Di AKP’ê de skandala bertîlê

  • rojane
  • 11:01 3 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED -  Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji bo ku têxe rêveberiyê, ji Celal Dengîz 250 hezar TL pere stendiye. Dema Dengîz pereyê xwe xwestî jî jê re got: “Min ew pere ji bo ku we bigirim lijneya rêvebirinê stend.” Piştre jî dawî li karê Dengîz anî. 
 
Di demên berê de hat îdiakirin ku Navenda Giştî ya AKP’ê ji Rêxistina AKP’ê ya Amedê re 243 mezar TL pere şandiye û Serokê AKP’a Amedê Mehmet Şerîf Aydin jî bi van pereyan bo mala xwe mobîlya kirine. Navê Aydin niha jî bi nelirêtiyeke din kete rojevê. Di çendek roj berê de li Serokatiya Bajêr a AKP’a Amedê hinek kes ji peywirê hatibûn girtin û piştî vê jî skandalên nû derketin holê. Hinek kesên li Midûriyeta Perwerdeya Millî ya Amedê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê bêyî ku haya Lijneya Rêveberiya AKP’ê ya Amedê ji peywirê hatibûn girtin. Vê yekê jî di nava rêveberiyê de rê li ber nerazîbûnan vekir. Li ser vê yekê kesên tiliya wan di tayînên nû de Serokê Sekreteriya Bajêr Hasan Çakar, Serokê Karên Siyasî Hiqûqî ya Bajar Huseyîn Denlî, Seroka Teşkîlata Bajêr Serap Akbaş, Cîgirê Serokê Bajêr û Serokê Karên Aboriyê yê Bajêr Celal Dengîz û Serokê Karên Darayî û Îdarî yê Bajêr Bedirhan Akyol ji peywirê girtin. Nerazîbûna li dijî girtina ji peywirê, bi xwe re skandala bertîlê anî. Cîgirê Serokê Bajêr Celal Dengîz da zanîn ku Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji wî 250 TL xwestine û ev pereye jî bo ÎBAN a Aydin şandine. 
 
Dekonta pereyê ji bo Bankaya Albaraka Turk’ê hatiye razandin îdiaya Dengîz piştrast kir û hat zanîn ku ev pereyê behsê xeberê ji bo hesaba xizmê Aydin, Farûk Aydin hatiye şandin.  Celal Dengîz têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku îdiaya ku ji ber destwerdana tayînên di qadên perwerde û tenduristiyê de ji peywirê hatiye girtin teqez rast nîne û ev yek weke derew û îftîra pênase kir. Bi domdarî Dengîz got ku dema li AKP’ê dest bi peywirê kirî, Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji wî 250 TL pere xwestiye û wî jî ev pereye bo hesaba ku ji wî re hatibû şandin, rê kiriye. Bi domdarî Dengîz ev agahî dan: “Min digot qey ev pereye weke bexşê ji hemû kesên bo rêveberiyê hatine hilbijartin tê stendin. Lê belê piştre hîn bûm ku tiştekî wiha nîne û min pereyê xwe xwest. Lê Aydin ji min re got ‘min ji bo ku te bigirim rêveberiyê ew pere xwest.’ Lê min biisrar pereyê xwe xwest û li ser vê yekê pereyê min razandin hesaba min. 3 meh piştî razandina pere jî ji peywirê hatim girtin.” 
 
'MIN JI BO KU WE BIGIRIM LIJNEYA RÊVEBIRINÊ EW PERE XWEST’ 
 
Dengîz, da zanîn ku ji ber destwerdanên li tayînan ji peywirê nehatiye girtin û ji ber paşve xwestina pereyê weke bexş an jî deyn daye partiyê ji peywirê hatiye girtin. Dengîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 meh bi ser dayîn wî pereyî re derbas bûbû lê di serî de serokê bajêr, hîn bûm ku tu kesekî ew pere nedaye. Dema min pirs kir bê ka dê wî pereyî kengî wergirim, ji min re got ‘min ji bo ku we bigirim lijneya rêvebirinê ew pere stand.’ Dema min biisrar xwestî jî li ser heman hesabê ji min re hate şandin. Sê meh piştî vê bûyerê jî ji min ragihandin ku ji peywirê hatime girtin. Piştî ji peywirê hatim girtin jî tev li tu civîn û xebatan nebûm. Anku sedema vê pirgirêkê û girtina ji peywirê ji ber mijareke bi mehan berê ye. Îdiayên tên kirin rast nînin û tu eleqeya min bi tayînan nîne. Muxatab û berpirsyarê midûriyeta tenduristiyê û yê midûriyeta perwerdeya millî Şerîf Aydin bi xwe ye. Tu eleqeya min bi vê mijarê nîne.”
 

Sernavên din

05/07/2022
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?