Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin

  • rojane
  • 09:04 22 Tîrmeh 2022
  • |

ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku heyeta dadgehê di doza Denîz Poyraz de dixwaze dosyeyê tenê bi cezakirina bersûcekî bigire û got: "Doz hîn bi dawî nebûye û em ê daxwazên ku hatine redkirin dubare dubare bixin rojevê."

 
Danişîna dawî ya doza Denîz Poyraz ku li avahîya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, di 18'ê Tîrmehê de hat lidarxistin. Kujer Onûr Gencer di her sê danişînên dozê de jî wê helwesta tehrîkar domand û heyeta dadgehê jî helwesta xwe ya ji bo nezelalkirina paşperdeya bûyerê berdewam kir. Heyeta ku hemû daxwazên parêzeran ên ji bo berhevkirina delîlan bê bersiv hiştin, di vê danişînê de jî daxwaz red kirin.
 
Heyeta ku guh neda daxwazên parêzeran ên ji bo rû bi rû guhdarkirina şahidan û berhevkirina materyalên dîjîtal, mudaxileyî mafê pirspirsînê yê parêzeran jî kir. 
 
Der barê geşedanên di dosyayê de û pêvajoya dozê de em bi Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel re axivîn. 
 
 
XALÊN TARÎ
 
Yucel anî ziman ku divê pêvajoya dozê ji qonaxa lêpirsînê dest pê bike û bi vî awayî bê nirxandin û lêpirsîneke netemam hatiye kirin û delîlên pêwîst nehatine berhevkirin. Yucel destnîşan kir ku dema pêvajoya lêpirsînê bi awayekî şikestî bi rê ve çûye ev mijar ji dadgehê re hatine hiştin û got: “Bi qasî ku ji îdianameyê û awayê lêpirsînê tê fêhmkirin, tê xwestin ku bûyereke wiha giran wekî çalakiya ku di encama bêhişiya kesekî de pêk hatibe. Lê belê qonaxeke dirêj a amadekariyê, peydakirina çekan, perwerdekirin û îdiayên li ser partiyên siyasî yên derketin holê, vekolandina li paşxaneya vê yekê ferz dike. Roja bûyerê di nava polîsan re derbas dibe û dikeve hundirê avahîyê. Di danişîna dawî de şahidekî diyar kir ku beriya bûyerê hewl daye têkeve hundirê avahiyê, lê polîsan nehiştiye. Ev hemû xalên tarî ne." 
 
HELWESTA HEYETÊ
 
Yucel anî ziman ku kuştinên bi vî rengî êrişine ji bo jiholêrakirina îdeala jiyana bi hev re ne û li pişt van jî her tim hêzên tarî hene. Yucel bi lêv kir ku bendewariya civakê ew e ku ji bilî cezakirina kujer, kesên çek dane wî, feraseta kuştinê lê peyda kirine û talîmat şandine jî bên eşkerekirin û wiha got: “Mixabin me çar danişînên me nikaribû vê yekê pêk bîne. Hevalên me tim daxwaz dikin, lê dîsa jî ev daxwaz heya niha esas nehatine girtin. Mînak, me daxwaz kiribû ku dîmenên li midûriyeta polîsan ên dema kujer birine wir daxilî dosyeyê bên kirin bê ka kujer li wir çawa hatiye pêşwazîkirin. Ev daxwaza me hê di vê danişînê de hat bersivandin. Hat gotin ku 'ji ber ku qeydên me di ev qas wextî de bi xwe jê diçin qeyd nehatine peydekirin.' Halbûkî diviyabû ev qeyd di serî de daxilî nava dosyeyê bihatana kirin. Lê belê em ê daxwazên xwe bidomînin.”
 
‘HELWESTÊN KUSTEX'
 
Yucel diyar kir ku Gencer bersiva piraniya pirsan nedaye û wiha dewam kir: “A rast mafekî xwe bi kar anî, lê li aliyê din jî li pêşiya eşkerekirin hêzên li pişt bûyerê bû asteng. Helbet rêbazeke me ya ku teqez gere biaxife tune ye. Lê karê dadgehê ye ku bersiva pirsên ku bersûc ew nebersivandine bibîne û em jî ji bo vê van pirsan dikin. Piştî amadekariyeke dûr û dirêj danişîn hat lidarxistin. Pirs kom bi kom hatin amadekirin. Pirsên ku dê hem ji bersûc hem jî ji şahidan re bihatana kirin zelal bûn. Ev pirs hatin pirsîn ku têkiliyek eşkere bibe. Ew pêxistina lingan a di dema berhevkirina delîlan de, di dema pirsan de jî xwe nîşan da. Bersûc xwedî helwesteke pir pozbilind bû. 'Bêdengiya' dadgehê ya li hemberî bersûc jî ji bo wî bû cîhê firsendekê ku vê helwesta xwe ya kustex zêdetir bike." 
 
Yucel destnîşan kir ku divê dadgeh helwestên heya niha ji holê rabike û ji bo peydekirina heqîqetê bikeve nava liv û tevgerê û got: “Dadgeh di qonaxa dozgeriyê de jî bi lêkolînê dikare delîlan kom bike. Dikare vê yekê bi serê xwe bike. Lê dema em dibînin ku ji xweber vê yekê nake, em dibêjin 'ev kêm in' mudaxele dikin. Em hê jî dibêjin. Dema her kes lingê xwe kaş dike, em bi derziyê bîrekê dikolin da ku rastî derkeve holê. Lê ew jî hewl didin ku bi bêrê ser wê bigirin Çi qas dewam dikin bila bikin lê em ê bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku bi gotina 'me cezayê herî giran biriye' dê ser vê dosyeyê negirin. Ji ber ku ew tenê piyonek e. Heya sûcdarên eslî neyên eşkerekirin û neyên cezakirin, edalet ne di wijdanê gel û ne jî di cîhana hiqûqî de wê dernekeve holê.”
 
ROLA PARTIYAN 
 
Yucel bi gotina, "Ev ne kuştineke hêsan e" destnîşan kir ku ev di heman demê de êrişa li dijî azadiya rêxistinbûnê, jiyana hevbeş, baweriya gelan û jiyana biewle ye jî. Yucel anî ziman ku divê partiyên siyasî di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin û wiha pêde çû: “Daxuyaniyên serokkomar û rayedarên din faktorên sereke yên vê êrîşê ne. Êrîşên li Îzmîrê yan jî li cihên din tên kirin, hewldanên lînçkirina biyaniyan ên bi zimanekî neteweperestî parçeyek heman têkiliyê ne. Armanc afirandina hawîrdoreke kaotîk, dûrketina ji demokrasiyê, afirandina dijminan û dijminatiyên nû ye. Ji ber ku desthilatdar xwe bi dijminatiyê têr dike."
 
‘DOZ HÊ NEQEDIYAYE'
 
Yucel bi lêv kir ku hê doz bi dawî nebûye û redkirina hemû daxwazên wan nayê wê wateyê ku ew ê careke din qala van daxwazan nekin. Yucel destnîşan kir ku şahidên ku hê nehatine guhdarîkirin hene û got: "Dê li ser dîmenan lêkolîna pêzaniyê bê kirin. Encamên vê vekolînê belkî girîngiya rêça ku me vekiriye rê dadgehê bide. Ji ber ku kujer ji kêliya ku hat girtin li pişt perdeya parastinê bû. Me li aliyekê dît ku çawa mudaxile li bûyerên civakî tê kirin û li aliyê din jî me feraseta polîsekî ku bi heskirin bi kesekî kujer re sohbetê dike û dibêje 'wer keko wer' dît. Ev tê wê wateyê ku hin bersûc ji hêla qanûn, dewlet û rêveberiyê ve tên parastin. Dibe ku hûn HDP’ê neecibînin û hez jê nekin an jî wekî ‘partiyek xeternak’ bibînin. Lê belê divê ev yek bandorê li hewldanên we yên ji bo eşkerekirina heqîqeteka lêprisîna derbarê keseke ku di êrişeke li ser HDP'ê de hat qetilkirin neke. Ger hûn behsa serweriya hiqûqê û darazek serbixwe dikin, nexwe divê pêvajo wiha bi rê ve neçe."
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

22/07/2022
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin