COLEMÊRG - Malbatên 2 cerdevanên ku di şerên li herêma Zapê berdewam dikin de cih digirtin, hatin agahdarkirin ku winda ne.
Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin berdewam dikin. Ji cerdevan Kemal A. yê ji gundê Aşûtê û Huseyîn S. ê ji gundê Serêsipî yên navçeya Çelê ya Colemêrgê ne û di 29’ê Hezîranê de tev li êrişên Zapê hatine kirin, agahî nayên girtin. Hate hînbûn ku malbatên cerdevanan hatine agahdarkirin ku her du cerdevan winda ne.