Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin

  • rojane
  • 10:16 25 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ev 16 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û miwekîlên xwe yên din agahî nagirin. Parêzer ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu serlêdanên wan nehatin bersivandin. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Astengkirinên li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re berdewam in. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Di 25’ê adara 2021’an de jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser telefonê pê re axivî bû lê ev telefon tenê çar deqe û nîv domiya bû û telefon di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
PIŞTÎ 22 SALAN CARA EWIL TELEFON KIR 
 
Ocalan di nava 22 salên xwe yên girtî de cara ewil bû li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Li ser medyaya civakî têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan îdiayên girîng dihatin kirin û li ser bertekên raya giştî jî di 14’ê adarê de ev hevdîtin hat kirin. Ocalan û Hamîlî Yildirim ji vî mafê hevdîtina li ser telefonê sûd girtin lê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar bi mebesta protestokirina tecrîdê hevdîtin nekirin. 
 
OCALAN: DIXWAZIM BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIM 
 
Ocalan, di hevdîtina bi birayê xwe re de wiha got: “Ev tişta ku hûn dikin gelek xelet e. Dewlet xelet dilîze, hûn jî wisa. Ev yek hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Di heman demê de ev yek talûke ye. Gelo hûn di ferqê de ne bê ka hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin. Ev rewşekî hiqûqî ye. 22 sal in li vê derê me. Ev pirsgirêk dê di pêşerojê de çawa be? Ev pirsgirêk tenê dikare bi hiqûqê were çareserkirin. Çima nayên vê derê? Heke hevdîtinek çêbibe, divê ev hevdîtin bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem rewşekî siyasî û hem jî hiqûqî ye.” 
 
DI 16 MEHAN DE BERSIV NEDAN 271 SERLÊDANAN 
 
Parêzerên Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, piştî hevdîtina telefonê heta niha anku ev 16 meh in tu agahiyan ji miwekîlên xwe nagirin. Parêzer ji wê rojê heta niha her hefteyê hem ji bo xwe û hem jî ji bo malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Parêzeran heta niha 271 serlêdan kirine lê yek serlêdana wan jî nehatiye bersivandin. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ 
 
Ji bo Ocalan û miwekîlên wan ên din bikarin bi wan û malbatên xwe re hevdîtinê bikin, parêzeran bi daxwaza “Hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Bursayê dan. Lê belê ev serlêdanên parêzaran bi hinceta cezayên disiplînê yên 3 û 6 mehan ên ji hêla Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê ve hatine dayîn, red kirin. 
 
Serokatiya Lijneya Disiplînê di nava van 16 mehan de, ji tebaxa 2021’an heta mehên sibat û gulan ên 2022’yan 3 qedexeyên hevdîtinê yên cuda dan. Ji cotmeha 2021’an heta nîsana 2022’yan jî du cezayên disiplînê yên qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a bi parêzeran re da. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi vî awayî hatin astengkirin. Parêzeran li dijî cezayên disiplînê yên Lijneya Disiplînê, li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir. Dadgehê jî bi hinceta “tiştekî li derveyî rêbaz û qanûnan nehatiye kirin” ev îtîraza parêzeran red kir. 
 
CEZA BIRIN AYM’Ê 
 
Piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, parêzeran di 12’ê gulanê de bi sedema ku serdanên malbatê bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dan. Parêzeran di serlêdana xwe ya AYM’ê de bal kişand ser rewşa giran a agahî negirtinê anku “incommunicado” û diyar kirin ku agahî negirtin îşkence ye, mafê rêzgirtina li hemberî jiyana malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor tê binpêkirin û xwest ku AYM van binpêkirinan tespît bike. 
 
AYM’Ê SERLÊDAN RED KIR
 
AYM’ê di 12’ê çileyê de ji bo serlêdana parêzeran wiha got: “Dema ku agahiyên di dosyaya serlêdanê de cih digirin, agahiyên ji hêla Girtîgeha Îmraliyê ve ji bo AYM’ê hatine şandin û belge bi hev re tên nirxandin, xuya dibe ku serlêdêr xwedî derfetên xizmetên tenduristiyê ne, hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran re hatiye bisînorkirin, ji ber rewşa xwe ya girtî tu talûkeyeke micid a madî yan jî manewî li ser wan nîne.” Û AYM’ê bi vê hincetê jî serlêdana parêzeran red kir. 
 
775 HIQÛQNAS KETIN NAVA TEVGERÊ 
 
Li ser rewşa agahînegirtinê jî di nav de endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bi giştî 775 hiqûqnasên ji 29 baroyan cuda, bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Hiqûqnasan bi îmzeyên di navbera 10-17’ê hezîranê de kom kirin re serî li Wezareta Edaletê dan. Lê belê wezaretê hêj niha jî bersiva parêzeran nedaye. 
 

Sernavên din

25/07/2022
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin