Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin

  • rojane
  • 09:02 27 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên faîlên Mahsûn Mizrak û Enes Ata de hatiye dayîn bê pejirandin. 
 
Di 24'ê adara 2006'an de li bejahiya Şenyayla ya Mûşê 14 PKK'î bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî cenazeyên PKK’iyan anîn Amedê di 28’ê Adarê 2006’an de çalakî destpêkirin û zarokên bi navê Enes Ata (8) û Mahsûn Mizrak (14) di van çalakiyan de bi guleyên polisan hatibûn kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên faîlên Mahsûn Mizrak û Enes Ata de hatiye dayîn bê pejirandin. Têkildarî çalakiyên ku weke “Bûyerên 28’ê Adarê” tên zanîn û 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de tenê têkildarî mirina Ata û Mizrakli cuda cuda doz hatin vekirin. 
 
Derbarê polîsan Hayrettîn Akar, Bîlal Ozkara û Nûrî Ozgenç de bi sûcê “bi zanebûn bû sedemê mirina” Mizrak di 3’yê mijdara 2009’an de îdîaname hate amadekirin. Piştî ku îdianame di heman rojê de hate qebûlkirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hate vekirin. Têkildarî mirina Enes Ata jî derbarê heman polîsan de di 22’yê mijdara 2013’an de doz hate vekirin. Doz di 9’ê kanûna 2013’an de kirin yek. 
 
DELÎL HATIN TUNEKIRIN
 
Dema darizandin didomiya delîlên ku ji emaneta edlî re hatibûn hiştin hatin tunekirin. Fîşeka gazê ku bû sedemê mirina Enes Ata winda bû. Derket holê ku şûna fîşeka gazê ku bi serê Mahsûn Mizrak ket û bû sedemê mirina wî fîşeka çifteyê danîne şûna wê û hemû axaftinên têlsizan yên hatine kirin hatine îmhakirin. Pişt re di lêpirsîna têkildarî tunekirina delîlan de hatiye vekirin, biryara neşopandinê hate dayîn. Dema doz berdewam dikir, malbatan ji ber lêpirsîneke bê bandor nayê kirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî biryara binpêkirinê da. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza di 26’ê nîsana 2018’an de encam girt de derbarê polîsên bersûc de ji kêmbûna delîlan cuda cuda biryara beraetê da. 
 
ÎSTÎNAFÊ JI ÛSÛLÊ XERA KIR
 
Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê ji ber di dema bûyerê de xwişk û birayên Mizrak, Cigerxwîn, Derya û Denîz nereşît  bûn û tev li dozê nehatibûn kirin doz ji ûsûlê xera kir. Di doza li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji nû ve hate dîtin de dadgehê di 10’ê Cotmeha 2019’an de derbarê polîsên bersûc de ji nû ve cuda cuda biryara beraetê da. Parêzeran dosya dîsa birin Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê. Îstînafê vê carê biryara beraetê pejirand. 
 
DOZGER XWEST BERSÛC BÊN BERAETKIRIN
 
Li ser Dadgeha îstînafê biryara beraeta polîsên bersûc Hayrettîn Akar, Bîlal Ozkara û Nûrî Ozgenç pejirand parêzerên malbatan doz bir Dadgeha Bilind. Di dema 1’emîn Daîreya Cezayê ya Yargitayê dosya lêkolîn dike de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên bersûc de hatiye dayîn bê pejirandin. Dadgehê xwest polîsên bersûc li gorî xala 302/1’an a CMK’yê biryara beraetê were pejirandin. 
 
 
 
 

Sernavên din

29/06/2022
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin