Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!

  • rojane
  • 21:26 22 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol di çalakiya şermezarkirina Komkujiya Zaxoyê de bal kişand ser berpirsyarên komkujiyê û got: "Dest ji hezkirina xwe ya ji bo şer û pevçûnan berdin."

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê têkildarî komkujiya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn, li ber avahiya Qeymeqamtiya Beyoglûyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em komkujiya li Zaxoyê şermezar dikin!" nivîsandî hat vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP'ê yên Stenbolê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Berdevkê Buroya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê Atîlla Ozdogan, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve" hatin berzkirin.
 
Beriya daxuyaniyê pêşiya avahiya HDP'ê ya Stenbolê ji aliyê bi sedan polîsi ve hat dorpêçkirin.
 
‘EM VÊ POLÎTÎKAYÊ RED DIKIRIN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol bibîr xist ku di Komkujiya li Zaxoyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne û got, ew êrişê şermezar dikin û divê rojek berî rojekê berpirsyar li pêşberî darazê hesab bidin. Bîrol got: “Em vê atmosfera siyasî ya ku mirovan di gerîneka şer û pevçûnan de dixeniqîne û mehkûmî mirin, komkujî, xizanî û pevçûnan dike red dikin."
 
BERPIRSÊN KOMKUJIYÊ
 
Birol destnîşan kir ku berpirsyarê Komkujiya Zaxoyê ne tenê desthilatdar e û got, yê ku li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê li hev dikin hemû berprisên vê komkujiyê ne. Bîrol bilêv kir ku bi Komkujiya Zaxoyê re careke din eşkere bûye ku hiqûq ne ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê û hevrûbûna bi qirkirin û komkujiyan, ji bo berjewendiyên desthilatdaran li dijî gelan hatiye bikaranîn û got: "'Hiqûqa neteweyî- navneteweyî' ya ku komkujiya Zîlan, Dersim, Roboskî, Şengal û gelek komkujiyên din nedîtiye û naxwaze bibîne, yek ji berpirsyarên sereke yên Komkujiya Zaxo ye jî."
 
SÛCÊN LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YÊN AKP-MHP'Ê 
 
Bîrol bilêv kir ku ev komkujî bi armanca xurtkirina hêza xwe ya li herêmê hatiye kirin û got: "Ev berhema wê ferasetê ye ku dixwaze têkoşîna gelên herêmê ya ji bo hebûn û azadiyê tune bike, çavkaniyên herêmê pêşkêşî çend sermayedaran bike û hemû planên xwe bisipêre şer." Bîrol destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye sedema zêdebûna kiryarên veguherîne sûcên li dijî mirovahiyê û got: “Wekî ku di raporên rêxistinên mafên mirovan de jî tê diyarkirin, her roj herî zarok, jin û kal û pîr tên kuştin. Xweza ji ber sedemên ewlehiyê ji aliyê hêzên mîlîtarîst ve tê talankirin û hevsengiya jîngehê ya li herêmê her ku diçe xirab dibe. Ev hemû jî dijî îradeya jiyaneke hevpar û wekhev a gelên me û daxwazên gel ên ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê tên kirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Bîrol di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Êdî dest ji hezkirina xwe ya ji bo şer û pevçûnan berdin. Dest ji pêkanîna hiqûqa dijminatiyê, siyaseta herêmê ya li ser înkarê û dûrî heqîqetê berdin. Dev ji xeta xwe ya berfirehbûnê berdin. Pêşeroja li ser esasê fikra demokrasî û aştiyê ji bo hemû gelên welat û herêmê tekane bijarde ye. Em bang li tevahiya hêzên muxalefeta civakî, partiyên siyasî û civaka xwe dikin ku li dijî vê siyaseta şer zimanê aştiyê xurttri bikin. Em bang li tevahiya civaka navneteweyî û saziyên eleqedar dikin ku berprisiyariya xwe ya ji bo aştiyê pêk bînin." 
 
‘DEST JI LÎSTIKÊN QIRÊJ BERDIN'
 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku ev komkujî bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Bloka AKP-MHP'ê armanc dike ku li ser axa gelê kurd êrişê bibe ser gelê kurd. Her kesî dikuje. Bêyî ku guh bidê ev jin e, ev zarok e her kesî dikuje. Ev pêvajoyeke dirêj e, bi hemû taktîkên xwe êriş dike. Em jî daxwaza xwe ya ji bo edalet, aştî û demokrasiyê dubare dikin. Mixabin dest ji van êrişan bernadin. Em careke din bang dikin ku hûn nikarin bi tanq û tivingan siberojeke ronî bînin vê axê. Dev ji van lîstikên qirêj berdin. Werin em bi muzakere û diyalogê vê xakê bikin xakeke ronî."

Sernavên din

25/07/2022
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin