Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê

  • rojane
  • 09:03 19 Tîrmeh 2022
  • |

ENQERE - Hevalên Aydan Ezgî Şalci ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da behsa wê kirin û gotina wê "Divê em ne li metbexa têkoşînê bin. Em bibin pêşengê wê."

Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) gelek ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de çûbûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Lê li vir DAIŞ'ê bi bombeyan êriş biribû ser wan. Di êrişê de 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van kesan yek jê jî Aydan Ezgî Şalci bû. 
 
 
Şalci ku ji bo alîkariya Kobanê bike ji Samsûnê dabû ser rê, gava jiyana xwe ji dest da 19 salî bû. Şalci keça malbateke ji Ordûyê bû û li Samsunê beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûbû. Alî Îmran Başkaya û Alî Guneş behsa têkoşîna hevrêyên xwe Aydan Ezgî Şalci û Alîcan Vûral ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin. 
 
‘TIM RÛKEN BÛ'
 
Alî Îmran Başkaya anî ziman ku wî di salên zanîngehê de Şalciyê nas kiriye. Başkaya, bilêv kir ku yek ji taybetiyên herî diyar ên Şalciyê, tim rûken bûye û got: “Aydan dema pankart amade dikir, gava ew û polîsan diketin qirika hev jî tim dikeniya. Li Samsunê her kesî Aydanê nas dikir, her kesî pora wê ya sor nas dikir. Em li ku bûna her tim digot, 'Divê em ne li metbexa têkoşînê bin. Em bibin pêşengê wê.' Bi vî awayî jiya. Di hemû destwerdanên faşîstan de, her tim li pêş bû.”
 
JI SAMSÛNÊ BER BI KOBANÊ VE
 
Başkaya diyar kir ku beriya ku Şalci biçe Pirsûsê ji wî re qala kampanyaya avakirinê înşaetê kiriye û wiha got: “Min jî xwest ez biçim, lê çênebû. Dema min jê pirsî, 'Em dikarin di vê atmosfera şer a Kobanê de çi bikin' got,“Eger em nikaribin tiştekî bikin, em ê bi zarokan re biaxivin. Em dikarin li cem wan bin.' Ev hevok pir li xweşa min çû. Ji bo bi zarokan re biaxive dê ji Samsûnê biçûya Kobanê. Beriya biçe bi rojekê me hev dît. Ji min re got, 'dibe ku em hev nebînin' û ez hemêz kirim." 
 
‘ŞER GUR KIRIN'
 
Başkaya destnîşan kir ku Komkujiya Pirsûsê parçeyek ji pêvajoya şerî ya wê demê bûye û got: “Ji bo şer bi dawî bibe me hewl dida, lê ciwanan daxilî nava vî şerê qirêj kirin. Bi bombeyan bi ser me de hatin. Beriya Pirsûsê li Amedê teqînek pêk hat. Pişt re li hemberî Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê êrişeke bombeyî pêk hat. Ez jî li wir bûm. Belkî ez jî bimirama. Em ji bo em careke din li Enqereyê aştiyê bikin rojev em li hev civiyan. Ji ber vê yekê êriş pêk hat. Êrişa li Pirsûsê jî wekî ya li Enqereyê ji bo pêşîlêgirtina hewldanên ji bo bidawîanîna şer bû. Piştî vê pêvajoyê gav bi gav şer gurtir bû. Wan bi kuştina me şer gur kirin."
 
‘PIRSÛS BÎRA ME YE'
 
Başkaya anî ziman ku li hemberî êrişên li dijî gelan bersiva herî mezin "hevgirtin" e û got: "Pirsûs divê neyê jibîrkirin, bîra me ye. Ji niha û pê ve jî divê em li dijî faşîzmê bi hev re bitêkoşin." 
 
Alî Guneş ku bi gotina “Min û Ezgiyê me li qada çalakiyê hev nas kir. Me nikarîbû xwe bigihanda bi enerjiya wê" dest bi axaftina xwe kir got: "Di têkoşîna şoreşgerî de ji kesên herî samîmî yên min ew nas kir yek jê jî ew bû. Ezgî di organîzekirina qadên çalakiyê de jî gelekî baş bû. Kesayetiyeke wê ya ku di dema êrişan de em li hev kom dikirin û sewteke wê ya bilind hebû. Ew dengê wê yê bilind em dianîn ser hemdê xwe."
 
VÛRAL JÎ JI SAMSÛNÊ BERÊ XWE DA KOBANÊ
 
Guneş ku di heman demê de hevalê şehîdê Pirsûsê Alîcan Vûral, behsa bîranîneke xwe ya beriya komkujiyê kir: “Beriya ku em biçin Pirsûsê me çalakiyek li dar xistibû û êrîşeke faşîstan pêk hatibû. Alîcan hewl dida min bigire dema ku ez ber bi faşîstekî ve diçûm. Ez qelew bûm û yê wî jî qama wî kin bû. Nikaribû min zevt bike. Pişt re li ser Facebookê ji min re peyamek şand; “Heval Alî, min nikaribû te bigire. Careke din gava tiştekî wiha çêbû bila haya te ji min jî hebe.' Carekê jî gava ez, Alîcan û Ezgî li cihekî li cem hev rûniştin, Ezgî ji min re got, 'Di êrişeke din a faşîstan de ez ê bi we bigirim. Ma ne ez jî wekî Alî qelew im'."
 
Guneş bi lêv kir ku yek ji sedemên bingehîn ên Komkujiya Pirsûsê jî astengkirina hevdîtina gelên Rojava û gelên Tirkiyeyê ye û got: “Gelek şirîkên vê komkujiyê hene. Peyama ku dan me li Gara Enqereyê jî dan. Wê demê jî pêvajoyek wisa bû ku hindik mabû desthilat ji destê wan biçe. Ev jî nîşan dide ku şirîkekî van komkujiyan jî desthilata AKP'ê ye." 
 
 MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

19/07/2022
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan