Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd ne li Bexda, Tehran, Moskov û Washingtonê ye. Çareserî li ser vê xakê ye.”
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, têkildarî geşedanên siyasî û polîtîkayên serdema nû axivî. 
 
Ebrû Gunay da zanîn ku 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya wan bi coş derbas bûye û wiha got: “Di dawiya hefteyê de jî me civînên Meclisa Jinan û Meclisa Partiyê li dar xistin. Di civînan de geşedanên girîng ên li Tirkiye û herêmê hatin nirxandin. Me pir xurt dest bi serdema nû kir.” 
 
‘ROJAVA JI BO HEMÛ GELAN BÛYE MODÊL’ 
 
Bi domdarî Gunay bal kişand ser 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava û ev tişt anî ziman: “Li dijî polîtîkayên yekperest û înkarger ku herêm veguherandiye gola xwînê û kiriye navenda zextên emperyalîst, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş pêk anî. Ev şoreş îro jî tevî hemû alozî, pirsgirêk û şerên li Rojhilata Navîn, weke alternatîfa çareseriyê derdikeve pêş. Em vê şoreşa ku gelan, jinan û komên baweriyan pêk anîn pîroz dikin. Ev modêla hatiye avakirin, hêj niha jî bo hemû gelan hêvî ye.” 
 
‘RASTÎ DAGIRKERÎ Û HEWLDANÊN DAGIRKERIYÊ HAT’ 
 
Di berdewamê de Gunay, anî ziman ku modêla Jiyana Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama bedelên giran de hatiye avakirin, îro jî rastî êrişan tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja destpêkê heta niha ev modêl rastî êrişên giran tê. Bi komkujî û hewldanên dagirkeriyê re rû bi rû ma. Tarîtiya DAIŞ’ê, li ser arastekirina hêzên herêmî û navneteweyî li herêmê komkujiyên mezin kirin. Ne tenê barbariya DAIŞ’ê hewl da vê şoreşê bifetisîne. Barbariya DAIŞ’ê tenê weke rûyê dijminatî û êrişkariya li dijî vê şoreşê xuya dikir. Bi têkçûna DAIŞ’ê re hêzên rasteqîn ên dijminatiya jiyaneke hevpar û şoreşê dikirin dest bi êrişan kirin.”
 
‘JI PIRSÛSÊ HETA ROJA ME SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊN KIRIN’ 
 
Gunay, bi domdarî qala Komkujiya Pirsûsê kir û da zanîn ku mebesta ji vê komkujiyê ew bû ku piştevaniya bi Kobanê re were têkbirin. Gunay, axaftina xwe wiha dom kir: “Ev êrişa li dijî mirovahiyê, di heman demê de bû gava ewil a serdemeke nû ya şer û pevçûnan. Ji wê rojê heta niha jî li Tirkiyeyê şerê li dijî mirovahiyê tên kirin. Bi van êrişan re Tirkiye xistin nava aloziyan. Krîza heyî girantir bû û veguherî cihekî wisa ku jiyan lê nepêkan e. Tevî ku bi ser komkujiyê re demekî dirêj derbas bû jî, kujer hêj jî tên parastin. Dê têkoşîna me ji bo edaletê bidome û dê hemû komkujer hesaba vê bidin.” 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA 
 
Ebrû Gunay, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku nûnertiya têkbirina tarîtiya DAIŞ’ê û hêviya jin û gelan e, îro di bin gefa êrişên Tirkiyeyê de ye û ev nirxandin kir: “Ev êrişên Tirkiyeyê ku bi salên dûvdirêje didome, bûn sedema mirina bi hezaran kesan, bajêr hatin rûxandin û gel neçarî koçberiyê hatin kirin, dîsa ketin rojevê. Weke ku hûn jî dizanin Serokkomar Erdogan di van demên dawî de hemû hevdîtinên dîplomatîk ji bo êrişeke li dijî vê herêmê dike. Di hemû hevdîtinên bi NATO, DYA û Rûsyayê de hewl dide destûra êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire da ku destkeftiyên kurdan têk bibe. Lê çareseriya pirsgirêka kurd ne li Bexda, Tehran, Moskov û Washingtonê ye. Çareserî li vê erdnîgariyê ye. Çareserî jî ew e ku gelên li ser vê erdnîgariyê bi awayekî wekhev û azad bijîn.” 
 
‘GELO TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê BI XWEŞIYA WE NEÇÛ?’
 
Herî dawî jî Gunay ev tişt anî ziman: “Ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, ji bilî êrişan tu rêyeke din nabînin. Welat bi welat, paytext bi paytext li pey vê digerin. Baş e sedema vê dijminatiya ewqas mezin çi ye? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî û jiyaneke wekhev serdest e. Tarîtiya DAIŞ’ê û zîhniyeta ku jin dikirin kole li ser vê xakê hate têkbirin. Gelo hûn ji ber vê yekê ewqas aciz in? Çeteyên DAIŞ’ê bi rehetî ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibin û pêşengên wan xwe li herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de vedişêrin. Em careke din li vir dibêjin ku di vî şerî de ne ew kesên dijminatiya li kurdan dikin, qesr û çete lê gelê kurd dê bi ser keve. We bi hezaran caran ev yek ceriband lê her carê jî têk çûn. Dê êrişeke gengaz a Tirkiyeyê rê li ber karesatên nû û bihêzbûna çeteyên DAIŞ’ê veke.”
 

Sernavên din

22/07/2022
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin