Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir

  • rojane
  • 15:41 4 Tîrmeh 2022
  • |
SEMSÛR - Xizmên windakiriyan ên bertek nîşanî beraetkirina 18 bersûcên di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dan, bi lêv kirin ku dozger di dadgehê de parêzeriya bersûcan kiriye û gotin: “Ji sûcên ku dewlet dike re ceza nîne.”
 
Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.
 
Şandeya dadgehê îdia kir ku delîlên teqez ên ku têkiliya bersûcan bi bûyerên navborî re diyar bike li holê nînin û bi vê sedemê jî biryara beraetê da. Malbatên windakiriyan bertek nîşanî biryarê da û gotin: “Dozger parêzeriya bersûcan kir.”
 
 
‘JI SÛCÊN KU DEWLETÊ KIRIN RE CEZA NÎNE’
 
Birayê Seyhan Dogan a 14 salî ya hatiye windakirin, Hîznî Dogan, wiha got: “Tu dadgeh nikarin kiryareke ku dewletê kiribe ceza bike. Hindik be jî hêviya me hebû. Mirovên 13 salî şewitandin. Me got belku bi wijdan tevbigerin û em li benda cezakirina wan bûn.”
 
Hîznî Dogan, bi lêv kir ku piştî xwişka wî Seyhan Dogan hate binçavkirin li qereqolê dît û wiha berdewam kir: “Kesê ku hesaba zarokên li ser vê axê hatine qetilkirin bipirse nîne. Dema em tên binçavkirin, em neçar dimînin ku bêgunehiya xwe îspat bikin. Dema em tên qetilkirin jî em hewl didin îspat bikin ku em careke in bêguneh in. Me hestiyên wan ji bîreke 120 mîtro kûr derxistin. Cihê ku ew bîr lê ye di bin kontrola dewletê de ye. Îro li Kerboranê hûn ji kê bipirsin bipirsin, kê kesên hatine binçavkirin, binçavkirine dê ji we re bêje. Ez wê demê 11 salî bûm, min ew li qereqolê dîtin. Dayika dawit zarokê xwe di askiya Filistînê de dît. Lê dadgehê em nexistin şûna mirovan û şahidiniya me qebûl nekir.”
 
‘DOZGER PAREZERIYA BERSÛCAN KIR’
 
Dogan, biryar weke dewama “konsepta zextê” ya di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve li dijî kurdan hat meşandin nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hezaran mirov weke kiryarên nediyar hatin windakirin. Îro tu dadgeh nikare bi rengekî serbixwe li ser van dozan biryarê bigire. Dadgehê bi biryara xwe îspat kir ku dewlet kujer e. Şandeya dadgehê got, ‘Dewlet kujer e, em nikarin ceza bidinê’. Kujerên ku bi armanca ewlekariyê neanîn dadgehê, ji vê hiqûqê hêz girtin. Mehmet Tîre li partiyeke din siyaset dikir û piştî ku me doz vekir, ew derbasî AKP’ê bû. Jê piştrast bû ku ‘ew ê neyên cezakirin’. Bersûcan di vê dozê de parastina xwe nekirin, dozger jî mîna parêzerên wan parastina wan kir. Dozger nêrînek amade kir û wan jî gotin ‘Em tev li tiştên dozger nivîsandî ne’.”
 
‘DADGER ALÎ GIRT’
 
Bavê Davût Altinkaynak ê 12 salî ku hate windakirin, Abdulazîz Altinkaynak diyar kir ku di nava 7 salan de ew tev li 26 danşînan bûye û got: “Ji ber 'ewlekariyê' 7 sal in em hatin û çûn Semsûrê. Em hatin, lê rojek bi tenê jî kujerek derneket dadgehê. Ev biryar ne adilane ye. Li Tirkiyeyê edalet nîne. Dadger û dozger alî girtin. Eger bêalî tevbigeriyana, wê ew kujer îro li girtîgehê bûna. Dawid 12 salî bû, çi bi dewletê kir û hestiyên wî avêtin bîreke 120 metreyî kûr?” 
 
‘KUJER HATIN XELATKIRIN’
 
Altinkaynak, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev qereqol di bin fermana kê de ye? Ewlehiya mirovekî/e ku dibin wê dere dê ji kê were pirsin? Dewlet berpirsyar e. Mala Davût 50 mîtroyan ji qereqolê dûr bû. Hate binçavkirin û di bîreke kîlometreyekê dûr de hate dîtin. Heke Davût zarokekî tirk bûye, li Anatoliya Navîn, Trakya an jî Karadenîzê jiyabûya û kurdekî ew kuştibûya wê cezayê darvekirinê bidin wî. Lê mixabin Davût zarokekî kurd e û kujerê wî jî tirk e. Kujerên wan hatin xelatkirin. Kirin şaredar.”
 
Altinkaynak, diyar kir ku dema şandeya dadgehê biryar da îdia kir ku “negihiştine delîlên teqez” û wiha pê de çû: “Davût ji mala mamê xwe hate binçavkirin. Dayika wî dema li qereqolê îşkencekirin dît. Min bi xwe hestiyên Davût ji bîrê derxistin. Saziya Tiba Edlî bi xwe got ‘hestî aydê Davût in’. Îfadeyên şahidan yên bersûcan hene. Lê dadgeh dibêje ‘me delîl nedîtin.’”
 
‘EM CAREKE DIN HATIN QETILKIRIN’
 
Kurê Mehmet Emîn Aslan ê di 19 saliya xwe de hate windakirin, Kasim Aslan jî anî ziman ku bêyî bavê xwe bibine mezin bûye û wiha got: “Min bavê xwe ji wêneyan û vegotina mirovên xwe nas kir. Pîra min bêyî ku hestiyên bavê min bên dîtin jiyana xwe ji dest da. Temenê bapîrê min jî tê ra dîtina hestiyan kir lê tê ra edaletê nekir. Kesên tên binpêkirin em in, kesên zext lê tê kirin em in, tevî her tiştî jî kesên edaletê dixwazin em in. Me hinekî hêvî dikir ku edalet bi cih were, lê îro bi vê biryarê re em careke din hatin qetilkirin.”
 
‘EM Ê BIRYARÊ BIBIN DMME’YÊ’
 
Kekê Nedîm Akyon ê 16 salî hate windakirin, Ahmet Akyon jî bi bîr xist ku di encama têkoşîna malbatan da hestiyên xizmên xwe dîtin û wiha axivî: “Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê vê biryarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Ev biryar ne biryara şandeya dadgehê ye, biryara dewletê ye. Em malbat ji her danişînê re ji bajarên cuda tên. Tişta me ji danişînan fêhm kir, kesên hatine windakirin ji bo dewletê hatin kuştin û kujerên wan jî ji bo vê bêsûc hatin dîtin. Çawa ku dewletê di dema pêkanîna vî sûcî de ev kujer parastin, îro jî bi biryara ku wergirtî re parastina wan domand. Cihê ku biryar lê derdikeve ne edliye ye, qesrên ku biryarên yekalî didin e.”
 
 

Sernavên din

05/07/2022
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'