RIHA - Serokê Partiya DEVA'ya Rihayê Ahmet Tuysuz serdana malbata Şenyaşar a ku li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire, kir.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2018’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 478’emîn de didome. Ferît Şenyaşar serê sibê hate pêşiya edliyeyê û li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” û dest bi nobeta edaletê kir. Serokê Partiya DEVA'ya Rihayê ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kir.
Tuysuz, ê di serdanê de axivî, ev tişt gotin: “Ne ji bo rojekê heya ku her roj edalet pêk were, em dê li dijî bêhiqûqiyê derkevin. Ji bo vê yekê careke din bînin ziman, em hatin serdana malbata Şenyaşar.”