Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne

  • rojane
  • 10:03 8 Tîrmeh 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Di 4 rojên dawî de cenazeyên 27 leşkerên ku di çarçoveya operasyonên li Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrg û Geverê.
 
Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe hatibûn destpêkirin, bi şer û pevçûnên dijwar didomin. Çapemeniya Tirk çiqasî hewl dide windahiyên xwe yên di operasyonên di roja 82’yemîn de didomin veşêre jî, TSK û Wezareta Parastina Netewî (MSB) neçar dimînin nasnameya leşkerên di şer de tên kuştin eşkere dikin.
Li ser xeta sînor a Colemêrgê ku cihê operasyon lê tên kordîne û kontrol kirin, tevgera hewayî û sewqiyata leşkerî ya her roj bênavber didome.
 
27 CENAZEYÊN LEŞKERAM ANÎNE NEXWEŞXANEYAN 
 
Cerdevanên ku ji operasyonan vegeriyan diyar kirin ku ji 3'ê tîrmehê û vir ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna şerên dijwar diqewimin û li herêmê gelek leşkerên mirî û birîndar hene. Hate hînbûn ku di heman pevçûnan û di nava 4 rojan de, 19 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û 8 cenaze jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
 
Hate diyarkirin ku piştî karûbarên otopsiyê yên cenazeyên leşkerên mirî, bi 3 balafirên leşkerî yên kargo û yên ku pêdiviyên leşkerî yên tibî, xwarin û amûr tîne Balafirgeha Sellahattîn Eyûbî ya Geverê, cenazeyên wan şandine bajarên wan.
 
150 LEŞKERÊN BIRÎNDAR LI TUGAYA COLÊMERGÊ NE 
 
Li gorî agahiyên ku ji cerdevan û çavkaniyên herêmî yên ku beşdarî operasyona li herêmê bûne hatin bidestxistin, bi taybetî li herêma Zapê şerê dijwar diqewime û li nexweşxaneyên Sahra û depoyên sar ên li nava herêmê hatine avakirin cih nemaye. Hate hînbûn ku tedawiya nêzî 150 leşkerên birîndar ên li Tugaya Dag Komando ya Colemêrgê didome.
 
TEQEMENIYAN BI KUÇIKAN VE GIRÊ DIDIN Û DI9ŞÎNIN ŞIKEFTAN 
 
Cerdevanên ku ji operasyonê vegeriyan diyar kirin ku tevî hevkaria PDK'ê li herêmên Avaşîn, Metîna û Werxelê jî leşkerên Tirkiyeyê ti pêşketin bi dest nexistin, leşkeran kamerayên gopro û teqemenî danîne ser kuçikan û şandin şikeftan. Cerdevanan diyar kirin roj nîne ku leşkerek mirî û birîndar nebe û roj nîne jî ku şer dernekeve. Cerdevanan ragihand ku ji ber çalakiyên gerîlayan ên li dijî helîkopteran pêk tên, ji ber vê yekê helîkopter nikarin erzaq û kelûpelan ji leşkeran re bibin û leşker bi rojan tî û birçî dimînin. Her wiha hat diyarkirin ku di encama heman çalakiyan de ji ber helîkopter derbên giran dixwin, cenazeyên leşkerên tên kuştin û birîndar dibin jî bi saetan bêyî mudaxile bê kirin, li erdê dimînin. 
 
LEŞKER HEWL DIDIN KU RAPOR BIGIRIN Û NEÇIN ŞER
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hate diyarkirin ku dema di şer de pêşketin çênabe, leşker raporan werdigirin û hewl didin neçin operasyonê û şer. Her wiha hat zanîn ku cerdevanan jî hewl daye ku heman tiştî bikin û heke ev pêk neyê dê dest ji cerdevaniyê berdin. 
 

Sernavên din

10/07/2022
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne