Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!

  • rojane
  • 09:01 4 Tîrmeh 2022
  • |

AMED - Rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût dema di sala 2009’an tê girtin, ew û belavkarên rojnameyê hev nas dikin û pişt re biryara bibe rojnamevan dide. Bûlût ê ku hêjayî xelatên rojnamevaniyê hat dîtin, carek din bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin. 

 
Yek ji edîtorên Rojnameya Xwebûnê ya heftane weşanê dike Zeynel Abidîn Bûlût di 16’ê hezîranê de bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin. Bûlût jî wek hevpîşeyên xwe bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Amedê ve hat girtin. Di darizandina dozgeriyê û dadgeriyê de pirsên têkildarî rojnamevaniyê ji Bûlût hatin kirin. Bûlût bi vê girtina dawî re carek din çû nav çar dîwarên ku cara ewil dest bi rojnamevaniyê kiribû. 
 
 
LI GIRTÎGEHÊ DEST BI ROJNAMEVANIYÊ DIKE  
 
Bûlût cara ewil di sala 2009’an de hat girtin. Bûlût derdikeve ku biçe ji hevjîna xwe ku welîdiye re xwarinê bîne, lê venagere û piştî sê salan ew tê malê. Di kêliya ku ji malê derdikeve li kolana mala wan xwepêşandanek civakî heye û ew di nava xwepêşandanê de dimîne û ji ber ku egal di stûyê wî de ye tê binçavkirin û pişt re jî tê girtin. Bi îdiaya “ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 4 sak û 8 meh cezayê hefsê li Bûlût tê birîn. 3 sal şûnve tê berdan. Wextê ku girtî ye bi belavkarê rojnameya Azadiya Welat ên girtî re nasîna wî çêdibe û ew belavkar bandorê li serê dikin. Piştî Bûlût tê berdan di sala 2012’an de bi belavkariya rojnameyê dest bi rojnamevaniyê dike. Bûlût pişt re li Rojnameya Azadiya Welat a ku di sala 2016'an de bi biryarnameya OHAL’ê hat girtin, dest bi nûçegihaniyê dike. Bûlût di rojnameyê de gelek nûçeyên çand û hunerê ku mohra li rojevê dan, çêkirin. Bûlût di îlona 2015'an de bi hêceta “gumana maqûl” bi 32 hevpîşeyên xwe re hat binçavkirin. Bûlût 25’ê tîrmeha 2016’an de bû edîtorê Azadiya Welat. Bûlût ji ber ku cezayê wî berê hat erêkirin, carek din hat girtin û 6 mehan di hefsê de ma û pişt re hat berdan. 
 
Binçavkirin û lêpirsînan qet dest ji Bûlût berneda. Bûlût ji ber ku nûçeyên têkildarî hevpîşeyê xwe Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin çêkir û belav kir, bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” di sala 2019’an de derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Bûlût di sala 2020’an de jî di bîranîna hevpîşeyê xwe Mazlûm Erencî de bi hêceta ku rêz girt û beşdaran vexwend rêzgirtinê hat binçavkirin û piştî ku hat berdan derbarê wî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin û 10 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Bûlût piştî girtina rojnameya Azadiya Welat, di rojnameyên Rojeva Medya, Welat û E-Rojname de xebatên xwe yên pîşeyî berdewam kir. 
 
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen qala hevpîşeyê xwe Bûlût kir û diyar kir ku ew di serdema Azadiya Welat de bi hev re xebitî ne û heta niha karê xwe li gel hev berdewam dikin. 
 
HER TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE BÛ 
 
Esen da zanîn ku hevpîşeyên wî ku hatine girtin hemû di qada xwe de serkeftî bûne û ji rojnamevanên hatine girtin herî zêde ew bi Zeynel re xebitî ye. Esen bi bîr xist ku wî û Zeynel di sala 2015’an de li Rojnameya Azadiya Welat de hev nas kirine û got: “Zeynel di wê serdemê de li rûpela çand û hunerê ya rojnameyê dinêhirî. Her tim li pey nûçeyan bû. Her tim xwe li pêş dixist. Çenteyek wî hebû her tim sazî bi sazî û herêm bi herêm digeriya û nûçeyan çêdikir. Bi taybetî di lêgerîna nûçeyên taybet de gelek jîr bû. Li Mêrdînê gundek êzidiyan hebû û qet nedihat zanîn ku aydê êzidiyan e. Li pey şopa nûçeyê ket û derxist holê ku ev gundekî kevnare yê êzidiyan e.”
 
ISRARA BI KURDÎ
 
Esen anî ziman ku ew nûçeya Bûlût ya têkildarî gundê êzidiyan hêjayî xelatê hat dîtin û wî di nûçeyên kurdî de her tim israr kir. Esen destnîşan kir ku her çiqas îktidarê rojnameyan girt û qedexe kir jî lê Zeynel qet dest ji rojnamevaniya kurdî berneda û heta niha rojnamevaniya wî didome. 
 
TERZÊ XEBATA BÛLÛT 
 
Esen bal kişand ser terzê xebata Bûlût û got: “Wî qet xwe bi nûçeyên ajansan re bi sînor nedikir. Her tim wî bi nûçeyên taybet ku wî amade dikir û rûpela xwe tije dikir. Her tim di nava lêgerînê de bû. Herî dawî em di Xwebûnê de bi hev re dixebitîn û ji bo rojnameyê li kanala Youtube amade dikir û her wiha podcasta rojnameyê amade dikir. Ji xeynî saetên kar jî ew her tim dixebitî. Li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê jî rêveber bû û bi awayek çalak dixebitî. Me di navbera xwe de jê re digot rûspiyê rojnameyê. Di her mijarê de hevalek me yê hestiyar bû.” 
 
‘DÊ EV OPERASYON JÎ BI SER NEKEVE’ 
 
Esen da zanîn ku medyaya kurdî bi salane bi zext û êrişan re rûbirû dimîne û hemû hevpîşeyên wan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Esen anî ziman ku wê ev zext û operasyon jî bi ser nekeve û dê medyaya kurdî bêdeng nebe û bi heman kelecanê xebata xwe berdewam bike.
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

05/07/2022
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'