Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:05 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
SÊRT - Îzettîn Sevîlgen ê 30 sal berê li navçeya Dihê ya Sêrtê hat girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî berdana wî tê astengkirin. Sevîlgen ji malbata xwe re gotiye “Wê min li vir bikujin” û bang hestiyariyê li raya giştî kiriye. 
 
Îzettîn Sevîlgen (54) di 15’ê hezîrana 1992’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê tê binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebeda giran lê tê birîn. Sevîlgen bi rapora “halê baş nîne” berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hat taloqkirin. Tevî ku cezayê Sevîlgen qediyaye jî li Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E’yê tê ragirtin. Divê Sevîlgen di 15’ê hezîranê de bihata berdan lê hat hîn bû ku berdana wî hatiye taloqkirin. Berdana Sevîlgen bi hêcetên ku di dîrokên cuda de cezayê dîsiplinê girtiye hat taloqkirin. Sevîlgen di 1’ê tîrmehê de bi telefonê li malbata xwe geriya û ji malbata xwe re ragihand ku berdana wî hatiye taloqkirin û bi awayek kêfî nayê berdan. 
 
40 ROJ ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN Û 30 SAL IN DI HEFSÊ DE YE 
 
Hevjîna Sevîlgen, Husna Sevîlgen diyar kir ku hevjînê wê ragihandiye ku jiyana wî di xeterey3e de ye û 30 sal in zilma li ser wî berdewam dike. Husna Sevîlgen diyar kir ku hevjînê wî dema hatiye girtin 40 rojan bi îşkenceyê re rûbirû maye û wiha got: “Bi îşkenceyê hat binçavkirin û girtin. Bênavber îşkence lê hat kirin. Nehiştin em wî bibînin. Ez û keçika min a du sal û nîv 40 roj li ber midûriyeta polîsan li benda wî sekinînin. Carek jî nîşanî me nedan. Dengê îşkencekirina wî dihat me. Ew roj wek îro di bîra min de ye û ji hişê min naçe.” 
 
Sevîlgen da zanîn ku piştî îşkenceya li hevjînê wê hat kirin hat girtin û wî şandin Girîgeha Sêrtê û wiha domand: “Piştî li Sêrtê demek hat hiştin wî sewqî Amedê kirin. Pişt re jî li girîgehên wek Amasya, Îzmîr, Şirnex, Batman, Wan, Erzirom hat ragirtin. Herî dawî jî wî sewqî Girtîgeha Gîresûn3e kirin. 7 sal in li wê girtîgehê tê ragirtin. Di vê demê de her tim bi binpêkirina mafan re rûbirû ma.” 
 
‘WÊ MIN BIKUJIN’ 
 
Sevîlgen anî ziman ku di girîgehê de nexweşîn li hevjînê wê peyda bûne û got: “Nexweşiya romatizma û dil pê re heye .Di çavê wî de pirsgirêka dîtinê heye. Nexweşiya astim û bronşîtê pê re heye. Dema ket hefsê ciwan bû û niha extiyar bû. Gelek nexweşînên wî hene. Di van 30 salan de zilmek û îşkenceyek lê nehat kirin nema. Wê tam ji hefsê derketa niha jî berdana wî taloq kirin. Wê sê mehên din jî wî di hefsê de bihêlin. Me amadekariyên berdana wî dikir û em kêfxweş bûn. Lê kêfxweşiya me di qirika me de ma. Ez hêvîdarim wê dirêjtir nekin.” 
 
Sevîlgen destnîşan kir ku hevjînê wê di telefonê de jê re gotiye “wê min li vir bikujin” û ji ber vê yekê bi fikar in û wiha got: “Di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ji hemû mafan bêpar maye. Dibêje heta ku rêveberiya girtîgehê wî nekuje dê wî bernedin. Xwest ku bi lez û bez li ser vê yekê were sekinandin. Dema bi telefonê jî diaxivî dengê wî xerab dihat.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Sevîlgen ji bo hevjînê xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest hevjînê wê yê 30 sal in bi zilm û îşkenceyê re rûbirû maye tavilê were berdan. 
 
MA / Fethî Balaman 

Sernavên din

05/07/2022
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'