Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin

  • rojane
  • 09:01 18 Tîrmeh 2022
  • |
AMED -  Hevserokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li nexweşxaneyan bi bicihkirina cîhazên x-ray re dê rê li ber tundiyê neyê girtin û wiha got: “Bicihkirina van cîhazan jî rant e. Gelo ma dê bi vê cîhazê bikarin rê li ber heqaret, êrişên fîzîkî û gefan bigirin? Nexweşxane ne navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh in.”
 
Pergala ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di qada tenduristiyê de ava kiriye, rê li ber tundiya ser xebatkarên tenduristiyê vedike. Êriş û tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên sepana Koda Spî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ku tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê diyar dike, di sala 2021’ an de 101 hezar û 984 kesan ev sepan bi kar anîne. Herî dawî bi kuştina bijîşkê kardiyalojiyê Ekrem Karakaya ya li Nexweşxaneya Konyayê re ewlehiya xebatkarên tenduristiyê dîsa kete rojevê. 
 
Desthilatdarî ji bo pêşîlêgirtina bertekan di ketina nexweşxaneyan de cîhazên x-ray û turnîkeyan bi cih dike û pergala deriyê ewlekariyê têxe meriyetê. Ev yek jî weke tevdîra ewlekariyê tê nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ev pergal heta niha li 24 nexweşxaneyan ketiye meriyetê. Xebatkar, sendîkavan û saziyên tenduristiyê ji vê sepanê nerazî ne. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku bi vê pergalê re dê rê li ber tundiya ser xebatkarên tenduristiyê neyê girtin. 
 
 
 ‘PIRSGIRÊK BI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ ÇARESER NABIN’ 
 
Şiyar Guldîken bi lêv kir ku desthilatdarî dê nekare bi cîhaz û makîneyên ewlekariyê pirsgirêkan çareser bike û wiha domand: “Li gorî me ev çareserî nîne. Tu pirsgirêkên civakî bi polîtîkayên ewlekariyê çareser nabin. Bi rêya operasyon û şeran li vî welatî êdî tundî tiştekî ji rêzê tê dîtin. Li dijî jinan heta penaberan, bi awayên cur bi cur tundî tê kirin. Bicihkirina cîhazên x-ray û pergala ewlekariyê ya li nexweşxaneyan, encama polîtîkaya şaş e. Dê nekarin bi vê rêbazê pêşî li ber tundiyê bigirin. Nexweşxane ne navenda bazirganî yan jî balafirgehê ye.” 
 
‘DÊ BI CÎHAZÊ X-RAY RE ÇAWA PÊŞÎ LI TUNDIYÊ BIGIRIN?’ 
 
Bi domdarî Guldîken diyar kir ku dibe bi wan cîhazan tenê kesên biçek bigirin û wiha pê de çû: “Lê tundî tenê bi çekê nayê kirin. Piraniya tundiya li xebatkarên tenduristiyê tê kirin, bi êrişên fîzîkî çêdibe. Gefan dixwin, heqaretan dikin. Gelo cîhazê x-ray dê bikare pêşî li ber vê bigire? Deh rojek berê li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Erxeniyê kesekî bi hinceta ku rapor nedaye, heqaret li bijîşkê beşê kir û got; ‘ji kesên mîna te re gule hewce dike.’ Gelo ma ev jî tundî nîne? Dê bi vê pergala ewlekariyê çawa pêşî li ber vê tundiyê bigirin? Nikarin bigirin.”
 
‘PERGALA TENDURISTIYÊ RIZIYA YE’
 
Bi domdarî Guldîken destnîşan kir ku li welêt êdî tundî tiştekî ji rêzê tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê jî kesên hatine hilbijartin in. Ji serokwezîr heta hilbijêrên din, li pêş çavên her kesî heqaretê dikin, gefan dixwin. Di axaftinên desthilatdariyê de tundî çiqas zêde bibe, tundiya nava civakê jî ewqas zêdetir dibe. Serokkomar ji bo bijîşkan got; ‘heke diçin bila nesekinin.’ Ev ne gotineke jirêzê ye. Zîhniyeta desthilatdariyê nîşan dide. Pergala tenduristiyê riziya ye û êdî hildiweşe.”
 
‘ARMANCA CÎHAZÊN EWLEKARIYÊ RANT E’
 
Guldîken anî ziman ku desthilatdarî Tirkiyeyê bi rêya kaosê birêve dibe û wiha got: “Ji ewil rê li ber aloziyên mezin vedike û piştre jî qada rantê vedike. Ev cîhazên ji bo nexweşxaneyan jî, ji ber rantê tên bicihkirin. Bi çavê ewlekariyê li her tiştî dinihêrin. Welatî ji ber mayîna di rêza muayeneyan de bêzar bûne. Pergal mehek piştre randevûyê dide. Welatî di 5 deqeyan de tên dermankirin û mafê wan ê tedawiya baş tê binpêkirin. Bijîşkên beşa lezgîn di 2-3 deqeyan de nexweşan tedawî dikin. Ev ne tiştekî însanî ye. Ev yek rê li ber tundiyê vedike. Kedkarên tenduristiyê dixwazin şert û mercên wan însanî bin. Tu xebatkar naxwazin di nava van şert û mercan de bixebitin.” 
 
‘EM DESTÊ XWE BIDIN KÎJAN ALÎ KRÎZ E’ 
 
Herî dawî jî Guldîken ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Ji ewil divê şert û mercên nexweşxaneyan însanî bin. Hewceye hejmara xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin. Ji bo pergala randevûyê jî hewcehî bi xebatê heye. Heke pergala tenduristiyê ya parastin û pêşîlêgirtinê were avakirin, dê xelk nexweşxaneyan ewqas tije neke. Li vî welatî pirsgirêk nayên çareserkirin ku para desthilatdariyê tê de heye. Ji ber ku welêt bi kaosê birêve dibe. Îro krîzeke wisa heye ku em destê xwe bidin kîjan alî krîz e. Tundiya di qada tenduristiyê de jî girêdayî vê rewşê ye.” 
 
 
 

Sernavên din

19/07/2022
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan