî ye, hewldanên wê yên di vî warî de hikûmetê nerihet dike û ji ber vê gef lê tên xwarin û hedef tê girtin. Eren got: "Helwesta hikûmetê ya li hemberî Baroya Amedê ji duh heya niha wisa ye." 
 
Eren bi lêv kir ku hedefgirtina wan ne girêdayî meseleya kurdî ye û pirsgirêka kurd bingeha binpêkirina mafan û bêhiqûqiyên li herêmê ye û ev êriş ne meseleyeke 10 salî ye. Eren da zanîn ku binpêkirinên mafan ên giran ên ji salên 1990'î û vir ve bi taybetî li herêmê rû didin û wiha got: "Ne meseleyeke ku mirov wê û meseleya kurdî ji hev cuda binirxîne. Di vî warî de Baroya Amedê çi hiqûq, çi jî bi nasnameya xwe ya sazûmanî xwedî helwest e li dijî vê yekê. Gotinên wê yên di vî warî de her tim ew nerihet dikin."
 
'MESELEYA NEÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ'
 
Eren anî ziman ku xitimandina pirsgirêka kurd di heman demê de bi binpêkirina mafan re bûye çavkaniya pirsgirêkên civakî û got: “Her cara di çaçroveya meseleya kurdî de tenê polîtîkayên ewlehîparêz rû didin, binpêkirinên mafan zêde dibin. Di vê çarçoveyê de; bar zêdetir dikeve ser milê rêxistinên legal û rêxistinên sivîl ên wekî me. Rabûna li dijî van binpêkirinên mafan, mixabin desthilatên bi polîtîkayên ewlehîparêz nêzî meseleyê dibin nerihet dike. Ez dikarim bibêjim ku di bin gefxwarinan û hedefgirtinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.”
 
‘AKTOR DIVÊ BI ROLA XWE RABIN' 
 
Eren di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Em saziyeke ku di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî bê şer û pevçûn bê çareserkirin, divê hemû aktor rola xwe bilîzin. Em Baroya Amedê me her tim ev tişt aniye ziman; em li dijî şer û pevçûnê mafê jiyanê diparêzin. Em saziyek e xwedî vê bîr û baweriyê ne ku çareseriya van pirsgirêkên civakî yên dîrokî bi diyalogê, bi welatîbûneke azad û wekhev pêkan e. Ji bo ev mesele bi awayekî demokratîk bê çareserkirin divê her kes di nava vê pêvajoyê de be." 
 
'QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI MALBATÊ Û PARÊZERAN BÊHIQÛQÎ YE'
 
Eren bal kişand ser bêhiqûqîtiya li Îmraliyê jî û destnîşan kir ku destûr nedayina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re di warê hiqûqî de meseleyeke bipirsgirêk e û wiha domand: “Ji aliyê din ve, kesekî ku di çareserkirina pirsgirêkê de rol û pozîsyona wî esas tê girtin, teqez divê daxilî nava pêvajoyê bibe. Gava pêwendî bê danîn an jî vîna ji bo çareseriyeke rasteqîn derkeve holê, dê her kes wekî aktorekî tişta dikeve ser milan bike."
 
BERSIV NEDA
 
Eren ji bo 775 parêzerên ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn jî got: "Mixabin Wezareta Dadêheya niha tu serlêdanek me nebersivandiye." 
 
Eren destnîşan kir ku baroya wan gelek caran ragihandiye ku pêdiviya meseleya kurdî bi çareseriyeke mayinde heye û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku ev 40 sal in bûye sedema mirina bi deh hezaran kesî. Pirsgirêka kurd di heman demê de sedema demokrasî, azadî û zirareke mezin a aborî ya Tirkiyeyê ye. Di vê wateyê de em Baroya Amedê me her tim diyar kiriye ku pêwîstiya vê pirsgirêkê bi çareseriyeke mayinde heye, divê ev pirsgirêk di aliyê çandî, siyasî û nasnameyî de bê çareserkirin. Divê ev pirsgirêk nebe pirsgirêkeke şer a 40 salên din jî. Di vî warî de em di wê baweriyê de ne ku niyeta çareseriyê dê bi rêya diyalogê be. Banga me ya baroyê ji bo hemû aktoran e ku di vî warî de berpirsiyariya xwe bi cî bînin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

28/07/2022
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin