STENBOL - Polîsan li Stenbolê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş asteng kirin. Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û got: “Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?”
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bi armanca edalet pêk were li ber Dadgeha Stenbolê çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum, Dilşad Canbaz û Mûsa Pîroglu jî piştgirî dan malbatan.
Parlamenter Zuleyha Gulum diyar kir ku girtîgeh veguherîne malen qetlîamê û malat ji bo ev qetlîma dom neke daxwaza edaletê dikin. Gulum da zanîn ku demek dirêj e malbat çalakiya xwe ya bi daxwaza edaletê didomînin û her hefte bi êriş û astengiya polîsan re rûbirû dimîne û tê qedexekirin.
POLÎSAN MUDAXILEYÎ ÇALAKIYÊ KIRIN
Di kêliya ku Gulum diaxivî de polîsan bi hêceta çalakî û daxuyanî qedexe ne xwest çalakiyê asteng bike. Gulum bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Mudaxileya wa li dijî çalakiyê bêhiqûqî ye. Çalakî ne çalakiyek qedexe ye. Hûn nikarin deng û daxwaza dayikan qut bikin.”
POLÎSAN GEF LI ROJNAMEVANAN XWAR
Rojnamevanên nûçe dişopandin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan xwest ji cihê daxuyaniyê wan dûr bikin û bi binçavkirinê gef li wan xwar. Li ser vê nîqaş di navbera rojnamevan û polîsan de derket û parlamenter ketin navberê.
Piştî mudaxileya polîsan Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê Fatma Çatar hat binçavkirin.
'HÛN ÇIMA DITIRSIN?’
Parlamenter Zuleyha Gulum di nav dorpêça polîsan de axivî û bertek nîşanî bêtehamûliya li dijî daxwaza edaletê ya malbatên girtiyan da û ji polîsan re got: “Hûn ji çi ditirsin? Ya ku we aciz dike çi ye? Hûn ê nikaribin dengê me qût bikin. Helbet wê rojek ên van sûcan dikin dê werin darizandin û dê berpirsiyar hesab bidin.”
DARIZANDINA ÎŞKENCEKARAN
Parlamenter Mûsa Pîroglu jî bal kişand ser biryarên Saziya Tiba Edlî ku li gorî daxwaza îktidarê dide û got: “Rojek zû an jî dereng wê hemû îşkencekar werin darizandin.”